MEŞA FEMÎNÎSTAN A BI ŞEV A 20AN
"Serhildana Femînîstan wê neqede!"

Fotograf: Evrim Kepenek / bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji bo Meşa Femînîstan a bi şev a 20an jin îro li Beyoglûya Stenbolê, li kuçeyên ber bi Kolana Îstîklalê ve diçin, civiyan.
Jinan weke her sal, îsal jî xwestin biçin Kolana Îstîklalê, li Walîtiya Stenbolê destûr neda wan. Polîsan hemû rêyên diçin bi ser Kolana Îstîklalê ve girtin û Qada Taksîmê bi bariyeran dorpêç kir.
Bixwîne - Polîsan destûra çûna Taksîmê neda, serhildana jinan li tevahiya Cîhangîrê belav bû
Digel vê rewşê jin dest ji çalakiya xwe berdena û li Cîhangîrê kom bûn. Jinan qedexeya ku li ber meşa wan hatiye danîn, protesto kirin û li vir civîneke çapemeniyê li dar xistin.
"Serhildana me femînîstan dê bi dawî nebe"
Daxuyanî bi tirkî, kurdî û ingilîzî hate xwendin. Daxuyaniya hate xwendin wiha ye:
"Serhildana Femînîst dê bi dawî nebe!Îşev, di 8ê Adara 2022yan de li bin siya şer û xizaniya ku mêran derxistiye, bi deh hezaran jin em dîsa bi hev re ne. Em dibêjin heya ku dinyayeke femînîst ava bibe serhildana me bi dawî nabe. Em dizanin ku li dijî patriyarkaya ku me difetisîne, li dijî kapîtalîzma ku keda me dixwe, li dijî heteroseksîzma ku yekperestiyê li ser me ferz dike, dinyayeke din heye. Li hember jinan û LGBTI+yan ji her alî ve êriş tê kirin. Li dijî betalkirina Peymannameya Stenbolê û destdanîna li ser mafê nafaqayê, li dijî kesên ku homofobî û transfobiyê bi awayekî aşkera xurt dikin, li dijî kesên ku dixwazin me di nav kar û barên malê de zindanî bikin û me bikin jinên maqûl, li dijî van hemû kesên ku dixwazin şer û xizaniyê bikin qedera jinan, em hîn jî li ber xwe didin. Berxwedana me, hêviya me bi xêra femînîzmê ye. Bi xêra femînîstên ku niha li vê meydanê kom bûne, bi xêra femînîstên çar aliyê cîhanê ye. Angaşta me tenê ne pîrozkirina vê rojê ye, tenê ne ji bo ji holê rakirina cudakariyê ye. Çavê me lê ye em dinyayê biguherînin. Em dibêjin; heya ku dinyakeke bê patriyarka, bê kapîtalîzm, bê nijadperestî, bê şer û bê mêtingerî, bê tundiya olî, heya ku dinyayeke azad û wekhev ava nebe serhildana femînîstan dê bi dawî nebe! Bijî berxwedana me ya femînîst!" |
(HA/FD
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - KANÛNA PAŞİYÊ 2025
Mêran di Kanûna Paşiyê de 28 jin kuştin

Ji bianetê heta Çiyayên Kaz: Xelatên 2024an ên SESê hatin dayîn

RAPORA TÛNDKARIYA MÊRAN–2024
Mêran di sala 2024an de herî kêm 378 jin kuştine

Metîn Goktepe li ser gora xwe hat bibîranîn

RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - KANÛNA PÊŞİYÊ 2024
Mêran di Kanûna Pêşiyê de 19 jin kuştin
