Nasnameya şewqeyî
Bes ev şewqe, ev şewqeyê li ber derê girtîgehê sîpergirtî, heta bêjî serbilind û wêrek e. Çend sed gulleyên nemerd li Şengalê û li derên din li dora wê zivirîne, tenê ew dizane. Lê nabêje, fortan nake. Ev şewqe, ew şewqe ye lewre, yê şêrê welatê xwe, Evdirehmanê kurd e.