Li gor daneyên rojane yên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di navbera 1ê Kanûna Paşiyê û 31ê Kanûna Pêşiya 2024an de herî kêm 378 jin û 43 zarok kuştine.
Di sala 2024an de çapameniyê ji bo kuştina herî kêm 282 jinan ku trans jî di nav de ne gotiye “bi guman e”.
Li gorî daneyên ku di çapemeniyê de hatine weşandin digel biryara “parastinê”, “jêdûrxistinê” û “daxwaza parastinê” mêran herî kêm 18 jin kuştin.
Kuştin
Mêran di sala 2024an de herî kêm 378 jin kuştine.
Her weha ji wan jinan herî kêm 6 jê koçber bûne.
Navê jinên koçber yên mêran ew kuştine
Shakhnoza Kurbonova, Katie Erorbay, Ashfaq Ahmad Qureshi, Nadya Zorlu, Victoria Vera B., Maia A.
Mêran di sala 2024an de li Amedê jineke trans kuştin. Di vê salê de jî êrişên li dijî LGBTÎ+yan bi awayekî sîstematîk berdewam kir.
Mêran, jin li ku kuştine?
Mêran 252 jin li nava malan, 123 jin li cihên derveyê malan yên weke otel, cîhê kar, daristan, nexweşxane, kuçe û kolanan kuştine.
Ji sedî 67ê jinan li nava malan, ji sedî 32ê jinan jî li derveyê malan hatine kuştin.
Kê jin kuştine?
Ji sedî 70ê jinan hevjîn û destgirtiyên wan ew kuştine.
Di sala 2024an de hezkirî, hevjînê berê, destgirtî û hevjîn 267 jin kuştine. Endamên malbatê yên weke nevi, kur û bav 66 jin kuştine. 10 jin zavayê wan ew kuştine. Pênc jin cîranê wan û 14 jin jî heval û hevkarê wan ew kuştine. Jinekê du mêrê ku tecawiz lê kiriye ew kuştiye. Xebatkarên temîrê çar jin kuştine. Çapemeniyê nenivisiye bê ka mêrên ku 11 jin kuştine nas an ne nas e.
Mêran jin çawa/bi çi kuştine?
Mêran ji sedî 60ê jinan bi çekên gulexwar kuştine. Ji sedî 27ê jinan bi alavên weke kêr, balte û birrekê kuştine. Ji sedî 9ê wan jî bi lêdanê kuştine. Mêran ji sedî 4ê jinan bi rêbazên din kuştine.
Mêran 229 jin bi çekên gulexwar kuştine. 102 jin bi alavên weke kêr, balte û birrekê kuştine. Di sala 2024an de mêran 35 jin bi lêdanê/fetisandinê, du jin bi şewitandinê kuştine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka meran herî kêm 10 jin çawa kuştine.
Mêran jin bi çi “hêcetî” kuştine?
Mêran ji sedî 50ê jinan ji ber ku “xwestine cihê bibe”, “nexwestine li hev were” û “daxwaza zewicandinê qebûl nekirine” kuştine. Ji sedî 5ê jinan ji ber “hesûdiyê” kuştine. Rêjeya jinên ku mêran ew ji ber xesp, tecawiz û sûcên weke wan kuştine ji sedî 4 e.
Mêran di sala 2024an de 191 jin ji ber ku “xwestine cihê bibe”, “nexwestine li hev were” û “daxwaza zewicandinê qebûl nekirine” kuştine. Herî kêm 22 jin ji ber “hesûdiyê”, 20 jin jî ji ber sûcên weke xesp û tecawizê kuştine. Her weha çapemeniyê “hêceta” kuştina 145 jinan nenivîsiye.
Pêvajoya hiqûqî
Di sala 2024an de 724 faîlên mêr yên ku jin kuştine hene. Ji wan tene 304 faîl hatine girtin. 8 faîl serbest bûn. 90 faîl hatin desteserkirin. 80 faîlan xwe kuştin. Derbarê 207 faîlan de lêpirsîn hat dest pê kirin. 23 faîl revîn. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya herî kêm 12 faîlan nenivîsiye.
