Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), ji bo danişîna yekem a rojnameger Abdûrrahman Gok û Mehmet Şah Orûçî bang li rojnamegeran, sendîkayan û saziyên çapemeniyê kir.
Di 25ê Nîsanê de ji ber îfadeyên kesekî nediyar, di encama operasyonekê de edîtorê MAyê Abdûrrahman Gok û nûçegîhanê heman ajansê Mehmet Şah Orûç hatin desteserkirin û girtin. Gok û Orûç wê di 14ê Îlonê de piştî 142 rojan wê derkevin pêşberî dadgehê.
DFGyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku ew rojnamegeran, rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê, saziyên demokratîk vedixwînin pêş edliyeyê da ku piştgiriyê bidin rojnamegeran.
"Dixwazin tolê ji rojnamegeriya baş hilînin"
Daxuyaniya DFGyê wiha ye
“Angaştnameya der barê wan de hat amadekirin, bi temamî li ser xebatên rojnamegeriyê hatiye amadekirin. Xebatên rojnamgeriyê kirine mijara sucdariyê. Bi van sucdariyan hevalên me tên darizandin.
“Der barê Abdurrahman Gok de bi angaşta ‘Endamtiya Rêxistinê’ ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan û bi angaşta ‘Propaganda rêxistinê’ ji salekê heta 5 salan cezayê hepsê dixwazin. Danişîna yekemîn a dozê dê di 14ê Îlonê de li 5emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin.
“Der barê rojnameger M. Şah Oruç de jî bi angaşta ‘Endamtiya rêxistinê’ û ‘Propaganda rêxistinê’ bi giştî 22 sal û 6 meh cezayê girtîgehê dixwazin. Di angaştnameya Oruç de armanc dike ku ji yekê zêdetir sûc kirine û bi vê yekê dixwazin cezayê wî zêde bikin. Dixwazin cezayan li ser hev bide. Danişîna Oruç jî dê di 14ê Îlonê de li 2emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bedlisê bê dîtin.
“Em baş dizanin ku herdu hevalên me jî di rojnamegeriyê de pir serkeftî ne. Em dizanin rojnamegerên gelek serkeftî ne. Ev rastî ji aliyê raya giştî ve jî tê zanin. Bi van dozên der barê wan de vekirine dixwazin tolê ji “Rojnamegeriya baş” hilînin.
“Her çendî bi mehan e bi bawayekî fîzîkî ji pişeyên xwe û ji me hatine dûrxistin jî nikarin rojnamegeriya wan asteng bikin. Ew nivîsandin, vegotin û gotinên xwe berdewam dikin.
“Lê divê ev baş bê zanîn ku; herdu hevalên me jî ne bi tenê ne. Hempîşeyên wan, hevalên ku wan ji nêzîk ve nas dikin, xwînerên wan, li wan xwedî derketin û dê xwedî derkevin. Ji ber vê sedemê di 14ê Îlonê roja pêncşemê saet di 10.30’an de em ê li pêş Edliyeya Amedê bin. Em ê careke din nîşan bidin ku rojnamegerî ne sûc e. Em ê bêjin Rojnamegerî Ne Sûc e.
“Em hemû hempîşeyên xwe, rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê, saziyên demokratîk û gelê xwe vedixwînin pêş edliyê da ku piştgiriyê bidin rojnamegeran. Em ji bîr nekin ku ya tê bêdengkirin dengê we ye. Em li dengê xwe û qerîna xwe xwedî derkevin!” (FD)