8Ê ADARÊ MEŞA BİŞEV A FEMİNÎSTAN
"Serhildana feminîstî li her derê ye"

Fotograf: Evrîm Kepenek/bîanet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Jin ji bo Meşa Bişev a 8ê Adarê ya Feminîstan li sikakên ku ser bi Kolana Îstiklalê ne kom bûn û piştre derbasî Kolana Siraselvîlerê bûn.
Polîsan destûr nedaye ku jin li Kolana Îstiklalê û Meydana Taksîmê kom bibin. Rêyên ku bi ser meydanê û Kolana Îstîklalê derdikevin, ji hêla polîsan ve hatine girtin.
Vîdeo: Evrîm Kepenek/bîanet
Komên ku li nava kolanan kom bûne barîkatên polîsan derbas kirin û bi sloganên “Qeyûm-meyûm nîne tiştekî wisa, Lezbîyen-mezbiyen heye tiştekî wisa”, “"çeng bibe çeng bibe her kî nebe Tayyip e", “Tu yê tu carî bi tenê ne meşe”, “Em bêdeng namînin, natirsin û serî natewînin”
“Ger jin azad be wê dinya biheje” ber bi Siraselviyê dest bi meşê kirin.
Pervîn Bûldan, Hevseroka Giştî a Partiya Demokratîk a Gelan(HDP), parlamenterên HDPê û CHPê jî tevlî meşa bişev a feminîstan dibe.
Video: Nazan Özcan / bianet
“Serhildana feminîstî di nav biryarên jinan da ye!”
Di meşa bişev a feminîstan de daxuyaniya çapemeniyê bi kurdî, tirkî, erebî û ermenîkî hat xwendin.
Di metna daxuyaniyê de weha hat gotin:
“Em hêza xwe ji feminizm, piştgiriyê, kolanan û digel her tiştî em hêza xwe ji hev digirin. Em bi ken, hêrs, serhildan û tekoşîna xwe cara 19em e di 8ê Adarê meşa bişev a feminîstan de li vir in! Em bi hev re ne, em bi piştevaniya xwe ya feministî bi hêz in.”
Sehildana feminîstî di mal û malbatê de
“Ji ber pandemiyê dema ku em neçarman li mal bimînin û kesên wê demê karên malê û mêzekirina zarokan li mer ferz kirin, di malbatê de bav, hevjîn, destgirtî û tûndkariya mêran, em li dijî wan serîhil didin.! Serhildana feminîstî di mal û malbatê de!”
Serhildana feminîstî li kolana
Li dijî ew kesên ku ji me re cil û bergan diyar dike, saetan diyar dike û cîhên ku ew dixwazin em biçin re serhildana feminîstî li şevê û li kolanê ye!
Serhildana Feminîstî li her derê ye
“Serhildana feminîstî li dijî wan kesên ku dibêjin “LGBT nîne”, kesên ji zayenda civakî ditirsin, êrişên tranfobîk û homofobîk, nefret, miemeleya piçûkxistinê û zayendperestiyê li her dere ye!
“Serhildana feminîstî li dijî zordariya olî, nijadperestî, kapîtalîzm û pederşahiye pêşeroj e, em aştiyê, demokrasiyê welatekî wekhev û azad dixwazin!”(EMK/EKN/AY)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - KANÛNA PAŞİYÊ 2025
Mêran di Kanûna Paşiyê de 28 jin kuştin

Ji bianetê heta Çiyayên Kaz: Xelatên 2024an ên SESê hatin dayîn

RAPORA TÛNDKARIYA MÊRAN–2024
Mêran di sala 2024an de herî kêm 378 jin kuştine

Metîn Goktepe li ser gora xwe hat bibîranîn

RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - KANÛNA PÊŞİYÊ 2024
Mêran di Kanûna Pêşiyê de 19 jin kuştin
