Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Bêtehemiliya li dijî kurdî êdî di asta dijîtal de ye: Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya ku kayûm wê birêve dibe, peyva "Newroz"ê ya li ser otobisên şaredariyê nivîsiye, kiriye "Nevruz".
Her wiha navê Parka Newrozê ya li navçeya Rezanê ye û navê kolana ku heman park lê ye jî guheriye: Bi navê xwe yê nû yê "fermî" ew der êdî Parka Nevruzê ye û Kolana Nevruzê ye... Hêjayî gotinê ye ku pîrozbahiyên Newrozê li wê parkê pêk tên. (Lê hîna li malpera Serokatiya Beşa Veguhastinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û li ser sepana telefonê ya bi navê Diyar Ulaşımê, navê rawestgehê hîna "Parka Newrozê" ye, bila pê nehesin).
Ajansa Anadolûyê jî gotiye, Newroz
Lê ajansa nûçeyan a fermî ya dewletê jî di nûçeyên xwe yên bi kurdî û hinên bi tirkî de jî gotiye "Newroz". Vaye nûçeya ku di 20ê Nîsana 20214ê de bi sernavê “Li Amedê Bernameya 'Hefteya Jidayikbûna Pîroz":
“Li Amedê bernameya 'Hefteya Jidayikbûna Pîroz' a ku Platforma Hezkiriyên Pêxemberî li dar dixe, destpê kir. Bername li Parka Newrozê ya li navçeya Rezanê, bi navê 'Qur'ana dimeşe Hz. Mûhammed' tê lidarxistin û gelek kesên ji bajar û navçeyên derdorê hatin beşdarî bernameyê bûn û qad bi wan tijî bû.”
Her wiha televizyona fermî ya dewletê, TRT Kurdiyê jî di nûçeyên xwe de gotiye, "Newroz" û dibe ku hûn bawer nekin lê ji ber ku "Ji Newrozê re gotine Newroz", Tirkiye perçe perçe nebûye (zanyariyeke tekûz e)!
Helbet pirsgirêk ne ew e ku li şûna tîpên "w" û "o"yê, tîpên "v" û "u" bikar anîne. Pirsgirêk ew e ku hişmendiya îro dewletê birêve dibe, ne li pêş wê hişmendiyê ye ku TRT ŞEŞ weke "Pêvajoya çareseriya pirsgirêka kurdan" nîşan dida, mixabin...
Mixabin hişmendek ranabe û nabêje, “Bi sed hezaran mirov bi banka kesên ku ji Nevruzê re dibêjin Newroz kom dibin, diqêrin û dibêjin 'Newroz pîroz be!' lê em navê parka ku li bajêr her kes jê re dibêje "Parka Newrozê" diguherînin û dikin "Parka Nevruzê", ev jî ne bes e, em navê Kolana Newrozê ya ku park lê ye diguherînin û dikin 'Kolana Nevruzê".
Şaredariyên ku kayûm tayînî wan bûne navên kolan, sikak û parkan diguherînin. Êdî ti kes ji ber van tiştan nabehîte. Lê di rastiyê de dema min dît ku navê Parka Newrozê ya di heman demê de li Amedê navê rawestgehekê ye, êdî li ser tabelayên dijîtal ên otobisan jî hatiye guhertin û bûye "Parka Nevruzê", min ji xwe re got, "Li vî welatî kurd dikarin bibin her tişt lê nikarin bibin kurd."
Helbet ve bêtehemiliya dijîtal mirovan nabehîtîne.
Lewre vê bêtehemuliyê nû destpê nekiriye. Heta bi sedan salan e heye: Ev bêtehemilû piçekî nerm bûbû ku piştî tişta jê re digotin "pêvajoya çareseriyê" sekinandin û ew xistin "sarincê", dîsa bû weke rewşa xwe ya orîjînal. Aha ev tiştên tabelayan tev berhemên vê bêtehemiliya dîrokî ne... (UAA/APK/EMK/FD)