Li gor nûçeyên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û netewî, ji malperên nûçeyan û ajansan berhev kirin, mêran di meha Tîrmehê de bi kêmanî 25 jin û 4 zarok kuştin.
Saziyên çapemeniyê di meha Tîrmehê de ji bo mirinên 28 jinan gotine “mirinên bigûman”.
Mêran di heft mehên destpêkê yên salê de 218 jin kuştin.
Bajarên ku mirinên jinan ên bigûman lê pêk hatin
Semsûr (2), Afyon (1), Aydin (2), Dîlok (1), Antalya (1), Bursa (2), Çorum (1), Denizli (1), Amed (3), Duzce (1), Xarpêt (1), Stenbol (1), İzmir (1), Karabuk (2), Kırıkkale (1), Kocaeli (1), Muğla (2), Sakarya (1), Sêrt (1), Riha (1), Zonguldak (1).
Mêran tundkarî bi kêmanî li 61 jinan kirin, îstîsmar bi kêmanî li 13 zarokên keç û kur kiriye, bi kêmanî 10 jin tacîz kirine. Mêran di meha Tîrmehê de 31 jin neçarî karkeriya sekse kirin.
Mêran bi kêmanî gefa kuştinê li 24 jinan xwarin.
Tundkariya mêran a di sala 2024, 2023, 2022 û 2021ê de
Di heft mehên destpêkê yên sala 2024an de mêran, 218 jin kuştine, tacîz li 45 jinan kiriye, 91 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 335 jinan kiriye, tecawiz li 8 jinan kiriye. Bi kêmanî 230 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 177 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 25 zarok kuştine.
Di heft mehên destpêkê yên sala 2023an de mêran, 174 jin kuştine, tacîz li 34 jinan kiriye, 75 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 420 jinan kiriye, tecawiz li 6 jinan kiriye. Bi kêmanî 188 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 150 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 15 zarok kuştine.
Di heft mehên destpêkê yên sala 2022an de mêran, 191 jin kuştine, tacîz li 89 jinan kiriye, 163 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 455 jinan kiriye, tecawiz li 20 jinan kiriye. Bi kêmanî 363 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 119 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 23 zarok kuştine.
Di heft mehên destpêkê yên sala 2021an de mêran, 174 jin kuştine, tacîz li 78 jinan kiriye, 85 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 491 jinan kiriye, tecawiz li 62 jinan kiriye. Bi kêmanî 409 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 131 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 15 zarok kuştine.
Kuştin
Mêran di meha Tîrmehê de bi kêmanî 25 jin kuştin; par di heman mehê de ev hejmar 22 bû.
Mêran her weha bi kêmanî ji mêrên li ba jinan bûn jê pênc kuştin.
Digel biryara parastinê meran herî kêm 2 jin kuştine.
Jinên ku mêran ew di Tîrmehê de kuştin
Atiye B., Beyza Ç., Cansu Aslan, Cansu T., Elif A., Erva Raziye A., Esma B., Fatma Ö., Fikriye Silistereli, Filiz Ç., Hanife Y., Hüsne Topal, İklim Altınsoy, Leyla Çetiner, Merve K., Müge E.,Nurten Y., Safiye B., Saniye K., Seher İşler, Sevgi Koçer, Sidar Şimşek, Sıdıka K., Songül B., Sözcen Tutci.
Bajarên ku mêran ew kuştin
Edene (1), Semsûr (1), Enqere (1), Çanakkale (1), Denizli (1), Amed (1), Duzce (1), Edirne (1), Giresun (1), Gümüşhane (1), Stenbol (3), İzmir (2), Karaman (1), Kocaeli (1), Kütahya (1), Meletî (2), Mêrdîn (1), Mersin (2), Muğla (1), Trabzon (1).
Mêran ji bo ku “xwestine veqetin / nexwestine li hev bên” 13 jin û çar jin jî ji ber “hesûdiyê” kuştin. Mêran jinekê ji ber ku “dengê muzîkê kêm nekiriye” kuştiye. Her weha mêran jinekê ji bo ku xwestiye “cihê bibe” û jinekê jî ji bo ku “mirîşka wê ketiye baxçe” kuştiye. Çapemeniyê “hêcata” kuştina 5 jinan nenivîsiye.
Hevjîn û destgirtiyan bi kêmanî 13 jin, endamên malbatê yên weke kur û nevî şeş jin kuştine. Jinekê zavayê wê, jinekê xwediyê kar û sê jin jî xizmên wan ew kuştine. Jinekê jî 5 mêrên nenaskirî ew kuşt.
Mêran bi çekên guleber 16 jin, bi amûrên birînê yên weke kêr û birekê 5 jin kuştine. Mêran sê jin bi fetisandinê û jinekê jî bi şewitandinê kuşt.
Mêran 7 jin li kolan, daristan ango qadên civakî, 18 jin jî li nava malan kuştin.
Pêvajoya hiqûqî
27 faîl hebûn ku jin kuştine. Bi tenê 20 faîl hatin girtin. sê faîlan xwe kuştin. 3 faîl hatin desteserkirin. Faîlek revî.
Kuştina zarokan
Mêran di meha Tîrmehê de 4 zarok kuştin. Ev hejmar par di heman mehê de jî wekî xwe bû.
Sê zarok bavê wan ew kuştine. Zarokek jî kalikê wî/wê ew kuştiye.
Mêran çar zarok bi çekên guleber kuştin.
Bajarên ku mêran zarok lê kuştine
Enqere (2), Meletî (1), Çanakkale(1).
