Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
22 rojnameger
Navê rojnamegerên ku sewqî dadgehê hatine kirin wiha ne:
Xebatkarên Ozgur Gundemê: Elif Aydogmuş, Sevdiye Ergurbuz, Reyhan Hacioglu, Amine Demirkiran, Gunay Aksoy, Burcu Ozkara, Kemal Bozkurt, Onder Elaldi, Ender Ondeş, Sinan Balik, Davut Uçar, Firat Yeşilçinar, Zeki Erden, Bilir Kaya, Ersin Çaksu ve Bayram Balci.
Nûçegihanên DIHAyê: Ozgur Paksoy, Mesut Kanar.
Xebatkarên imc TVyê Gokan Çetin, Gulfem Karataş.
Rojnamegerên ku bi derbkirinê hatin binçavkirin, birine qereqolên Kasimpaşa, Karakoy û Taksimê û bi hinceta ‘mukavemeta li hemberî polêsan’ îfadeyên wan hat hilanîn.
Gelek hevpîşeyên rojnamegerên binçavkirî jî ji bo hevgirtinê hatin derê dadgehê. Însiyatîfa Ez Rojnameger im jî bangewazî kir ku her kes li derê dadgehê kom bibe.
Rêxistinên çapemeniyê yên weke DISK Basin-Iş, Sendîqeya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) û Cemîyeta Rojnamegerên Azad jî li ber derê dadgehê daxuyanî dan çapemeniyê re.
Rêxistinên Çapemeniyê: Em hatine ku hevalên xwe bibin
Di daxuyaniyê de Serokê Giştî yê DISK Basin-Işê Faruk Eren, Serokê Giştî yê TGSê Ugur Guç û Serokê OGCê Heqî Boltan axivî.
Eren got: “Em hatine ku hevalên xwe bibin, em dixwazin hevalên me serbest werin berdan.” Pişt re Guç axivî û got: “Cihê ku lê çapemenî azad nîn e, demokrasî jî li wir nîn e.” Boltan jî di axavtina xwe de got: “Em naxwazin ku ti keseke ji ber rojnamegeriyê girtî bimîne û divê demildest dozên derbarê hevpîşeyên me de hatine vekirin jî, bêne betalkirin.’
Çi bûbû:
8. Dadgeha Sulh Cezayê ya Stenbolê di 16ê Tebaxê de bi hinceta ‘propagandaya rêxistinê dike’ biryar da ku rojnameya Ozgur Gundemê were girtin. Herçiqas ku di wê biryarê de hat gotin ku girtin bi demkî ye jî, wextê wê dema girtinê nehat diyarkirin.
Piştî ku derbarê rojnameyê de biryara girtinê hat dayîn, çend saet şûnde tîmên taybet li Beyogluya Stenbolê avêtin ser avahiya rojnameyê. Polêsan piştî kontrolkirina GBTê hin rojnamegeran servbest berdan lê 22 rojnamegerên li Ozgur Gundemê hatin binçavkirin. Di nav wan rojnamgerên binçavkirî de 2 nûçegihanên DIHAyê û 2 nûçegihanên IMC TVê jî hene.
Piştî wê serdegirtinê polêsan bi avêtin ser malên Berpirsa Weşana Giştî ya Oazgur Gundemê ya berê Eren Keskin, nivîskarên rojnameyê Ragip Zarakolu û Filiz Koçali û Asli Erdogan.
(EA/YO)