Şaredariya Stenbolê Akademîsyenekê din ya Aştiyê ji kar derxistiye
Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê peymana kar a Akademîsyen Fatma Gul Eryildiz Şenvardarê “Kod 42” weke hêcet nîşan daye û betal kiriye. Şenvardarê bi Biryarnameyên Di Hukmê Qanûnan de(KHK) hatibû îxrackirin.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Akademîsyena Aştiyê Fatma Gul Eryıldiz Şenvardar a ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnan (KHK) de ji kar hatibû dûrxistin, ji wezîfeyê girtiye.
Eryıldız Şenvardarê li ser medyaya civakî daxuyanî daye û gotiye, "Ji ber ku Akademîsyena aştiyê me, dewletê ez bi KHKyê ji kar derxistibûm vê carê jî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ez bi Kod 42ê ji kar derxistim.”
Şaredariyê hê derbarê mijarê de daxuyaniyek nedaye.
Şaredariya Stenbolê beriya niha jî bi heman hêcetê Akademîsyenên Aştiyê Alçay Çelîk Alkan û Veysel Altintaş îxrac kiribû.(RT/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.