Wezareta Perwerdeyê gotina “Zayenda Civakî” ji rêziknameyên xwe derxistiye

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gorî zanyariyên Feray Aytekin-Aydogan, Seroka Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egitim-Sen) da, Wezareta Perwerdeyê ya Netewî di 10ê Îlonê de Lîsteya Armancên Perwerde û Hînkariyê yên Sala 2019-2020ê de weşandiye. Di vê lîsteyê de Wekheviya Zayenda Civakî jî tê de 26 armanca hatibûn diyarkirin. Lê piştî wê bi rojekê li ser malpera Wezaretê lîsteyek hatiye weşandin û di vê lîsteyê de Wekheviya Zayenda Civakî nebûye. Di lîsteyê de tenê 25 armanc mane. Aytekîn-Aydoganê diyar kir ku Wezaretê di kêliya dawiyê de guhertin kiriye û wekheviya zayenda civakî ji hemû qadan rakiriye.
“Wezaret êrîşî desteftiyên me dike”
Aytekîn-Aydoganê wiha got: “Ji nava çalakiyên rêbertiyê gotina zayenda civakî derxistine. Ew zanyarî li ber destê me heye ku wê ev çalakî bi saziyên civaka sivîl û yên navnetewî re pêk bînin.
“Em bi salan e dibînin ku him desteftiyên jinên Egitim-Senê him jî yên têkoşîna jinan di bin êrîşên sîstematîk de ne. MEB dixwaze desteftiyên me yek bi yek ji holê rake.
“Ev guhertina Wezaretê kiriye dide xuyakirin ku rewş ber bi cihekî gelekî xirab ve diçe. Em bi salan e ku li hemberî vê hişmendiyê têdikoşin. Em qebul nakin ku li dibistanan li şûna zayenda civakî weqif û cemaet bên bicîkirin.”
Peymana Stenbolê ferz dike ku divê li dibistanan têgeha zayenda civakî bê hînkirin. (EMK/FD)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - ADAR 2025
Mêran di Adarê de 24 jin kuştin

23EMÎN MEŞA ŞEVA FEMİNÎSTAN
Jin û LGBTI+ li Taksîmê ne: "Heta wekhevî pêk neyê ev serhildan wê bi dawî nebe"

RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - SİBAT 2025
Mêran di Sibatê de 17 jin kuştin

Nîmet Tanrikûlû tehliye bû

RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - KANÛNA PAŞİYÊ 2025
Mêran di Kanûna Paşiyê de 28 jin kuştin
