Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rojnameger Abdûrrahman Gok, piştî girtina xwe bi 5 mehan, îro derket pêşberî heyeta dadgehê.
Gok bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kiriye” û “endamê rêxistinê ye” hatibû girtin.
Dadgehkirina Gokî li Dadgeha 5an a Cezayê Giran a Amedê pêk hat. Gokî di dema danişînê de paraznameya xwe pêşkêş kir.
Gokî got ku “ji ber fotografên Kemal Kurkutî doz lê hatiye vekirin.” Piştî Gokî, parêzerên wî Resûl Temûr û Mehmet Emîn Aktar axivîn.
Li dû axavtina parêzeran dozgerî xwest ku Gok tehliye nebe û girtî bimîne. Gokî got, “Ez li derve jî bim li hundir jî bim, ez ê bi berdewamî karê rojnamegeriyê bikim.”
Ji bo Gokê ji 25ê Nîsanê û vir ve girtî ye, parêzeran daxwaza tehliyeyê kir.
Lê heyeta dadgehê daxwaza parêzeran na, lê ya dozgerî qebûl kir. Dadgehkirina Gokî wê di 5ê Kanûna Pêşiyê de berdewam bike.
Nûnerê Tirkiyeyê yê Rojnamegerên Sînornenas (RSF) û Raportorê bianetê yê Azadiya Medayayê Erol Onderoğlû û Nûnerê Tirkiyê yê Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) Ozgur Ogretî jî danişîn şopandin.
Beriya danişînê çalakiyek pêk hat
Beriya danişînê, endamên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) li ber avahiya edliyeyê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Parlamenterên Partiya Çepên Kesk Serhat Eren, Cengîz Çandar û Meral Daniş Beştaş û Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) Sezgîn Tanrikûlû û nûnerên saziyên civaka sivîl, piştîrî da rojnamegeran.
Hevserokê DFGyê Serdar Altan diyar kir ku ew ji bo guhdarîkirina rojnameger Abdurrahman Gok û Mehmet Şah Orûç hatine: “Dema em li îdianameya du hevalên xwe dinêrin, ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê tên darizandin. Bi rastî li vir dîsa rojnamegerî tê darizandin. Em hemû jî dizanin ku ev ne sûcê hevalên me yên rojnameger e. Em vê yekê qebûl nakin. Divê hevalên me demildest bên berdan. Cihê wan ne zindan e. Gelek hevalên me ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê di girtîgehê de ne. Pêwîst e di zûtirîn demê de bên berdan. Rojnamegerî, rojnameger bêdeng namînin.”
Berdevka MKGPyê Roza Metînayê jî diyar kir ku rojnameger bi awayekî derhiqûqî hatine binçavkirin. Metîna, destnîşan kir ku rojnameger Gok kêliyên qetilkirina Kemal Kurkut a di Newroza Amedê de kişandibû, lewma hedef hatiye girtin: “Rojnamegerî nayê darizandin. Li gorî peymanên navneteweyî jî darizandina rojnamegeran sûc e. Ew bi îşkence û girtinan ti carî nikarin dengê me qut bikin."
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Cengîz Çandar axivî: “Li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê di bin lingan de ye. Li hundir rojnamegerek tê darizandin, lê ev der bi polîs û helîkopteran tije ye. Tirkiye di rewşa xwe ya niha de nikare gavekê jî ber bi Yekitiya Ewropayê ve bavêje. Heta ev kiryar bi dawî nebin demokrasî nayê Tirkiyeyê. Her kes dizane ku tola kişandina kêliyên kuştina Kemal Kurkut ji Apo Gok hiltînin. Tişta ku em dixwazin azadiya wî ye.”
Piştre Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû axivî û diyar kir ku rojnamegeriya li vê erdnîgariyê tê wateya mirin, îşkence, sirgûn û girtîgehê: “Zarok û birayên Mûsa Anter ti carî dev ji têkoşîna heqîqetê ya li vê erdnîgariyê bernedan. Heke ji we nebûya, bûyera Roboskê û Ceylan Onkol ev qas eşkere nedibû. Mirina Ûgûr ku bi 12 guleyan hat qetilkirin dê nehatibûya zanîn. Ev berdêl çi dibe bila bibe em bi hev re didin û em ê bidin jî. Lê bizanibin ku di dawiya vê de em ê bigihîjin azadî, aştî û edaletê.” (HA/FD)