Li gor nûçeyên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û netewî, ji malperên nûçeyan û ajansan berhev kirin, mêran di meha Kanûna Paşiyê de bi kêmanî 28 jin û 4 zarok kuştin.
Saziyên çapemeniyê di meha Kanûna Paşiyê de ji bo mirinên 39 jinan û 7 zarokan gotine “mirinên bigûman” e.
Mêran tundkarî bi kêmanî li 39 jinan kirin, îstîsmar bi kêmanî li 13 zarokên keç û kur kiriye, bi kêmanî 11 jin tacîz kirine, bi kêmanî tecawiz li jinekê kirine. Her weha mêran di meha Kanûna Paşiyê de 61 jin neçarî karkeriya sekse kirin.
Mêran li Edîrneyê gefa kuştinê li jinekê xwar.
Bajarên ku mirinên jinan ên bigûman lê pêk hatine
Adana (2), Semsûr (1), Afyon (1), Aksaray (2), Ankara (1), Antalya (1), Aydın (1), Balıkesir (1), Êlih (2), Bolu (2), Burdur (1), Bursa (3), (1), Çanakkale (1), Çorum (1), Erzîrom (1), Eskişehir (1), Karaman (1), Kayseri (1), Kocaeli (1), Kırklareli (1), Manisa (1), Mêrdîn (1), Mersin (1), Muğla (2), Sakarya (3), Sinop (1), Yalova (1), Zonguldak (1), Stenbol (1), İzmir (1).
Bajarên ku mirinên zarokan ên bigûman lê pêk hatine
Adana (1), Aydın (1), Amed (2), Mêrdîn (1), Samsun (2).
Kuştin
Mêran di meha Kanûna Paşiyê de bi kêmanî 28 jin kuştin; par di heman mehê de jî heman hejmar bû.
Digel biryara parastinê meran herî kêm şeş jin kuştine.
Jinên ku mêran ew di Kanûna Paşiyê de kuştin
Aysun Y., Ayşe Ç., Burcu Seymen, Canfeda T., D.K., Derya Kozan, Emine Gündüz, Fatma Elif Kutlu, Fatma K., Fatma T., Fatma İnce, Gamze Alır, Gülizar A., Gülnaz A., Hale El şıh İ., Hatice G., Hazal A., Hüsnü T., Latife K., Melisa Ç., Meryem D., Nurgül K., Pınar Z., Semiha T., Sevgi E., Shaxnoz L., Türkan F., Ummuhan K.
Bajarên ku mêran ew lê kuştin
Adana (3), Afyon (4), Ankara (1), Antalya (1), Antep (2), Bursa (1), Giresun (1), Kayseri (1), Kocaeli (1), Konya (1), Malatya (1), Mardin (1), Mersin (1), Muğla (1), Tekirdağ (1), İstanbul (6), İzmir (1).
Mêran ji bo ku “xwestine veqetin / nexwestine li hev bên” 16 jin kuştin.. Çapemeniyê “hêcata” kuştina 12 jinan nenivîsiye.
Hevjîn û destgirtiyan bi kêmanî 15 jin, endamên malbatê yên weke kalik, kur û bav 8 jin kuştine. Du jin jî zavayê wan ew kuştin. Jinekê patronê wê ew kuştiye. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrê ku du jin kuştiye nas e an ne nas e.
Mêran bi çekên guleber 19 jin, bi amûrên birînê yên weke kêr û birekê 6 jin kuştine. Mêran, jinekê bi lêdanê û du jin jî şewitandinê kuştine.
Mêran herî kêm 7 jin li park, kolan, daristan ango qadên civakî, 21 jin jî li nava malan kuştin.
Pêvajoya hiqûqî
40 faîl hebûn ku jin kuştine. Bi tenê 21 faîl hatin girtin, 12 faîl hatin desteserkirin. 5 faîlan xwe kuştin. Çapemeniyê ji bo pêvajoya hiqûqî ya du faîlan gotiye “revîne”.
Kuştina zarokan
Mêran di meha Kanûna Paşiyê de herî kêm çar zarok kuştin. Ev hejmar par di heman mehê de pênc bû.
Mêran sê zarok bi çekên guleber kuştin. Zarokek jî serê wî bi kevir pelixandiye û kuştiye.
Zarokek birayê wê, zarokek destgirtiyê dêya wê, zarokek temîrker û zarokek jî bavê wê ew kuştiye.
Bajarên ku mêran zarok lê kuştine
Adana (1), İstanbul (2), Tekirdağ (1).
Zarokên ku mêran ew kuştine
Şehrinin O., Dilan Y., Meryem S., Rafet D.
Pêvajoya hiqûqî
5 faîl hebûn ku zarok kuştine. Faîlek xwe kuşt û çar jî hatin girtin.
Tacîz
Mêran di meha Kanûna Pêşiya 2025an de herî kêm tacîz li 11 jinan kirine. Par di heman mehê de ev hijmar du bû.
Çar bûyerên tacîzê sîstematîk bûn.
Mêran li qadên derveyî mal yên weke kolan, mixaze, wesayîtê cemaweriyê û nexweşxaneyê tacîz li jinan kirine.
