Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rojnameger Abdûrrahman Gok di 25ê Nîsanê de di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarî ya Amedê de hatibû desteserkirin û paşê jî hatibû girtin. Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Abdûrrahman Gok nameya ku ji hevpîşeyê xwe Huseyîn Aykolî re şandibû, rêveberiya girtîgehê dest daye ser nameyê.
Gok di nameya xwe de destnîşan kiriye ku ji ber ku wî di Newroza 2017an de wêneyê dema polîsan Kemal Kurkut qetil kiriye kişandiye, darazê ji wê rojê ve li ser wî zext çêkiriye.
Rêveberiya girtîgehê naveroka nameyê weke hêcet nîşan daye û dest daye ser nameyê. Gök di heman rojê de li dijî biryarê derketiye. Komîsyona Xwendina Nameyan bi hinceta ku "Di nameyê de dewlet weke kujer tohmetbar kiriye" serlêdana Gok qebûl nekiriye.
Li ser vê yekê, Gok ji Huseyin Aykol re nameyek kurt nivîsîye û rewşa wî pirsîye û cihê mayî jî vala hiştiye. Di dawiya rûpela duyemîn de jî têbinîya “Dema 'azadiya derbirînê' pêk were ev name wê biqede" nivîsandiye.(HA/AY)