TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
kurdî
Rûpela 4
DIERG: Divê dema serlêdanên dersa bijarte were dirêjkirin
Ji ber şert û mercên nerênî yên hewayî dibe ku heta dawiya vê hefteyê xwendekar neçin dibistanê. DIERGê pêşniyar kiriye ku divê dema serlêdanên dersa bijarte heta 14ê Sibatê were dirêjkirin.
19 Çile 2022
DIERG: Divê dersên kurdî bibin mecbûrî
Hewldana Reform û Şopandina Perwerdeyê ya Amedê (DÎERG) diyar kiriye ku dersên bijarte yên olî û yên ji bo amadekariya ezmûnên lîseyan derfeta bijartina dersa kurdî ji holê radikin.
13 Çile 2022
HDP: Dersên Kurdî hilbijêrin
Ebrû Gunay, Berdevka HDPyê gotiye: "Em dizanin dersên hilbijêrî ji bo Kurdî têrê nake lê derfetek e. Em dersên hilbijêrî bi hev re hilbijêrin dê baştir bibe."
13 Çile 2022
Serlêdana ji bo dersa bijarte ya kurdî destpê kiriye
Serlêdan wê heta 21ê Kanûna Paşiyê dewam bike. Zarokên li polên 5-6-7 û 8an dixwînin, dikarin dersa kurdî kurmancî û kurdî kirmanckî ango zazakî hilbijêrin.
6 Çile 2022
2021: LGBTI+an di bianet kurdîyê de çawa cih girtiye?
Di sala 2021an de jî di gelek nûçeyên bianet kurdiyê de me rastersat behsa kesên lezbîyen, gey, transeksûel, bîseksûel û înterseksûel kiriye. bianet kurdî li gor pîvanên nûçegihanîya zayenda civakî nûçeyan çêdike.
31 Kanûn 2021
Aren Yıldırım
Li Komeleya Nûbiharê wê dersên kurdî destpê bikin
Komeleya Nûbiharê wê di mehên zivistanê de bi awayekî online, dersên kurmancî, soranî û zazakî bide. Her weha ji bo zarokan jî dersên kurmancî wê destpê bikin.
27 Kanûn 2021
Malpera csdestek.orgê dest bi weşana kurdî, erebî û îngilîzî kiriye
Malpera csdestek.orgê ya Komeleya Têkoşîna Li Dijî Tûndkariya Zayendî, ji bo gîhaştiyên ku rûbirûyê tûndkarîya zayendî hatine hîştin û sûdê ji malperê bigirin amade bûye. Her weha malperê bi zimanê kurdî, erebî û îngilîzî dest bi weşanê kiriye.
24 Kanûn 2021
Platforma Zimanê Kurdî wê li Rihayê jî nûnertiya xwe ava bike
Şerefxan Cizîrî, Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî diyar kiriye ku wê li Rihayê jî nûnertiyê vebikin û weha gotiye: “Bila kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê. Heke dewlet li dijî kurdî ne di nav dijminatiyekê de be divê van daxwazan bibersivîne.”
20 Kanûn 2021
Weşanxaneya Nûbiharê li Stenbolê navnîşana kar û xebatên xwe guherand
Weşanxaneya Nûbiharê li Stenbolê wê li cihê xwe yê nû karê xwe yê weşangeriyê û pirtûkfiroşiyê bidomîne.
20 Kanûn 2021
PLATFORMA ZIMANÊ KURDÎ
“ Zimanê me Kurdan Kurdî yê, welatê me jî Kurdistan e! "
Platforma Zimanê Kurdî têkildarî cezakirina Nusrettîn Maçîn, Parlamenterê HDPê ji bo gotina “Kurdistan”ê û qutkirina axavtina Kurdî ya Ayşe Surucu, Parlamentera HDPê daxuyanî daye û gotiye, “Heke hûn ziman û navê welatê me qebûl nekin, hûn ê çiyê Kurdan qebûl bikin?
10 Kanûn 2021
GIRTÎGEHA SÎLÎVRIYÊ
Ji ber ku bi kurdî pirtûk nivîsiye cezayê hucreyê li girtiyek birîne
Mahmût Olgûnê li Girtîgeha Sîlîvriyê girtiye ragihandiye ku ji ber govend gerandiye cezayê dîsîplînê û ji ber pirtûka ku bi kurdî nivîsiye jî 5 roj cezayê hucreyê li wî hatiye birîn.
