Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Karkerên li kargeha Mata Otomotîvê dixebitin û endamên Sendîkaya Metal-Îş a Yekbûyî ya serbi Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) ji ber mafên xwe yên şexsî bidest bixin îro ji bo ji Tûzlaya Stenbolê ber bi Enqereyê ve bimeşin li Herêma Serbest a Pîşesazî Çerm kom bûne.
Beriya meşê polîsan karker bi dorpêçkirinê asteng kiriye.
Karkerên di bin zextên giran ên polîsan de, ji bo meşa xwe bidomînin li pêş kargehê dirûşma "Bi berxwedanê, bi berxwedanê, ji berxwedanê heya serkeftinê" bilind dikin û sekinîne.
Karkerên li kargeha Mata Otomotîvê dixebitin û endamên Sendîkaya Metal-Îş a Yekbûyî ya serbi Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) ji ber ku daxwazên wan nehatine qebûlkirin di 27ê Sibatê de dest ji xebatê kişandibûn.
(TY/AY)