PARÊZER EREN KESKIN
"Polîsê li Gokçe Y.yê daye, divê ji ber îşkencekirinê were dadgehkirin"

Fotograf: csgorselarsiv/Şehlem Kaçar
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
4ê Hezîranê di saetên dereng de ew dîmen li ser medyaya civakî hatin weşandin ku polîsan li Esenyûrta Stenbolê derb li jina bi navê Gokçe Y. didan.
Kamêrayên ewlehiyê yên li derdorê ew bûyer tomar kiriye û di van dîmenan de xuya dike ku 3 polîsên din li wir in, van polîsan midaxele nekirine û tenê temaşe kirine.
Gokçe Y. çûye Ediyeya Buyukçekmeeceyê û parêzerên wê giliyê polîsan kiriye.
Dozgerî îdianame amade kiriye û bi tohmeta ku “polîsan ziyana laşî dane wê” li gorî xala 175an a Qanûna Cezayan a Tirkan xwestiye lêpirsînname ji bo polîs Ahmet C. Y.yî were amadekirin. 1em Dadgeha Asliye Cezayê ya Buyukçekmeceyî ev îdianame qebûl kiriye.
Parêzer Eren Keskînê got ku dozgerî îdianame bi çavekî objektîf nenivîsandiye û serî heman dadgehê daye. Keskîn di serlêdana xwe de wiha gotiye:
“Ne mimkun e ku ji vê bûyerê re bibêjen ziyana laşî ye.
“Weke ku di vîdeoyê de jî xuya dike bûyer divê li gorî xala 94an a Qanûna Cezayan a Tirkan were dîtin.
“Her weha xala 3yan a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê dibêje ‘na îşkence li ti kesî were kirin.
“Her weha polîsî dijûnên zayendperest kiriye û sûcê tacîza zayendî kiriye. Lê mixabin dozgerî îdianameyeke alîgir amade kiriye.”
Keskînê xwestiye ku “li gorî xala 225/2 û 226/1-2ê ya Qanûna Darazî ya Cezayan wesfê sûcî biguhere û îfadeya polîsî bi vî awayî were girtin û dosye jî li gorî vê bişînin dadgeheke erkdar.”
Keskînê her weha giliyê doktor Ali Emin Can Ayî li bal Yekîtiya Doktoran a Tirkan kiriye ku dema Gokçe Y. ji bo rapora derblêdanê derxîne çûye Nexweşxaneya Dewletê ya Necmi Kadioglû ya Esenyûrtê we li wir wezîfedar bûye. Doktorî ji Gokçe Y.yê re gotiye “hindik li te dane.” Keskînê di daxwaznameya xwe de gotiye ku doktorî ne li gorî rêziknameyên etîkê yên dotkoriyê tevgeriyaye û xwestiye lêpirsînname ji bo wî were amadekirin. (EMK/FD)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - KANÛNA PAŞİYÊ 2025
Mêran di Kanûna Paşiyê de 28 jin kuştin

Ji bianetê heta Çiyayên Kaz: Xelatên 2024an ên SESê hatin dayîn

RAPORA TÛNDKARIYA MÊRAN–2024
Mêran di sala 2024an de herî kêm 378 jin kuştine

Metîn Goktepe li ser gora xwe hat bibîranîn

RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - KANÛNA PÊŞİYÊ 2024
Mêran di Kanûna Pêşiyê de 19 jin kuştin
