Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî ku Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (İBB) biryar girt û got ku ew ê li Navendên Hînkariyê ya Heta Hetayê (ISMEK) dest bi kursa zimanê kurdî bikin, li heman navendan pêvajoya serlêdanê daye destpêkirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê di 12ê Kanûna Pêşiyê ya 2019ê de aşkere kiribû ku wê 420 xebatkarên bi peyman bigirin karî. Di ragihandina Şaredariyê de hatibû diyarkirin ku wê serlêdana du dersdaran a ji bo perwerdeya zimanê kurdî qebûl bikin. Li gorî şertên ku Şaredariyê diyar kiribû, kesên dixwazin serî li karî bidin divê beşa Ziman û Wêjeya Kurdî qedandibin.
Bixwîne - Şaredariya Stenbolê ji bo perwerdeya zimanê kurdî wê serlêdana dersdaran qebûl bike
ISMEKê îro li ser malpera xwe ya fermî modula kursa zimanê kurdî daye vekirin. Li gorî vê rewşê, kesên ku bixwazin serî li kursa zimanê kurdî bidin, divê bikevin malpera kursiyer.ismek.ist-ê û li vir navê xwe tomar bike.
Li gorî bernameya ku ISMEKê amade kiriye wê li navçeya Esenyurtê û bajaroka wê Kiraçê, li Şîşliyê, li Fatîhê û Bagcilarê ders bên dayîn. Tenê wê 135 kes bên hilbiijartin ku li hin navendan ders şemî û yekşemê li yên din jî di nava hefteyê de wê bên dayîn.
Kurs di asta A1ê de ye û wê 136 saetan bidome.
Kiliçdaroglûyî aşkere kiribû
Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) di meha tebaxê de bi kesên beşa Ziman û Wêjeya Kurdî qedandine re civiyabû.
Kiliçdaroglûyî li vir gotibû ku ew ê li İSMEKan dest bi perwerdeya kurdî bikin. Her weha diyar kiribû ku ew ê xizmetê bi zimanê kurdî bidin kal û pîran, ên ji bilî kurdî bi zimanekî din nizanin. (FD)