Fotograf: MA
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê, tabelaya bi kurdî ya keşa Zarokistanê guherandiye.
Şaredariya Peyasê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) di sala 2014an de li Taxa Bagcilarê a navçeya Rezanê Zarokistan vekiribû.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê qeyûmî li şûna tabelaya kurdî, bi tirkî û bi tîpên mezin “Bağcılar Kreş ve Gündüz Bakımevi” nivîsandiye. Bi tanê li hêleke tabelayê “Mala Zarukan” nivîsandiye ku ew jî bi tîpên biçûk in û şaş hatiye nivîsandin.
Li Zarokistanê perwerde bi zaravayên kurdî bû û Wezareta Perwerdeya Netewî xebatên wê kontrol dikirin.
Piştî qeyûm tayînî şaredariyê bûbû, qeyûmî di 8ê Kanûna Pêşiyê ya 2016an de kreş girtibû. Her weha hemû karmend jî ji kar derxistibûn. (FD)