Bajarên ku mêran jin lê kuştine
Kuştina Zarokan
Li gor daneyên rojane yên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di navbera 1ê Kanûna Paşiyê ya 2024an û 31ê Kanûna Pêşiya 2024an de herî kêm 43 zarok kuştine.
Di nav zarokên ku hatine kuştin de yên ku bi salên zarokî hatine zewicandin jî hebûn.
Kê zarok kuştine?
Li gorî zanyariyên ku bianetê ji çapemeniyê berhev kirîye endamên malbatê yên weke bav, bira û pismam 30 zarok kuştine. Çar zarok hevalê wan û şeş zarok jî xizmên wan ew kuştine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêrên ku sê zarok kuştine nas e an ne nas e.
Mêran zarok bi çi ango çawa kuştine
Mêran 36 zarok bi çekên guleber û pênc zarok bi amûrên weke kêr û birekê kuştine. Her weha mêran du zarok jî fetisand.
Pêvajoya hiqûqî
Di sala 2024an de herî kêm 54 faîl hebûn ku zarok kuştine. Tene 20 faîl hatine girtin, 14 faîlan xwekuştine. Derbarê faîlek de lêpirsîn hat destpêkirin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek nenivîsiye. Herî kêm 18 faîl hatine desteserkirin.
Êrişa Zayendî / Tecawiz
Li gor daneyên rojane yên ku bianetê li Tirkiyeyê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di navbera 1ê Kanûna Paşiyê ya 2024an û 31ê Kanûna Pêşiya 2024an de tecawiz li 16 jinan kirine.
Kê tecawiz li jinan kiriye?
Jinekê xizmê wê, du jin hevkarê wê, sê jin cîranê wan, jinekê wezîfedarê ewlehiyê, jinekê kûrya, jinekê jî pizîşk tecawiz lê kiriye. Her weha jinekê siyasetmedar û jinekê jî rapbêjekî tecawiz lê kiriye. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka 10 mêrên ku tecawiz li çar jinan kiriye nas e an ne nas e.
Mêran li ku tecawiz li jinan kirine?
Mêran tecawiz li nava malan li 4 jinan, li derveyê malan jî li 12 jinan kirine.
Pêvajoya hiqûqî
23 mêrên fail hebûn ku tecawiz li jinan kirine. Bi tenê 14 faîl hatine girtin. Du faîl hatin desteserkirin. Derbarê sê faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya çar faîlan nenivîsiye.
Tacîz
Mêran di sala 2024an de de herî kêm tacîz li 131 jinan kirine. Di nava jinên ku tacîz lê hatine kirin de jinên koçber jî hebûne.
Kê tacîz li jinan kirine?
Di sala 2024an de 11 jin hevpîşê û rêvebirê wan,12 jin heval û destgirtiyê wan, çar jin pizîşk, çar jin seyaqê teksiyê, sê jin ensafan, 7 jin cîranê wan, çar jin kurye, çar jin dersdêrê sporê, jinekê fermanberê dewletê û jinekê jî çawişê pispor tacîz lê kiriye. Her weha çapemeniyê nenivisiye ku mêrên ku tacîz li 80 jinan kirine nas e an ne nas e.
Mêran li kîderê jin tacîz kirine?
Mêran 10 jin li nava malan, 117 jin jî li derveyî mal tacîz kirine. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran li kîderê tacîz li jinan kirine.
Pêvajoya hiqûqî
Herî kêm 111 mêrên fail hebûn ku tacîz li jinan kirine. Bi tene 28 faîl hatine girtin. 18 faîl hatine desteserkirin. Derbarê 21 faîlan de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Çar faîl serbest bûne. Du faîl revîne. Cezayê zîndanîkirina li malê li faîlek hat birîn. Faîlek ji wezîfeyê hat dûrxistin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya herî kêm 36 faîlan jî nenivîsiye.
