Transa girtî Mîray, 55 roj in di greva birçîbûnê de ye

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
“Em beriya niha li zindanên din jî mane. Tiştek wiha qet nehatibû serê me. Li vir qet bersivek jî nadin daxwaznameyên me. Pirsgirêkên me çareser nakin. Hevaleke me ev 55 roj in di greva birçîbûnê de ye. Bes dixwaze ji hicreya yekkesî derkeve. Rapora wê heye ku dibêje ‘nekare bi tena serê xwe bimine’.”
Încîlaya trans ku ew jî li Zindana Tîpa Lyê ya Alanyayê girtîbû û niha bi destûr ji girtîgehê derketiye, bi van gotinan behsa rewşa li zindanê dike. Ew jî tirsa xwe tîne ziman û dibêje: “Dibe ku hevala me demildest greva xwe ya birçîbûnê veguhezîne rojiya mirinê. Divê demildest ji hicreya yekkesî were derxistin.’
Li Zindana Tîpa Lyê ya Alanyayê 15 girtiyên LGBTI hene. Ew 15 girtî jî di hicreyên yekkesî de tên girtin ku ev hicre ji bo kesên cezayê girtina miebetê hatine çêkirin. Lê belê li gorî cezayê ku li wan 15 kesan hatiye birîn divê ew nekevin hicreyan. Rêveberiya zindanê ji ber ku ew kesên LGBTI ne, wan di hicreyan de digre. Ji ber ku nasnameyên ‘rengşîn’ dane wan, ew di zindana mêran de tên girtin.
"Bersiva daxwaznameya me nayê dayîn"
Cudakarî li vir naqede. Bersiva daxwaznameyên girtiyên LGBTI nayê dayîn. Încîlay dibêje ku, “belkî min hezar daxwazname nivîsand. Bersiva yekê jî nehat. Weke ku em tune ne nêzîkî me dibin. Lê belê, ez dibînim, dema ku girtiyên din daxwaza semawerê dikin, semawerê ji wan re dişinin. Ev cudakarîyê”
Încilayê diyar kir ku Mîray 55 roj in di greva birçîbûnê de ye û hin girtiyên din jî ji bo ji hicreyan derbasî qawîşan bibin wê dest bi greva birçîbûnê bibin.
Daxwazên girtiyên LGBTI yên li Girtîgeha Tîpa Lyê ya Alanyayê wiha ne: * Girtiyên LGBTI dixwazin an qawîşek ji wan re were vekirin an jî ji bo wan girtîgehan bên şandin ku li wir qawîşa LGBTIyan lê hene. * Şert û mercên paqijiyê divê bên avakirin. * Dema ku bixwazin biçin revîrê, divê ev mafên wan neyê asteng kirin. * Bila bersiv ji bo daxwaznameyên wan were dayîn. * Dawî li cudakarî û pêşdarazê were anîn. |
(EMK/DG/FD)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - KANÛNA PAŞİYÊ 2025
Mêran di Kanûna Paşiyê de 28 jin kuştin

Ji bianetê heta Çiyayên Kaz: Xelatên 2024an ên SESê hatin dayîn

RAPORA TÛNDKARIYA MÊRAN–2024
Mêran di sala 2024an de herî kêm 378 jin kuştine

Metîn Goktepe li ser gora xwe hat bibîranîn

RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - KANÛNA PÊŞİYÊ 2024
Mêran di Kanûna Pêşiyê de 19 jin kuştin
