Çerkezoglû: Mimkine kêmtirîn mehane heta 750 lîreyî were zêdekirin
Arzû Çerkezoglû, Seroka Giştî a DÎSKê serdana CHPê kiriye û gotiye, “Kêmtirîn mehaneya sala nû weke 2 hezar û 825 lîre hatibû diyarkirin. Hîna di rojên destpêkê yên sala nû de bi awayekî ciddî zam çêbûne û kêmtirîn mehane dikare were guherandin. Mimkine ku bêyî qutkirina bacan, heta 750 lîreyî li kêmtirîn mehaneyê were zêdekirin.”