Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komîteya 27. Meşa Rûmetê ya Stenbolê duhî bank kiribû ku her kes li ber derîyê Navenda Çandê ya Fransayê kom bibin. Walîtîya Stenbolê destûr neda. Em ê ji meydanê agahiyan ragihînin.
Polîsan bang kir ku bla her kesên li kafeyê Kolana Misê derbikevin û paşê bi gaza hêsirrêj êriş kirin.
Polîs: Ji kafeyan derkevin
Polîsan bombeyên gazê berda xwenîsanderan.
"Hişş nebe û biqêre! Hevzayend hene!"
16.30: Hin kes li Kolana Misê kom bûne. Dibêjin "Hişş nebe û biqêre! Hevzayend hene!"
Kolana Misê
16.11: Malbatan ji bianetê re gotin
"Em piştgirên zarokên xwe ne. Wan tişteka xelet nekiriye. Ji bo çalakîyeka aştîyane li vê derê ne. "
15.45: Malbatên LGBT+an bi wan re hatine.
Komîte: Em li benda her kesan in
Komîteyê li Kolana Misê daxuyanîyek xwend.
15.19: Endamê komîteyê Halim Kır ji bianetê re got:
"Gelek tedbîrên ewlehîyê hene. Cihê me par lê daxuyanî xwendî hatiye dorpêçkirin. Lê em ê li ber derê Navenda Çandê ya Fransayê kom bibin. Em li benda hemî kesan in."
15.00: Polîsan li nasnameya wan kesên ku jê ketine gumanê ku LGBTI bin dinêrin.
14.00: Polîs û wesayitên midaxeleya li bûyerên civakî (TOMA) li ser û binê İstaklalê ne.
* Wêne û vîdeo: Evrim Kepenek - Hikmet Adal
(EMK/HA/MB)