Zarokên ku mêran ew kuştine
B.Ç., Buğlem Aslan., Yağız K., Doğa K.
Pêvajoya hiqûqî
Du faîl hebûn ku zarok kuştine. Her duyan jî xwe kuştin.
Tacîz
Mêran di meha Tîrmeha 2024an de herî kêm tacîz li 10 jinan kirine. Par di heman mehê de ev hijmar 17 bû.
Mêran heft jin bi devkî û bi rêyên fîzîkî tacîz kirine.
Mêran li qadên derveyî mal yên weke kolan, wesayîtê cemaweriyê û nexweşxaneyê tacîz li 10 jinan kirine.
Polîsek bere taciz li jinekê kiriye. Akademisyen jinekê, esnaf jinekê tacîz kiriye. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrê ku tacîz li 7 jinan kirine nas e an ne nas e.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
Aydın (1), Bursa (2), Eskişehir (1), İstanbul (4), Samsun (2).
Pêvajoya hiqûqî
9 faîl hebûn ku jin tacîz kirine. Jê du hat girtin, yek serbest bû. Derbarê sê faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin. Failek hat desteserkirin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya du faîlan nenivîsiye.
Îstîsmara li zarokan
Mêran di meha Tîrmehê de îstîsmar bi kêmanî li 13 zarokên keç û kur kirine. Par ev hejmar di heman mehê de 11 bû. Di nav mêrên ku îstismar li zarokan kirine de çawişên pispor jî hene.
Mêran li qadên derveyî malê yên weke dibistan, kolan û mala îstismar li 11 zarokan kirine. Her weha mêran li nava malê îstismar li du zarokan kiriye.
Bajarên ku mêran zarok lê îstîsmar kirine
Balıkesir (2), Denizli (2), Colemêrg (2), İstanbul (2), İzmir (1), Kayseri (1), Muğla (1), Tekirdağ (1), Zonguldak (1).
Pêvajoya hiqûqî
13 faîl hebûn ku îstismar li zarokan kirine. Ji wan tene 4 faîl hatin girtin. 6 faîl hatin desteserkirin. Derbarê faîlek de lêpirsîn hat destpêkirin.. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya du faîlan nenivîsiye.
Êrîşa zayendî/Tecawiz
Di meha Tîrmeha 2024an de çapemeniyê tu bûyerên tecawizê nenivîsiye. Ev jî nayê wê wateyê ku li Tirkiyeyê bûyerên tecawizê çênebûne.
Tundkarî/Birîndarkirin
Mêran di meha Tîrmehê de bi kêmanî 61 jin birîndar kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 63 bû. Bi kêmanî 8 jin bi giranî birîndar bûn û ew birin nexweşxaneyan. Digel biryarên parastinê jî mêran 9 jin birîndar kirin. Ji jinên ku mêran birîndarkirin jê yek trans bû.
Bajarên ku mêran tundkarî li jinan kir
Edene (1), Aksaray (1), Enqere (3), Antalya (1), Bartin (1), Burdur (1), Bursa (2), Çanakkale (4), Amed (1), Edirne (23), Xarpêt (1), Hatay (1), Idir (1), Stenbol (5), İzmir (1), Karabük (1), Kastamonu (1), Kocaeli (2), Konya (1), Meletî (1), Mêrdîn (2), Mersin (1), Mûgla (1), Samsun (3).
Bi kêmanî 52 jin destgirtî û mêrên wan ew birîndar kirin. Jinekê hevalê wê, jinekê karmendê wê, du jin bavên wan, jinekê zavayê wê ew birîndar kir. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka 5 mêrên ku 3 jin birîndar kirine nas e an ne nas e.
Mêran, ji ber ku “nexwestine li hev bên, xwestine veqetin” bi kêmanî 26 jin birîndar kirin. Mêran, 12 jin ji ber “hesûdiyê” birîndar kirine. Çapemeniyê hêceta birîndarkirina 23 jinan nenivîsiye.
Mêran jinekê bi benzînê şewitandine, bi wesayîtê li jinekê dane û brîndar kirine.
Mêran derb li 39 jinan xistin û birîndar kirin. Bi kêr û yên mîna wan 12 jin û bi çekên guleber 8 jin birîndar kirin.
Mêran li nava malan 32 jin, li nava wesayitên guhastinê yên cemawerî, kolan ango li derveyî malan 23 jin birîndar kirin. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran 6 jin li ku birîndar kirine.
Pêvajoya hiqûqî
Bi kêmanî 67 mêrên faîl hebûn. Tenê 8 faîl hatin girtin. Faîlek serbest bû. Derbarê 36 faîlan de pêvajoya hiqûqî hat destpêkirin. Herî kêm 9 faîl hatin desteserkirin. Du faîl revî. Çapemeniyê derbarê pêvajoya hiqûqî ya 11 faîlan de ti zanyarî neweşand.
Karkeriya seksê ya mecbûrî
Mêran di meha Tîrmehê de bi kêmanî 31 jin neçarî karkeriya seksê kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 15 bû. 17 ji wan ne welatiyên Tirkiyeyê bûn. Di nav wan de zarok jî hebûn.
Bajarên ku jin lê neçarî karkeriya seksê kirin
Bursa (11), Burdur (1), İzmir (10), Qers (6), Kocaeli (3).
Pêvajoya Hiqûqî
25 faîl hebûn ku jin neçarî karkeriya seksê kirine. Tenê jê 11 hatin girtin. 11 hatin desteserkirin, û sê jî serbest bûn.
(EMK/AY)