Îstismara zarokan
Li gor daneyên rojane yên ku bianetê li Tirkiyeyê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di navbera 1ê Kanûna Paşiyê ya 2024an û 31ê Kanûna Pêşiya 2024an de zarokên kur jî di nav de 229 zarok îstismar kirine.
Kê îstismar li zarokan kirine?
Herî kêm 10 zarok xwediyê karê wan, 12 zarok dersdêrê werzîşê, du zarok pizîşk, 32 zarok endamên malbatê yên weke bav, bira û kalik, 40 zarok dersdêr, xebatkarên servîsê û wezîfedarê ewlehiyê yê dibistanê, 16 zarok esnafên taxê, 27 zarok mela û wezîfedarên olî ew îstismar kirine. Du zarok şivan û herî kêm 9 zarok jî cîranên wan ew îstismar kirine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka kê îstismar li 79 zarokan kiriye.
Mêran li ku îstismar li zarokan kirine?
Mêran li qadên derve yên wek dibistan, qursa qurenê, salona werzîşê, park û kolanê îstismar li 185 zarokan kiriye. Mêran îstismar li nava malan li 38 zarokan kiriye. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran li ku îstismar li 6 zarokan kirine.
Pêvajoya hiqûqî
235 faîl hebûn. Tene 101 faîl hatine girtin. 32 faîl hatine desteserkirin. Derbarê herî kêm 21 faîlan de çi karekî qanûnî nehat kirin. 21 faîl serbest bûn. Derbarê 24 faîlan de doz hat vekirin. 9 faîl revîne. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya 27 faîlan nenivîsiye.
Tundkarî û birîndarkirin
Mêran di sala 2024an de bi kêmanî 645 jin birîndar kirine. Di nava jinan de gelek trans û LGBTÎ+ jî hebûn.
Kê jin birîndar kirin?
Hevjîn û destgirtiyan herî kêm 503 jin birîndar kirine. 21 jin heval û hevkarên wan, du jin seyaq, jinekê mela, şeş jin xizmê nexweşan, 51 jin endamên malbatê, çar jin polîs, 8 jin zavayê wan û 11 jin xwediyê xanî û cîranên wan ew birîndar kirine. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran û 38 jinên mêran tundkarî li wan kiriye, hev nas dikin an na.
Mêran jin bi çi / çawa birindar kirin?
Mêran bi çekên gulebar 61 jin, bi kêr û yên mîna wan 60 jin birîndar kirin. Mêran derb li 509 jinan dan û ew birîndar kirin. Mêran 6 jin şewitand û molotof avêt mala jinekê. Mêran jinekê bi wesayîtê pelixand û ew birîndar kir. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran 7 jin çawa birîndar kirin.
Mêran jin li ku birindar kirin?
Mêran 364 jin li nava malan, 245 jin li derveyî malan birîndar kirin. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran 36 jin li ku birîndar kirin.
Pêvajayo hiqûqi
668 faîl hebûn ku jin birîndar kirine. Bi tenê 93 mêr hatin girtin. Bi kêmanî 88 faîl hatin desteserkirin. Çapemeniyê ji bo pêvajoya hiqûqî ya 26 mêran gotiye, revîne. 24 faîlan xwe kuştin. Derbarê 268 faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin. 25 faîl serbest bûn. Cezayê jêdûrxistinê û pere li 8 faîlan hat birîn. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya 136 faîlan nenivîsiye.
Karkeriya seksê ya mecbûrî
Mêran di sala 2024an de herî kêm 772 jin neçarî karkeriya seksê kirin. Di nav wan de zarokên ku temenên wan di bin 18an de ne jî hebûn.
Her weha di nav wan de 225 jin ne welatiyên Tirkiyeyê bûn.
