Parêzerê Kadirovayê: Dozgerîyê dest bi lêkolînê nekiriye

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Guman heye ku Nadira Kadirova hatibe kuştin, parêzera wê eşkere kiriye ku dozgerîyê lêkolîn nedaye dest pê kirin.
Parêzera Kadirovayê, Mujde Tozbeyê eşkere kiriye ku ew ê dest ji dozê bernedin heta bigihin encamekê.
Nadira Kadirovayê karên malan dikir. Ew 23 salî bûye. Armanca wê ew bû ku li Tirkiyeyê dest bi xwendina zanîngehê bike.
Li mala wekîlê AKPyî
Li mala wekîlê AKP (Partiya Edalet û Pêşketinê) termê wê hatiye dîtin û hatiye îdiakirin ku wê xwe kuştiye. Lê guman heye ku ew hatibe kuştin.
Piştî mirina Kadirovayê bi hezaran kesan li medyaya civakî pirsî: Gelo çi ji Nadirayê hatiye?
Parêzer, Mujde Tozbeyê ji bianetê re got:
“Li gor rêbazê divîya piştî rapora otopsîyê dozgerîyê eşkere bikiriya ku bûyer bûyereka xwe-kuştinê ye. Lê Emniyetê eşkere kiriye. Ev bi xwe gumanekê çêdike.
Îstismara cinsî
“Nadirayê ji hevalên xwe re gotiye ku îstismara cinsî lê hatiye kirin. Dozgerîya Enqereyê bi lez û bez di du rojan de rapora edlî standiye û kiriyarên fermî temam kirine. Daxuyanî hat dayin ku wê xwe kuştiye. Ev hemî bûyer nîşan didin ku guman li ser mirina wê heye.
Fûhûş
“Li şûna dozgerî lêbikole ka bûyer çi ye. Ji xelkê dipirse ka Nadirayê fûhûş dikir an na. Ti têkiliya fûhûşê û kuştin û îstismarê bi hev re nîne.
“Lêkolîna li ser fûhûşê şêlokirina û reşkirina navê Nadirayê ye.”
(EMK/MB)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - KANÛNA PAŞİYÊ 2025
Mêran di Kanûna Paşiyê de 28 jin kuştin

Ji bianetê heta Çiyayên Kaz: Xelatên 2024an ên SESê hatin dayîn

RAPORA TÛNDKARIYA MÊRAN–2024
Mêran di sala 2024an de herî kêm 378 jin kuştine

Metîn Goktepe li ser gora xwe hat bibîranîn

RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - KANÛNA PÊŞİYÊ 2024
Mêran di Kanûna Pêşiyê de 19 jin kuştin
