Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
“Ehe wisa ye birayê min wisa ye. Betal in birê min, kêrî tiştekê nayên. Ev çawa çêbû! Aaaha ji xwe ew ji me kêm bûn ha! Betal in betal in, eynî wisa ye birayê min! Mala min ê ji we re! Betalî xweş e!
“Eeeeww ji bo xatirê xatiran bes bikin birebirr! Êdî bes heww! Ji çar aliyan ve kom û kuflet ev çawa çêbû ji serê me! De ka xwe bidin alî rêya me vekin hêêê!”
Reqso di strana xwe ya lêxe de van gotinên li jor dibêje. Min ê ji Reqso bipirsiya ka civak çawa li mûzîka wî û rapê dinêre lê wî bi van gotinan bersiv daye.
Reqso dê digel 6 rapbêjên dî singleyeka rapa kurdî amade bike. Bi vê hevpeyvînê em ji bo rapbêjan vê agahîyê radigihînin.
Ji berîya vê hevpeyvînê, me li medyaya civakî da zanîn ku em ê bi Reqso re hevpeyvînê bikin. Guhdarên stranên wî pirsên xwe jê kirin. Me navê hesabê wan ê medyaya civakî di kevanê de nivîsî.
(@tofansunbul) Gelo di jiyana te ya rapbêjîya te de kengê guherîneka mezin çêbû?
Min her dem guhdarîya mûzîka rapê ya ingilîzî û tirkî dikir. Keyfa min jê re dihat. Heta ku dema zarokatiya me de desdarên me dersa ingilîzî didan me. Dersên pêşiyê dersên dîyalogê bûn. Min ew gotin bi şêweyê rapê digot.
Çawa?
Mesela min digot: Hello hellloooo, how are you ehhh ehh! I am finee, fine... (Em bi hev re kenîyan)
Paşê sala 2007ê bû, ez 14 salî filan bûm, min di televîzyonê de stranên rapê yên kurdî dîtin. Min hingê biryar da ku ez ê ne bi tenê guhdarî bikim û pê keyfê bikim. Ez ê bibim rapbêjekê kurdîbêj!
Çi ferq û xweserîyên rapa kurdî ya tu dibêjî û rapa civakên dî heye?
Rapa Amerîkayê bi neheqîyê dest pê kiriye. Neheqî li reşikên wê derê hatiye kirin û wan xwe bi rapê îfade kiriye. Zimanê kurdan hatiye qedexekirin, neheqî li wan tê kirin em jî xwe bi mûzîka xwe îfade dikin. Em cenga xwe bi mûzîka xwe dikin. Helbet bi şêweyên xwe wek ya Amerîkayê ye lê serkanîya wê mûzîka kurdî ye.
Zimanê kurdî û rap li hev tên?
Kurdî ji bo her tiştî amade ye ya girîng potansîyela te ye. Ya girîng ew e potansîyela te kêrî çi tê.
(@selimmakgul) Çima rapa kurdî ev qasê biedeb e?
Helbet mirov dikare di stranên rapê de dijûnan jî bide. Lê civata me ji bo vê ne amade ye. Me bi argoyeka nerm dest pê kiriye. Ez ê dest ji argoyê bernedim û bi şêweyekê edebî bi kar bînim. Lê dîsa jî ew ê li gor hinekan bêedeb bin.
(@wejenas) Gelo tu difikirî ku rapa kurdî dê bibe alternatîveka rapa tirkî?
Ya rastî neheqîyek e ku em vê gavê rapa kurdî û tirkî danin ber hev. Bi sedan konserên wan, albûmên wan, sektoreka wan a mezin heye û bi vê yekê dikarin xwe zû bigihînin guhdaran. Guhdarên kurd jî tê de... Lê rapa kurdî bi îstikrar bilind dibe. Karên baş têne kirin û berdewam in. Ev bi vî awayî bidome dê bibe alternatîveka mezin.
(MB)
Wêne: Murat Bayram / bianet