Pêvajoya hiqûqî
347 mêrên faîl hebûn ku jin neçarî karkeriya seksê kirin. Bi tenê 238 faîl hatin girtin. 75 faîl desteser kirin. Bi kêmanî 22 faîl serbest bûn. Çapemeniyê, pêvajoya hiqûqî ya 12 faîlan nenivîsî.
Jinên ku mêran ew di sala 2024an de kuştin
Kanûna Paşiyê:
Adile A., Arzu Çınar, Ayşegül Çınar, Ayşegül Oğuz, Bahar K., Bahar E.K., Burcu Gezersoy, Dilek U., Gökçe B., Gülseven D., Kader İrgören, Melike Akpınar, Muradiye A., Nazlı Elmas, Nesrin Ü., Özge Gülenyüz, Pervin B., Petek A., Safinaz Ayten, Seher A.K., Serap B., Shakhnoza Kurbonova, Şafiye B., Şengül Yeşilkaya, Şule Tokel, Tülay Dağaşan, Vatfa Behiye Ecevit, Yüksel Ç.
Sibat:
Arzu Gül, Banu Uzun, Beste Ayşegül Y., Burcu Demir, Dilan Ö., Dilek Y., Dilan K. Eda Yiğit, Elif S., Emine Ülkü A., Gülhan K., Hacer T., Hatice A., Hatun Ekrem A., Katie Erorbay, Mine G., Muradiye Terzi, Nasım Gol K., İpek Akgül, Özlem Ç., Özlem Şımarık, Pınar B., Saliha Gizem, Sebahat G., Seda T., Selma A., Semra K., Sevda Kuş, Sevilay K., Suna G., Tuğba A., Tuna Ateşçi, Yasemin Ünlü, Zeliha G., Zeynep B., Zeynep Bilici P., Zozan Y.
Adar:
Antika A., Asude Helen B., Ayşe İ., Canan K., Derya Ç., Duygu C., Emine Ö., Esra U., Esra Yılmaz, Feray Balkan, Gülhan Esen, Hüsna F., İlayda Alkan, İpek T., İrem Falay, Kadriye B. , Mervegül Bayer , Naile Y., Neşe G., Sabiha Ç., Serap Y., Sibel Kavıllı, Zahide Y., Zeynep B.
Nîsan:
Antika A., Asude Helen B., Ayşe İ., Canan K., Derya Ç., Duygu C., Emine Ö., Esra U., Esra Yılmaz, Feray Balkan, Gülhan Esen, Hüsna F., İlayda Alkan, İpek T., İrem Falay, Kadriye B. , Mervegül Bayer , Naile Y., Neşe G., Sabiha Ç., Serap Y., Sibel Kavıllı, Zahide Y., Zeynep B.
Gulan:
Ashfaq Ahmed Q, Aylin Pekin, Ayşe Ç., Bahar K., Başak Tekin, Buse Erkin, Büşra Sıla I., Dilara G., Duygu Ş., Edanur K., Fatma C., Fatma Nur Ş., Fidan Cantemir, Gülay Akça, Gözde Y., Hamgül C., Hanife Y., Hatice E., Hatice T., Hasret Öztürk, Hivda T., Kader Y., Meryem K., Merve K., Nagihan C., Nadya Zorlu, Nazegük Orhan, Nazime Ş., Saadet Ç., Sevilay Yılmaz, Sevim Duman, S.D., Vezire E., Zarın M., Zehra N., Zeliha Kapıaçtı, Zemzem Ö., Zeynep Ö., Rümeysa Meriç Ö., Media A.
Hezîran:
Adile Aysu, Aylin E., Ayten Çağıran, Dibe Cevat, Esma Şimşek, Fatma K., Fatma M., Gülistan Avcı, Gülsüm M., Hatice Ç., Hatice U., Hediye K., Hilal K., Lale P., Leyla Erat, Malizer G., Meral Tınaztepe, Merve Karabaş, Merve Ş., N.A., Nur S., Nurtaç K., Nurset T., Saniye Arslan, Sedef G., Seher A., Selen Akpolat, Semiha K., Sibel Ç., Şükran E., Şule Özlem U., Ümmü Değer, Victoria Vera B., Yüsra Binnaz Çimtay.