Jinekê 41 hevpîşeyên wê, jinekê rêvebirê nûçeyan, du jin rêvebirê wan, du jin seyaqê teksiye, jinekê cîranê wê, jinekê xebatkarê nexweşxaneyê, jinekê fermanber ew tacîz kiriye. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrê ku tacîz li du jinan kiriye nas e an ne nas e.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
Ankara (1), Bursa (1), Edirne (1), Kocaeli (2), Zonguldak (2), İstanbul (3), İzmir (1).
Pêvajoya hiqûqî
52 faîl hebûn ku jin tacîz kirine. Jê 2 hatin girtin, faîlek hat desteserkirin. Derbarê 41 faîlan de tu karekî hiqûqî nehat kirin. Derbarê çar faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin. Du faîl serbest bûn. Derbarê faîlek de biryara zeftkirinê hat dayîn. Faîlek ji wezîfeyê hat girtin.
Îstismara li zarokan
Mêran di meha Kanûna Paşiyê de îstîsmar bi kêmanî li 13 zarokên keç û kur kirine. Par ev hejmar di heman mehê de 11 bû.
Mêran li qadên derveyî malê yên weke dibistan, qursa quranê, salona werzişê îstismar li 4 zarokan kirine.
Zarokek dersdêrê wê, zarokek dersdêrê wê yê dansê, zarokek miftî û zarokek jî destgirtiyê dêya wê ew îstismar kiriye.
Çapemeniyê nenivîsiye ku bê ka mêrê ku îstismar li 7 zarokan kiriye nas e an ne nas e.
Bajarên ku mêran lê îstismar li zarokan kirine
Aksaray (1), Dêrsim (1), Xarpêt (1), Eskişehir (3), Kocaeli (1), Zonguldak (4), İstanbul (2).
Pajêvoya hiqûqî
13 faîl hebûn ku îstismar li zarokan kirine. Ji wan tene 7 faîl hatin girtin. Faîlek hat desteserkirin. Derbarê 4 faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin.Faîlek ji bo bajarek din hat şandin.
Êrîşa zayendî/Tecawiz
Mêran di meha Kanûna Paşiya 2025an de herî kêm tecawiz li jinekê kirine. Par di heman mehê de jî ev hejmar yek bû.
Mêran li derveyî malan tecawiz kirine.
Du mêran tecawiz li jinan kirine. Çapemeniyê nenivîsiyê bê ka nas in an ne nas in.
Bajarên ku mêran tecawiz li jinan kiriye
Enqere (1)
Pêvajoya hiqûqî
Du faîl hebûn ku tecawiz li jinan kirine. Faîlek hat girtin û yên din hat desteserkirin.
Tundkarî/Birîndarkirin
Mêran di meha Kanûna Paşiyê de bi kêmanî 39 jin birîndar kirin. Par di heman mehê de jî ev hejmar 39 bû.
Di nav kesên ku tûndkarî li jinan kirine de polîs jî hene. Di nav jinên ku mêran ew birîndar kirine de jê yek trans bû. Herî kêm 4 jin bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê.
Bi kêmanî 33 jin destgirtî û mêrên wan ew birîndar kirin. Çapemeniyê nenivîsiye ku mêrên ku 5 jin birîndar kirine nas in an ne nas in.
Mêran, ji ber ku “nexwestine li hev bên, xwestine veqetin” bi kêmanî 22 jin birîndar kirin. Çapemeniyê hêceta birîndarkirina 17 jinan nenivîsiye.
Mêran derb li 27 jinan xistin û birîndar kirin. Bi kêr û yên mîna wan 6 jin û bi çekên guleber 6 jin birîndar kirin.
Mêran li nava malan 32 jin, li nava wesayitên guhastinê yên cemawerî, kolan ango li derveyî malan 7 jin birîndar kirin.
Bajarên ku mêran tûndkarî li jinan kirine
Adana (1), Ankara (1), Antalya (1), Çewlîg (1), Bursa (2), Edirne (18), Konya (1), Mereş (1), Nevşehir (1), Sakarya (1), Samsun (1), Tekirdag (1), Uşak (1), İstanbul (5), İzmir (3).
Pêvajoya hiqûqî
36 faîlên ku jin birîndar kirine hebûn. Tenê 4 hatin girtin. Derbarê 20 faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin. 6 faîl hatin desteserkirin. Faîlek xwe kuşt û derbarê faîlek de biryara jêdûrxistinê hat dayîn. Çapemeniyê derbarê pêvajoya hiqûqî ya 4 faîlan de ti zanyarî neweşand.
Karkeriya seksê ya mecbûrî
Mêran di meha Kanûna Paşiyê de bi kêmanî 61 jin neçarî karkeriya seksê kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 39 bû. Di nav wan de zarok jî hebûn. Di nav jinên ku karkeriya seksê lê hat ferzkirin de jê 2 welatiyên Tirkiyeyê nebûn.
Bajarên ku jin lê neçarî karkeriya seksê kirin
Ankara (20), Antalya (23), Ezirgan (5), Konya (11), Riha (2)
Pêvajoya hiqûqî
33 faîl hebûn. Tenê 19 hatin girtin. 13 faîl hatin desteserkirin. Faîlek serbest bû.
(EMK/AY)