Koma ciwanên kurd ên li Stenbolê, Chalak Eventsê 14ê Sibatê li Şevîn Kafeyê çalakiya “Sêva Mêxekrêj” pêk anî.
Chalak Eventsê par jî di bin çavdêrîya hûnermendê naskirî Seywan Saedianî de di roja evîndaran de(14ê Sibatê) atolyeya “Sêvên Mêxrêj” pêk anîbû.
Sêva mêxekrêj ji bo du armancan hatiye bikaranîn:
"1) Dema ku yek evîndarê yekî/ê bibe û nikaribe vê bîne ziman sêvekê bi mêxekan (qerenfîlan) dixemilîne wekî nîşaneya evîna xwe ji hezkiriya/ê xwe re bi rê dike.
"2) Dema ku du kes an jî du evîndar ji hev dixeyidin yek ji wan ji bo aşitiyê sevekê bi mêxan dixemilîne û ji yê/a din re bi rê dike.
Chalak Eventsê çalakî bi van gotinan daye nasîn:
“14ê Sibatê li cihanê wekî “Valentine's Day" tê pîroz kirin. Em ê jî vê rojê wek Valantayna Kurdî bi atolyeya “Sêva Mêxekrêj” li Şevîn Teras Cafeyê li dar bixin.”
Dîlan Yeşîlyaprakê li darbukayê, Kajîn Darayî li sentûrê da
“Sarah E. Atkinsonê li çelloyê da û Bêrîtanê jî li flûtê ...
Sêva Mêxekrêj
“Sêva Mêxekrêj, sêveke xwaziye ye. Piştî ku bi mêxan (qerenfîlan) tê xemilandin ji sed salan zêdetir wekî xwe dimîne, bêhn û rahiya xwe distêre.
Sêva mêxekrêj kevneşopiyeke kevn a Kurdan e. Hêmayeke evînî û aşitîperwer dihewîne.
“* Ev berhem ji aliyê Desteya Tûrîzm a Giştî ya Hikumeta Herêmî ya Kurdistanê ve bi awayekî fermî wekî sembol û diyariya Kurdî hatiye destnîşankirin.
“* Seywan Saediyan 15 sal e li ser vê projeyê dixebite û linavçûnê rizgar kiriye û niha ji bo netewî û navnetewîbûna wê xebatên xwe didomîne.”
(MB)