Li gor nûçeyên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û netewî, ji malperên nûçeyan û ajansan berhev kirin, mêran di meha Nîsanê de bi kêmanî 30 jin û 2 zarok kuştin.
Saziyên çapemeniyê di meha Nîsanê de ji bo mirinên 24 jinan gotine “mirinên bigûman”.
Mêran di van çar mehên destpêkê yên salê de 119 jin kuştin
Bajarên ku mirinên jinan ên bigûman lê pêk hatin
Antalya (1), Balikesir (1), Bursa (1), Amed (1), Xarpêt (1), Stenboll (2), İzmir (1), Kastamonu (1), Kocaeli (2), Mêrdîn (1), Mêrsîn (1), Ordu (1), Sakarya (1), Sinop (1), Tokat (1), Uşak (1), Riha (1), Wan (1), Zonguldak (1).
Mêran tundkarî bi kêmanî li 33 jinan kirin, îstîsmar bi kêmanî li 20 zarokên keç û kur kiriye, bi kêmanî 10 jin tacîz kirine.
Mêran di meha Nîsanê de 20 jin neçarî karkeriya sekse kirin. Mêran bi kêmanî gefa kuştinê li 16 jinan xwarin û herî kêm tecawiz li çar jinan kirin.
Li Enqereyê jinekê mafê xwe yê rewa bikaranî: Jina bi navê B.A., ji bo ku hevjînê wê yê bi navê Veysel Dorkozan(44) ku di heman malê de dijiyan lê xistiye, ew kêr kirî û kuştiye. Hatiye zanîn ku wî mêrî bi kêrê B.A. birîndar kiriye û bi salan lê xistiye û derbarê wî mêrî de gelek lêpirsînên sûc hebûye. Her weha têkildarî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Tundkariya mêran a di sala 2024, 2023 û 2022yê de
Di çar mehên destpêkê yên 2024ê de mêran, 119 jin kuştine, tacîz li 24 jinan kiriye, 42 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 158 jinan kiriye, tecawiz li 6 jinan kiriye. Bi kêmanî 144 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 90 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 13 zarok kuştine.
Di çar mehên destpêkê yên sala 2023ê de mêran, 89 jin kuştine, tacîz li 15 jinan kiriye, 31 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 234 jinan kiriye, tecawiz li 4 jinan kiriye. Bi kêmanî 115 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Di sala 2023ê de, çapemeniyê ji bo mirina 73 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran di van çar mehan de bi kêmanî 11 zarok kuştine.
Di çar mehên destpêkê yên sala 2022ê de mêran, 99 jin kuştine, tacîz li 34 jinan kiriye, 83 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 238 jinan kiriye, tecawiz li 11 jinan kiriye. Bi kêmanî 262 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Di çar mehên destpêkê yên sala 2022ê de, çapemeniyê ji bo mirina 70 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 9 zarok kuştine.
Kuştin
Mêran di meha Nîsanê de bi kêmanî 30 jin kuştin; par di heman mehê de ev hejmar 24 bû.
Mêran her weha bi kêmanî ji mêrên li ba jinan bûn jê şeş kuştin.
Ji mêrên ku jin kuştine jê yek çawişê pispor bûye.
Jinên ku mêran ew di Nîsanê de kuştin
Asya C., Besra K., Buse Ateş S., Buse Demirkıran, Emine Boynueğri, Emine D., Esma İ., Esra Y., F.C., Gülcan G., Gülseren Y., H.T., İlknur Ç., Kübra K., Meltem Z., Melek Ç., Nazlı T., N.A., Nursel Y., Petek A., Sabiha F., Sahure Dudu Bahçeci, Selin Yalın, Selma Ç., Semanur Ç., Sevda M., Serpil K., Türkan A., Yıldız Y., Yonca Kazan.
Bajarên ku mêran jin lê kuştine
Semsûr (1), Agirî (1), Ankara (2), Antalya (2), Balıkesir (1), Bolu (1), Amed (1), Edirne (1), Erzîrom (1), Stenbol (6), Karabuk (1), Kırıkkale (1), Konya (1), Mereş (2), Manisa (1), Mersin (2), Mugla (1), Sakarya (1), Samsun (2), Tekirdag (1).
Mêran ji bo ku “xwestine veqetin / nexwestine li hev bên” 16 jin, jinek jî ji ber “hesûdiyê” û yek jî ji ber ku “pisîk xwedî kiriye” kuştiye. Çapemeniyê “hêcata” kuştina 12 jinan nenivîsiye.
Hevjîn û destgirtiyan bi kêmanî 21 jin, bavan, neviyan an jî endamên malbatê yên din 8 jin kuştine. Jinekê jî cîranê wê ew kuştiye.
Mêran bi çekên guleber 16 jin, bi amûrên birînê yên weke kêr û birekê 7 jin kuştine. Mêran du jin bi fetisandinê û du jin bi lêdanê kuştiye. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran sê jin bi çi ango çawa kuştiye.
Mêran 6 jin li kolan, daristan ango qadên civakî, 24 jin jî li nava malan kuştin.
Pêvajoya hiqûqî
30 faîl hebûn ku jin kuştin. Bi tenê 17 faîl hatin girtin. 3 faîlan xwe kuştin. 8 faîl hatin desteserkirin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya sê faîlan jî nenivîsiye.
Kuştina zarokan
Mêran di meha Nîsanê de 2 zarok kuştin. Par di mehan mehê de ev hejmar sê bû. Du zarok bavê wan, zarokek jî xizmê wê/wî ew kuşt.