Tîrmeh:
Atiye B., Beyza Ç., Cansu Aslan, Cansu T., Elif A., Erva Raziye A., Esma B., Fatma Ö., Fikriye Silistereli, Filiz Ç., Hanife Y., Hüsne Topal, İklim Altınsoy, Leyla Çetiner, Merve K., Müge E.,Nurten Y., Safiye B., Saniye K., Seher İşler, Sevgi Koçer, Sidar Şimşek, Sıdıka K., Songül B., Sözcen Tutci.
Tebax:
Arife Ö., Aslı P., Aynur Çili, Ayşe D., Derya Devrim Emir, Ebru Duvar, Elif D., Elif D., Emine S., Eylem S., Fatma Aydovan, Fatma D., Gülizar Ç., Hilmiye Tuğba, Kıymet Ç., Nakşiye D., Nuhbe Yılmaz, Pınar Bayram, Saliha K., Senem K., Serpil G., Sezen Sarısay, Sinem Ç., Sultan T., Z.B., Öznur A., İ.D.
Îlon:
Ayşe K., Aysel Y., Berivan Ağbaba, Berrin Yılmaz, Çiğdem E., Döne B., Dursine C. Elif Ceren A., Ebru Öcal, Esin Karabıyık, Fatma K., Fadim T., Feriye Gözaüala, Fadimana O., Hamiyet Görmezer, Hatice Gül, Hatice R., Hazal G., Merve D., Maıa A., Naciye Y., Nebahat Yükçü, Nuran K., R.Z., Selda E., Sehle Gündüz, Satı Aktan, Sıla M., Sudenaz U., Şeyda Yılmaz, V.E., Yaren Küçük, Zeliha K.
Çiriya Pêşiyê:
A.H., A.K., Aylin P., Ayşe K., Ayşegül S., Berivan Ö., B.I., Burcu Sevgi T., C.A., Canan Cerit, D.K., Dilek D., Duygu Şahin, E.D., E.K., Emine D., Evin Demirtaş, Fatma B., Fatma Ö., Gaye G., Gülcan U., Güler M., Gülçin K., Güldane G., Gülfer Ö., Gülsiye O., Hasibe T., Huriye Ö., İ.U., K.K., Kübra G., Manal K., Mintaha A., Mine Özcan, N.A., N.Ç., Nuran S., S.Ç., S.Ö.A., Semira A., Sevgi G., Sevgi G.Y., Sevim K., Sibel Aygan, Şaizer G., Şenay G., Tuba A., Ülfet Köse, Yasemin U.Ç., Yasemin Y.
Çiriya Paşiyê:
Asiye Y., Aslıhan G., Aybeniz Top, Aysel Ç., Ayşe, Ayşe G., Bahriye Kalaycı, Berna İ., Buket A., Elif B., Elif G., Esma S., Esra B., Fahriye Asena Eskikambur, Filiz A., G.Ö., Hale Akbaş P., Hülya U., Hüsniye Y., Leyla Üren, Negül A., Necmiye A., Nilay Ç., Özlem B., Reyhan Sağ, S.B., Seviç Alemdar, Sevim A., Ş.K., Şelale Mırzalı, Türkan Soylu, Yeşim T.
Kanûna Pêşiyê:
A.Y., Arzu Açıkgöz, Ayşe Merve Sağ, Emine D., Fatma Çakırbeyli, Gonca Yılmaz Ö., Günay Sena S., Hayriye K., Leyla Ç., M.A., Mehtap Y., Rahime Ç., Selma Tercan, Serpil K., Simge K., Songül Gönül, Yezda Akgül, Şahide Z., Şehriban K.