Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Arzû Çerkezoglû, Seroka Giştî a Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) serdana CHPê kiriye û gotiye, “Kêmtirîn mehaneya sala nû weke 2 hezar û 825 lîre hatibû diyarkirin. Hîna di rojên destpêkê yên sala nû de bi awayekî ciddî zam çêbûne û kêmtirîn mehane dikare were guherandin. Mimkine ku bêyî qutkirina bacan, heta 750 lîreyî li kêmtirîn mehaneyê were zêdekirin.”
Arzû Çerkezoglû, Seroka Giştî a Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) û bi şandeya ku pê re ye serdana Navenda Giştî ya Partiya Gel a Komarî(CHP) kirine.
Çerkezoglûyê li navendê bi Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî ê CHPê, Faîk Oztrak, Cîgirê Serokê Giştî, Parlamenter Ayhan Barût û Bekîr Başevîrgen re civînek pêkanîye. Civîn ji çapemeniyê re girtî bûye û li piştî civînê Çerkezoglûyê daxuyanî daye rojnamegeran.
Çerkezoglûyê destnîşan kiriye û gotiye ku kêmtirîn mehaneya sala nû weke 2 hezar û 825 lîre hatibû diyarkirin. Hîna di rojên destpêkê yên sala nû de bi awayekî ciddî zam çêbûne, karkerek nikare bi vî maeşî debara malbata xwe bike. kêmtirîn mehane dikare were guherandin. Mimkine ku bêyî qutkirina bacan, heta 750 lîreyî li kêmtirîn mehaneyê were zêdekirin”(DŞ/AY)