Mêran zarok bi çekên guleber kuşt.
Bajarên ku mêran zarok lê kuştine
Îzmîr (1), Mereş (1)
Zarokên ku mêran ew kuştine
Tugçe A., Sultan A.
Pêvajoya hiqûqî
Du faîl hebûn ku zarok kuştine. Faîlek hat girtin. Faîlek jî xwe kuşt.
Tacîz
Mêran di meha Nîsana 2024an de herî kêm tacîz li 10 jinan kirine. Par di heman mehê de ev hijmar 5 bû.
Mêran 9 jin bi devkî û bi rêyên fîzîkî tacîz kirine. Mêran herî kêm dîmenê jinekê girtiye û ew tacîz kiriye.
Mêran li qadên derveyî mal yên weke kolan û şeqam tacîz li jinan kirine.
Çawişê pispor jinekê, hevalê jinekê yê kar ew tacîz kiriye. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrê ku tacîz li 8 jinan kirine nas e an ne nas e.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
Ankara (1), Dîlok (1), Balıkesir (1), Bursa (1), Fethiye (1), Stenbol (3) İzmir (1), Şirnex (1).
Pêvajoya hiqûqî
Herî kêm 10 faîl hebûn ku jin tacîz kirine. Tenê jê sê hat girtin, yek hat desteserkirin. Derbarê faîlek de lêpirsîn hat destpêkirin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya herî kêm pênc faîlan nenivîsiye.
Îstîsmara li zarokan
Mêran di meha Nîsanê de îstîsmar bi kêmanî li 20 zarokên keç û kur kirine. Par ev hejmar di heman mehê de 4 bû.
Mêran zarokek li malê, 12 zarok li dibistanê, 4 zarok li salona sporê û sê zarok jî li kolanê îstismar kirine.
Herî kêm 12 zarok, 4 dersdêrê wan, 2 zarok şivan, zorakek bavê wê, 4 zarok antrenorê sporê ew îstismar kiriye. Çapemeniyê nenivîsiye bê mêrê ku îstismar li zarokek kiriye nas e an ne nas e.
Bajarên ku mêran zarok lê îstîsmar kirine
Xarpêt (13), Afyon (1), Ankara (1), Dîlok (2), Denizli (1), İzmir (1), Konya (1).
Pêvajoya hiqûqî
7 faîl hebûn ku îstismar li zarokan kirine. Ji wan 5 faîl hatin girtin. Yek jî hat desteserkirin. Derbarê faîlek de lêpirsîn hat destpêkirin.
Êrîşa zayendî/Tecawiz
Di Nîsanê de li gorî zanyariyên di çapemeniyê de hatiye weşandin, mêran tecawiz li çar jinan kiriye. Par di heman mehê de ev hejmar yek bû.
Çapemeniyê nenivisiye bê ka mêrê ku êrişa zayendî li jinekê kiriye nas e an ne nas e.
jinekê cîranê wê, jinekê wezîfedarê ewlekariyê, jinekê kurye û jinekê doktor tecawiz lê kiriye.
Mêran li qadên derveyî malê tecawiz li her çar jinan kirine.
Bajarên mêran lê êrişa zayendî kiriye
Stenbol(2), Samsûn(1), Riha(1)
Pêvajoya Hiqûqî
4 faîlên mêr hebûn ku êrişa zayendi kirine. Tenê du faîl hatin girtin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya du faîlan nenivîsiye.
Tundkarî/Birîndarkirin
Mêran di meha Nîsanê de bi kêmanî 33 jin birîndar kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 56 bû. Bi kêmanî çar jin bi giranî birîndar bûn û ew birin nexweşxaneyan. Digel biryarên parastinê jî mêran şeş jin birîndar kirin.
Bajarên ku mêran tundkarî li jinan kir
Ankara (1), Aydın (1), Bursa (2), Edirne (22), İstanbul (5), İzmir (1), Sêwas (1).
Mêran, ji ber “nexwestine li hev bên, xwestine veqetin” bi kêmanî 16 jin, du jî ji ber “hesûdiyê” birîndar kirin. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran 15 jin ji ber çi birîndar kirin.
Mêran derb li 29 jinan xistin û birîndar kirin. Bi kêr û yên mîna wan du jin û bi çekên guleber du jin birîndar kirin.
Mêran li nava malan 16 jin, li nava wesayitên guhastinê yên cemawerî, kolan ango li derveyî malan 14 jin birîndar kirin. Çapemeniyê nenivîsî bê ka mêran li ku sê jin birîndar kirin.
Pêvajoya hiqûqî
Bi kêmanî 28 mêrên faîl hebûn. 10 faîl hatin berdan. Derbarê du faîlan de biryara girtinê hat dayîn. Çar faîl hat desteserkirin. Derbarê 10 faîlan de pêvajoya hiqûqî hat destpêkirin. Çapemeniyê derbarê pêvajoya hiqûqî ya du faîlan de ti zanyarî neweşand.
Karkeriya seksê ya mecbûrî
Mêran di meha Nîsanê de bi kêmanî 20 jin neçarî karkeriye seksê kirin. Di nav wan de zarok jî hebûn. 9 ji wan ne welatiyên Tirkiyeyê bûn.
Bajarên ku jin lê neçarî karkeriya seksê kirin
Stenbol(3), Samsûn(6), Riha(11)
Pêvajoya hiqûqî
18 faîl hebûn ku jin neçarî karkeriya sekse kirin. Jê 13 faîl hatin girtin, 3 faîl desteser kirin. Du faîl hatin berdan.
(EMK/AY)