17 Mijdar 2021
Xelatgirên Pêşbaziya Çîrokan a Şerzan Kûrtî diyar bûne
Xelatgirên 11emîn Pêşbaziya Çîrokan a Şerzan Kûrtî aşkere bûne. Pêşbazî bi armanca bîranîna Şerzan Kûrtî ji aliyê Egîtîm-Sena Êlihê ve tê li dar xistin.
15 Mijdar 2021
Qeyûmê Amedê tabelaya kreşa Zarokistanê guherandiye
Qeyûmî tabelaya bi kurdî ya kreşa Zarokistanê guherandiye û li cihekî tabelayê, bi tîpên biçûk “Mala Zarukan” nivîsandiye.
28 Cotmeh 2021
Platforma Zimanê Kurdî: Eger wê wekhevî hebe, divê beriya her tiştî bi ziman be
Şerefxan Cizîrî, Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî gotiye, “Divê em pirsgirêkên derbarê ziman de bixin rojeva siyasete. Divê zimanê zikmakî bi destûra bingehînî were parastin.”
19 Cotmeh 2021
Baroya Şirnexê dest bi perwedehiya kurdî kiriye
Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek û Baroya Şirnexê bi xebateke hevpar ji bo parêzeran dest bi perwerdehiya kurdî kirin.
15 Cotmeh 2021
Platforma Zimanê Kurdî dê li Mêrdînê nûnertiyê veke
Platforma Zimanê Kurdî(PZK) bi armanca ku nûnertiya xwe li Mêrdînê ava bike, civînek li dar xistiye. Desteya ku çûye Mêrdînê diyar kiriye ku heta zimanê kurdî bibe xwedî statû ew ê xebatên xwe bidomînin.
5 Cotmeh 2021
Wezareta Perwerdeyê kontenjan nedaye zimanê kurdî
Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê di qonaxa nû ya perwerdehiyê de lîsteya xwe ya têkildarî wezîfedarkirina dersdêran belav kiriye. Di lîsteyê de 15 hezar dersdêrên nû hatine wezifedarkirin lê di nav de dersdêrên zimanê kurdî nîne.
24 Îlon 2021
Dadgehê destûr nedaye Guven û Alokmen bi kurdî parastina xwe bikin
Leyla Guven, Hevseroka KCDê û Hulya Alokmen, Hevseroka HDPê ya Amedê li dijî cezayê ji ber govend û stranên kurdî li wan hatibû birîn, xwestine bi kurdî parastina xwe bikin. Dadgehê daxwaza wan qebûl nekiriye.
16 Îlon 2021
MED-DER: Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê
Rifat Ronî, Hevserokê MED-DERê têkildarî qonaxa perwerdehiya salên 2021-2022an bang li rayedarên dewletê kiriye ku dev ji helwesta xwe ya înkar û bişaftinê berdin û gotiye, “Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê.”
6 Îlon 2021
Li Amedê Ofîsa Perwerdeya Rojnamegerîya Kurdî hat vekirin
Şirketa Botan Internationalê digel Rojnamegerên Sînornenas (RSF) li bajarê Amedê ofîsa perwerdekirinê û stûdyoya deng qeydkirinê vekir.
2 Îlon 2021
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Baroya Wanê giliyê Dîdem Arslanê kiriye
Ji ber ku di bernameya xwe de destûr nedaye jinek bi kurdî biaxive, Baroya Wanê, giliyê Dîdem Arslan, pêşkeşkara kanala Show TVyê kiriye.
25 Tebax 2021
HDP: Em zext û zordariya li ser zimanê Kurdî qebûl nakin
HDPyê di daxuyaniya xwe de gotiye: "Weke HDP, em her êrişa li ser çand û zimanê gelê Kurd weke êriş û bêrêziya li dijî gelê Kurd bixwe dibînin."
25 Tebax 2021
HDP: Li girtîgehê stranên bi kurdî û govendgirtin qedexe ne an na?
