Dema serlehengê belgefîlmê, Tuncay Ozel bersiva pirsan dide.(Wêne: Murat Bayram/bianet)
Belgefîlma "2 rapor ji akademîyê re" 13ê meha yekem(Çile, Kanûna Paşiyê) li Şa Performansê hat nîşandan.
Derhênerê belgefîlmê Bilal Korkut e. Korkutî piştî nîşandana belgefîlmê got:
“Ya rastî min nîyet hebû nîşan bidim, bêyî piştgirîyê karê hûnerî nikarê bê kirin lê belgefîlmê û Tuncayî tiştên li dijî fikra min nîşan dan. Belgefîlmê dê çîrokeka dilêş ya şanogerekî nîşan bidaya lê çîroka serkeftinê ya şanogerî derketiye pêş.
Bilal Korkut, Derhêner
Belgefîlma "2 rapor ji akademîyê re" li ser şanogeriya Tuncay Ozel û şanayo ew dilîze ya bi navê "Ji akademîyê re raporek" e.
Tuncay Ozelî piştî nîşandana belgefîlmê diyar kir ku:
“Heke mirov tiştekê bixwaze di heman demê de ji bo dayina bedelê wê jî xwe amade dike. Rast e zehmetî li pêşiya me ne lê em ji karê xwe hez dikin û gazindan nakin.”
Bilal Korkut, piştî nîşandana belgefîlmê bi mêvanan re wêne dan girtin
Bilal Korkutê derhêner li ser pirsên bianetê got:
"Min li şanoya Tuncay Ozelî temaşe kir. Ez gelek di bin bandora performansa wî de mam. Min xwest ez wî nas bikim û pê re çayekê vexwim. Li aliyê çayvexwarinê yê şanogehê li benda wî mam.
Min dît ku ew şanogerê min li performansa wî temaşe kirî, makyaja xwe paqij kiriye û dest bi belavkirina çayê kiriye.
"Paşê min zanî paqijiya wê derê jî ew dike, makyajê jî ew dike. Min xwest derhênerê şanoyê nas bikim derhêner jî ew bû. Wî rola meymûneka li xwe heyrî mayî dilîst. Lê jiyana wî ji rola wî zehmettir bû. Kafka bijîya dê rolên jiyanê yên ji lehengê xwe zehmettir bidîta.
"Min hingê biryar da belgefîlmê çêbikim"
Bilal Korkutî berê kurtefîlmên bi navê “Li pey nanê xwe” û “Ez Tsubasa me” çêkiribû.
Dema Tuncay Ozel şanoya "Ji akademîyê re raporek" dilîze(Wêne: Murat Bayram/bianet)
Bixwîne- Ji Guhên ku bibihîse, Dilên ku bihise re
Nivîskarê bi nav û deng Franz Kafkayî kitêba “Ji akademîyê re raporek” nivîsîye. Helbestkarê ciwan Roşeng Rojbîrî adabtasyona* wê ji bo şanoya kurdî kiriye(*li şanoya kurdî aniye).
Şanoya "Ji akademîyê re raporek" (Wêne: Murat Bayram/bianet)
Danasîna belgefîlma 8 deqîqeyî ev e:
"Akademiyê Re Du Rapor '' di bin navê mîzahê û tinazên ku mirov bi xwe dike, bi îlhamgirtina ji rapora Kafka ku mirovayetî û şaristaniyê sûcdar dike; têkiliya wî kesê ku ev rapor aniyê ser dike bi şanoyê re bi performansa wî bo ku vê lîstike li Stenbolê bilîze nîşanî me dide. Ango bi gotineke kurt, şano şaxekî kollektîf yê hûnerê ye lê Tuncay mecbur maye hemû karî hilgirê mile xwe. Ew dokûmanter vê rewşe tine pêşberî me.
(MB)
*Hemî wêneyên di vê nûçeyê de Murat Bayram girtine.