Îmamoglû: Metro û bas wê 24 saetan kar bikin
Ekrem Îmamoglû, Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê aşkere kiriye ku ji 30ê Tebaxê û pê de li Stenbolê wê li hin cihan bas û metro 24 saetan kar bikin. Li metroya Stenbolê her weha 4 makinîstên jin dest bi wezîfeyê kiriye.