Semra Guzel, Parlamentera Amedê ya HDPê têkildarî lêpirsîna ku li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê derbarê 9 jinên girtî yên siyasî de hatiye destpêkirin, pêşniyarnameyek bi kurdî ji bo bibersivîne pêşkeşî Abdulhamît Gul, Wezîrê Dadê kiriye. Li Girtîgeha Xarpêtê jinên girtî ji ber ku stranên kurdî gotine, govend girtine û sirûd xwendine derbarê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
24 Tebax 2021
Bawer Rûken: "Jiyan bi mifteyekê dest pê dike"
Nivîskar sedema nivîsandina xwe wiha diyar dike: "Ez ji bo ku karibim nefesê bistînim, dinivîsim. Ez ji bo ku karibim roja din bi hîsa ku li vê dinyayê bi kêrî tiştekî hatime dest bi rojê bikim, dinivîsim."
28 Tîrmeh 2021
Ba Har Güner
Nivîskarên Kurd û Samî wê di projeya “Belongings”ê de bên ba hev
Di Projeya Belongingsê de 5 nivîskarên kurd û 5 jî samî wê li Amed û Swêdê beşdarî bernameyan bibin û di encamê de wê bi kurdî, samîkî û ingilîzî pirtûkek were çapkirin.
27 Tîrmeh 2021
15 baroyan êrişên nijadperest yên li dijî Kurdan şermezar kirine
15 baroyan êrişên nijadperest yên li demên dawî de li dijî Kurdan pêktên, şermezar kirine. Baroyan xwestiye ku divê derbarê êrişan de lêpirsînekî bibandor were kirin.
22 Tîrmeh 2021
bianet'i sosyal medyada takip edin,
önce siz öğrenin.
facebook
twitter
youtube
instagram
bianet bültene abone olun
Hejmara 5an a "Sînemaya Serbixwe" weşiyaye
e-kovara Sînemaya Serbixwe di hejmara 5an de cih daye nivîsên li ser sînemaya Nûrî Bîlge Ceylan, Hesen Demîrtaş, Lars Von Trier û çendên din.
21 Tîrmeh 2021
Klasîkên zarokan yên cîhanê êdî bi kurdî ye
Weşanxaneya Aramê ji klasîkên zarokan Tom Sawyer, Pollyanna, Robîn Hood, Ger û Geştên Gullîvero, Pînokyo, Oliver Twîst, Kemanjenê Piçûk û Masîreşkê Biçûk di nav de 10 pirtûk wergerandine kurdî.
28 Hezîran 2021
Jimara 155an a Nûbiharê çap bûye
Di jimara 155an a Nûbiharê de nivîsa Rohat Alakomî ya li ser Şerîf Paşayî, helbestên Mela Ehmedê Xasî, bîranînên Manuel Kirkyaşaryan ên derbarê kurdan de û hinên din hatine weşandin.
26 Gulan 2021
Platforma Zimanê Kurdî: Zimanê Kurdî bila bibe zimanê fermî
Platforma Zimanê Kurdî gotiye: “Divê zimanê Kurdî eşkere di qanûnan de were naskirin û pejırandin. Bi vê armancê jî Platforma Me kampanyayeke îmzeyan destpê kiriye.”
15 Gulan 2021
PENê bang li Tirkiyeyê kiriye ku Gulgeş Deryaspiyê azad bike
PENê diyar kiriye ku em di wê baweriyê de ne Gulgeş Deryaspî ji ber nivîsên xwe yê têkildarî çand û zimanê kurdî bûye armanc û bang serbest berdana wê kiriye. Gulgeş Deryaspî bi 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hatiye cezakirin.
22 Nîsan 2021
Platforma Zimanê Kurdî: Ma tenê zimanê Tirkî zimanê dayîkê ye?
Platforma Zimanê Kurdî li dijî bersiva Ziya Selçûk, Wezîrê Perwerdeya Netewî ku gotibû,“Ji derveyî zimanê Tirkî perwerde bi zimanê dayikê nabe!” banga xwedî derketinê li kampanyaya îmzeyan kiriye. Platformê ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û fermî kampanyaya îmzeyan dabû destpêkirin.
9 Nîsan 2021
2
3
4
5
6
...
8
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver