Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hesabê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) yê Instagramê yê bi navê "Diskinsesi" îro hatiye girtin.
DÎSKê têkildarî mijarê daxuyaniyek daye û Instagram tawanbar kiriye û diyar kiriye ku beriya rawestandinê ti hêcetek nehatiye nişandan û hişyarî nehatiye dayîn.
DÎSKê li ser hesabê xwe yê Twîtterê parve kiriye ku ji bo pirsgirêk were çareserkirin hesabê fermî yê instagramê etîket kiriye.
Hesabê Instagramê yê hatiye girtin yê DÎSKê bi qasî 9 hezar şopînerên wê hebûne. DÎSK ji bo hesabên wan were vekirin parvekirina li ser Twitterê didomîne.(ED/HA/AY)