Rêdûr Dîjle
"Sazîbûna civakekê zimanê wê geş dike"
Rêdûr Dîjle(Wêne: Murat Bayram/bianet)
Nivîskarê kitêbên helbestan yên bi navê "Kêsek" û "Êşefa Temenekî" Rêdûr Dîjle duhî li Stenbolê, li Şevîn Kafeyê kitêbên xwe îmze kirin û gotarek pêşkêş kir.
Dîjleyî di gotara xwe de diyar kir:
“Edebiyata kurdî dê bi çalakiyên bi vî rengî geş bibe. Bi sedan kafe û mekanên kurdan hene. Heke hemî ji aliyê xwe ve dest bi çalakiyên bi vî rengî bikin ji xwe ziman û edebiyat dê geş bibe. Tesîra çalakiyên li mekanên şexsan ji yên saziyên siyasî dikare zêdetir be. Piştevanên aliyekê siyasî diçe çalakiyên wan lê çalakiyên li cihên wek kafeyan kesên ji fikrên cida jî diçinê.”
Rêdûr Dîjleyî helbestên xwe xwendin(Wêne: Murat Bayram/bianet)
Sazîbûna civakê
“Civakên xwe rênexistîn û sazînebûyîn edebiyata wan jî nikare bi pêş bikeve. Edebiyat û zimanekê pêşketî civakê bi pêş ve dibe. Civaka sazîbûyî û pêşketî jî edebiyatê pêş ve dibe. Herdu bi hev ve girêdayî ne. Em nikarin behsa sazîbûna civaka kurdan bikin. Ew jî rêyê li geşbûn û pêşketina zimanî digire.”
Rêdûr Dîjleyî piştî pêşkêşkirina gotara xwe kitêbên xwe îmze kirin(Wêne: Murat Bayram/bianet)
Rêdûr Dîjle
Rojnameger û nivîskar e. Ji Mêrdînê ye. Sala 1987ê hatiye dinê. Yekem kitêba wî, “Êşefa Temenekî” sala 2012ê ji Weşanxaneya Ronahiyê derketiye. Kitêba Kêsek ji weşanxaneya Lîsê û kitêba wî wergerandî Seher ji Aramê derketiye. Li Diyarbekirê dijî.
Rêdûr Dîjleyî kitêba “Seher”ê ya sîyasetmedarê girtî, Selahattîn Demîrtaşî ji zimanê tirkî wergerandibû zimanê kurdî. Dîjle herweha yek ji nivîskarên malpera Kurdîgehê ye.
(MB)
VÎDEO - NÛÇEYA MURAT BAYRAMÎ
Îşev, don’t cry yadê!
.jpg)
NIVÎSA MURAT BAYRAMÎ
Şîreta li tûrîstan: "Kurdî zimanê terorîstan e"

NÛÇEYA MURAT BAYRAMÎ
Penaberên Efxanî û Pakistanî li Amedê asê mane
.jpg)
VÎDEO - NÛÇE
Kerên karker ên şaredarîyê rojeka xwe çawa diborînin?
.jpg)
MURAT BAYRAMÎ NIVÎSAND
Rapora Reutersî û tama tehl a gîyayê hewşê
.jpg)