Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dadgeha 5ê ya Cezayê Giran a Amedê sedema cezayê ku li rojnameger Abdûrrahman Gokî biriye, aşkere kiriye.
Dadgehê ji ber parvekirinê wî yên medyaya civakî, nûçe û fotograf û vîdeoyên van nûçeyan û bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kiriye” sal û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li Gokî birîbû.
Dadgehê di sedema biryara xwe de negotiye Gokî nûçeyên xwe parve kiriye û behsa rojnamegeriya wî nekiriye.
Dadgehê ji ber ku di parvekirinên Abdurrahman Gokî de YPGyî û sembolên YPGyê hebûn ew tohmet dikir. Lê di sedema biryara xwe de negotiye ku Tirkiyeyê di sala 2014ê de YPG weke “rêxistina terorê” qebûl nedikir.
Dadgehê ev mijar ji Wezareta Karûbarên Derve re nivîsiye û Wezaretê jî bersiv daye û gotiye YPG wê demê ji bo wan “ne rêxistina terorê bû” lê cih nedaye vê bersivê jî.
Di biryara xwe de behsa YPGyê nekiriye û ew fotografên nûçeya weke yên PKKiyan nîşan daye.
Temûr: Nûçe di sedema biryarê de nînin
Parêzerê Abdûrrahman Gokî, Resûl Temûrî ji bo biryara dadgehê gotiye: "Me mînakên dokuman û nasnameyê yên rojnamegeriya Gokî nişan didin û nûçeyên ku ew wêne tê de ne pêşkêşî dadgehê kirin, lê dîsa jî dadgehê di sedema biryara xwe de li ser dokumanên têkildar nirxandin nekiriye. A rast ev yek jî nîşan dide ku dadgeh bêyî ku delîlên berbiçav ên di dosyeyê de nîqaş bike ji bo cezakirinê tevgeriyaye. Wêneyên ku ji bo cezakirinê esas hatine girtin, ji aliyê Gok ve li deverên pevçûn lê rû dane wekî kirdeya nûçeyê hatine girtin, lê dadgehê ev wêne û dîmenên di vê çarçoveyê de ji nedîtî ve hatiye û ji ber nûçeyên ku Gokî çêkirine ceza lê biriye. Ji xeynî vê di biryarê de nehatiye diyarkirin ku bê ka çima ev nûçe û wêne wekî sûc hatine hesibandin.”
Gok: Di dema amadekirina îdianameyê de biryar dane
Abdûrrahman Gokî jî derbarê biryarê de gotiye: “Min di tevahiya parastina xwe de bi delîlan nîşan da ku her îdiaya ku dozgerî wê wekî sûc dihesibîne xebatên rojnamegeriyê ne û min ev hemû bi delîlan danî holê. Min hemû piştrast kirin û ew parastin. Li ser vî esasî min di her danişînê de hem bi devkî hem jî bi nivîskî bi rûpelan parastin kir. Lê belê, dadgehê di hinceta biryara xwe de gotiye, ji bo neyê cezakirin ev parastin kirine. A rast ez di gelek dozan de rastî vê hevoka qalibî hatime. Lê belê ew tiştên min ew wekî sûc qebûl nekirine û çendî min qebûl kiriye ku ew nûçe û wêneyên behsa wan tê kirin ên min jî, lê cardin hevokek bi vî rengî hatiye bi kar anîn. Ecêb e. Ev yek jî îspat dike ku gava îdianame hatiye amadekirin dadgehê ev biryar daye. Lidarxistina danişînan, bû mîzanseneke hiqûqî. Îfadeyên şahidê veşarî Sabir jî tê de hene ku gotibû dema Kemal Kûrkût hatiye qetilkirin wî dîmenên wê kêliyê bi fermana rêxistinê girtine. A rast ev îfade pir eşkere nîşan dide ku bê ka ev ceza çima hatiye dayin."
Çi bûbû?
Abdûrrahman Gokî, roja 21ê Adara 2017ê li Newroza Amedê, fotografên kuştina xwendekarê zanîngehê, Kemal Kûrkûtî girtibû ku polîsan ew kuştibû.
Gok piştî bûyerê bi 8 rojan, di 29ê Adarê de, tevî parêzerê xwe çibû Edliyeya Amedê û îfade dabû Dozgerê Komarî yê ku lêpirsîn birêve dibir. Li ser daxwaza dozgerî, 26 fotografên ku di dema bûyerê de girtibûn, radestî dozgerî kiribû.
Piştî vê bûyerê bi çend hefteyan, di 20ê Adara 2017ê de polîsan girtibûn ser mala Gokî ya li Rezana Amedê. Gok ne li malê bû û polîsan di encama lêgerînê de dest danîbûn ser çar pirtûk, kovarekê û 2 telefonên ku yên Gokî bûn lê bikar nedianîn.
Paşê jî ji ber axavtinên wî yên bi rêya telefonan ên bi çavkaniyên wî yên nûçeyan re, mesajên wî yên li ser medyaya civakî û nûçeyên ku wî çêkirine, bi tohmeta “endamê rêxistinê ye” û “propagandaya rêxistinê kiriye” doz lê hatibû vekirin. Dozgerî xwestibû ku bila ji 7 salan heta 20 salan bi cezayê girtîgehê were cezakirin.
Di danişîna pêncan de dozgerî nêrîna xwe aşkere kiribû û gotibû ku ti delîlên berbiçav û pêbawer ji bo tohmeta “endamtiya rêxistina terorê ya çekdar” nîne û ji ber wê bila beraet bike.
Lê ji ber mesajên wî yên li ser hesabên wî yên medyaya civakî, xwestibû ku ew bi tohmeta “rêze-propagandaya rêxistinê kiriye” were cezakirin.
Gok bi wan fotografân, Xelata Taybet a Jûriyê ya Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepeyî wergirtibû. (HA/FD)