Ji ber germaya zêde a li Tirkiye û Stenbolê, rêjeya ava li bendavên Stenbolê daketiya asteke metirsîdar.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglûyî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî vîdeoyek weşand û bal kişand li ser hişkesaliya li Stenbolê. Îmamoglûyî bang li welatiyan kir ku avê bi baldarî bi kar bînin:
“Stenbol bi hişkesaliyeke cidî re rû bi rû ye. ISKIyê ji bo av belasebeb neçe û av bi qaçaxî neyê bi kar anîn, tedbîr wergirtine û di van tedbîran de encamên cidî wergirtine. Ez bang li stenboliyan dikim ku di vê têkoşînê de li bal me bin û biryara teserifa avê bi rengekî cidî bi kar bînin.”
Serokê Beşa Teknolojiya Avê û Ava Bermahî ya Rêvebiriya Karûbarên Kanalîzasyon û Avê yê Stenbolê (ISKI) Îsmaîl Aydinî jî di vîdeoyê de banga teserifê kir.
Li gorî rêjeyên ku ISKIyê weşandine, rêjeya ava li bendavên Stenbolê daketiye û bûye ji sedî 18,07.
(TY/FD)