Wezareta Rewşenbîrîyê ya Herêma Kurdistanê xelat daye Dotmîra Botanê, Sînemxan Bedirxanê

Dotmîr, Sîmenxan Bedirxan(rêza pêşiyê, ji aliyê rastê ve kesa yekem)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Herêma Kurdistana Iraqê duhî ji bo rêzlêgirtinê xelat daye Dotmîra Botanê Sînemxan Bedirxanê.
Wezaretê Festîvala Helbestên Jinên Kurd pêk aniye. Di festîvalê de Xelata Rêzlêgirtinê daye 11 jinên kurd.
Sînemxan Bedirxanê ji bianet kurdîyê re got:
“Pê gelek keyfxweş û şanaz im ku min li welatê xwe ev xelat standiye. Qedr û qîmetê wê ji bo min gelek bilind e.
“Li ser xelatê ‘jiyan jin’ hatiye nivîsîn anko jin jiyan e. Çi şanazîyek e ku li welatê me ev qedir ji bo jinan hatiye dayin.
“Ez dixwazim bi rêya pirsa te spasîyên xwe bigihînin wan kesên festîval amade kirîn.”
Sînemxan, keça Mîr Celadet Alî Bedirxan, nevîya Emîn Alî Bedirxan û nevîçirka Prensê Botanê Bedirxan Ezîzan e.
Li gor nûçeyeka Rûdawê, Di nava kesên ku xelat wergirtin, Kurdistan Mukriyanî, Dr. Şukriye Resûl, Diya Ciwan jî hebûn.
Nivîskar Necîbe Ehmed jî dibêje, "ew serdema ku me têde kar dikir, ku wek niha destê jinan nedigîşt berhemên çapkirî, medya û televîzyon û çapameniyê bi giştî û ji bo jinan gelek zehmet bû ku xwe perwerde bikin."
Helbestvan Bonşino Mihemed jî ragihand, "divê jin li gor jinîtiya xwe binivîse û li ser hezên jinan û sînorên qedexekirî binivîse, nabe weke zilaman binivîse."
Mihabad Qeredaxî jî dibêje, lidarxistina festîvaleke bi vî awayî û beşdariya jinan têde, ji bo nivşê nû yê jinên helbestvan handaneke baş e. Bi gotina Mihabad Qeredaxî, "rêzgirtina li hin helbestvanên jin ku xwedî ezmûn in û kedeke mezin dane ji bo wêjeya Kurdî, rêzgirtina li jinê ye û wê yekê giringiya xwe heye."
Beyan Letîf nivîskar û helbestvaneka din e ku di festîvalê de beşdar bûye. Beyan Letîf wek xwe dibêje, rizgarbûyeka Enfalê ye û di helbestên xwe de wê hewl daye êş û kulên gelê Kurd û herwiha êş û derdên jinan di helbestên xwe de bîne ziman.
(MB)
Çavkanî: Rûdaw, bianet kurdî
Wêne: Facebook/MahabadQaradaghi
VÎDEO - NÛÇEYA MURAT BAYRAMÎ
Îşev, don’t cry yadê!
.jpg)
NIVÎSA MURAT BAYRAMÎ
Şîreta li tûrîstan: "Kurdî zimanê terorîstan e"

NÛÇEYA MURAT BAYRAMÎ
Penaberên Efxanî û Pakistanî li Amedê asê mane
.jpg)
VÎDEO - NÛÇE
Kerên karker ên şaredarîyê rojeka xwe çawa diborînin?
.jpg)
MURAT BAYRAMÎ NIVÎSAND
Rapora Reutersî û tama tehl a gîyayê hewşê
.jpg)