Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) têkildarî qonaxa perwerdehiya salên 2021-2022an li pêş avahiya xwe daxuyanî daye. Di daxuyaniyê de bi zaraveyên kurmancî û kurmanckî/zazakî pankarta “Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn û gerdûnî ye! Binpêkirina vî mafî sûcê li dijî mirovahiyê ye!” hatiye daliqandin.
Endam û rêveberên Komeleya Wêjekarên Kurd, Rexistina HDPê û DBPê yên Amedê û yên MED-DERê beşdarî daxuyaniyê bûn in.
Rifat Ronî, diyar kiriye ku weke 98 salên borî, dê li vî welatî bi milyonan zarokên Kurd, zimanê zarokên gel û etnîsîteyên cuda ên ku li vî welatî dijîn, ji aliyê rayedarên dewleta Tirkiyeyê ve tune werin hesibandin û wiha gotiye:
“Dê dîsa zimanê tirkî li deh milyonan zarokan were ferzkirin û ji pêşdibistanan heta zanîngehan zimanê perwerdehiyê bi tirkî be. Tê zanîn ku ji bo mafê zarokên ku zamanên wan cuda ne di 20ê Mijdara 1989an de Peymana Mafê Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (NY) hatiye sazkirin û qebûlkirin. Di vê peymanê de, ji bo hemû maf û azadiyên zarokan yek bi yek xal hatine danîn û diyarkirin. Ev peyman weke belgeyeke temînat û mîsogeriya mafê hemû zarokên cîhanê ji aliyê welatên endamên NYyê ve hatiye qebûlkirin û welatên endamên NYyê ne îmzeyên xwe avêtine binê vê peymanê.”
‘Tirkiye bi milyonan Kurdan tune dihesîbîne’
Ronî, bi bîr xistiye ku dewleta Tirkiyeyê jî yek ji wan welatan e ku ev peymana NYyê di sala 1995an de îmze kiriye û wiha berdewam kiriye: “Ligel hemû hişyarî û rexneyên ku di raporên NYyê û saziyên navneteweyî de tên kirin jî, rayedarên dewleta Tirkiyeyê bi helwesta xwe ya nijadperest, bi milyonan gelê kurd tune dihesibîne, înkar dike û îmzeya xwe ya dûreparêziyê ji binê van xalên perwerdehiya bi zimanê dayîkê paşve nakişîne. Ev polîtîka, feraset, helwest û nêzîkatiya dewletê, di sedsala 21emîn û serdema pêşketina mirovahiya hemdem de dibe sedema ciwanên kurd ên ku bi kurdî distrên jî, rastî êrîşên nîjadperest werin. Heta niha bi dehcaran êrişên bi vî rengî pêk hatine û ev êriş bûne sedema qetilkirina bi dehan Kurdan.”
‘Li zindanan jî kurdî hatiye qedexekirin’
Ronî, daye zanîn ku li zindanan jî qedexeyên li ser zimanê kurdî her diçe zêdetir dibin û wiha dirêjî daye axaftina xwe: “Mafê girtiyên ku li dadgehan dixwazin parastina xwe bi kurdî bikin tên binpêkirin û gelek caran destûr nayê dayîn ku girtî parastina xwe bi zimanê xwe yê dayîkê bikin. Li zindanan nivîsa bi kurdî hatiye qedexekirin, pirtûkên Kurdî nadin girtiyan û girtiyên ku di nava xwe de bi kurdî diaxivin dikevin ber lêpirsînan û ceza li wan tên birîn.”
‘Gelê Kurd jî bi zimanê dayîkê perwerdê dixwaz e’
Ronî, bi lêv kiriye ku gelê Kurd jî weke hemû gelên cîhanê, ji bo zarokên xwe perwerdehiya bi zimanê dayîkê dixwaze û wiha pê de çûye: “Ne kêm, ne zêde di serî de mafê perwerdehiya bi zimanê dayîkê, di warê hemû maf û azadiyan de, derfetên ku ji bo zarokên welatiyên tirk tên pêşkêşkirin, pêwiste ji bo zarokên kurd û hemû gelên ku hemwelatiyên Tirkiyeyê ne jî bên dayîn.”
Ronî, bang li Wezareta Perwerdehiyê û hemû rayedarên dewleta Tirkiyeyê kiriye ku demildest dev ji helwesta xwe ya înkar û bişaftinê berdin û axaftina xwe wiha bi dawî kiriye: “Pergala Perwerdehiya Pirzimanî bêxin meriyetê û ji zarokên kurd ên ku 98 sal in mafê wan ê perwerdehîya bi zimanê dayîkê hatiyê binpêkirin lêborînê bixwazin. Gelê kurd perwerdehiya bi zimanê dayîkê dixwaze. Perwerdehiya bi zimanê dayîkê, weke hemû zarokên cîhanê, ji bo zarokên kurd jî mîna şîrê dayîkê helal e. Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê. Zimanê me rûmeta me ye! Zimanê me nasnameya me ye. Zimanê me hebûna me ye! Bê Ziman jiyan nabe!”
(AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê