Li gor nûçeyên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û netewî, ji malperên nûçeyan û ajansan berhev kirin, mêran di meha Mijdarê de bi kêmanî 32 jin û 2 zarok kuştin.
Saziyên çapemeniyê di meha Mijdarê de ji bo mirinên 42 jinan gotine “mirinên bigûman”.
Mêran tundkarî bi kêmanî li 71 jinan kirin, îstîsmar bi kêmanî li 34 zarokên keç û kur kiriye, bi kêmanî 20 jin tacîz kirine, tecawiz bi kêmanî li jinekê kirine. Her weha mêran di meha Mijdarê de 179 jin neçarî karkeriya sekse kirin.
Mêran di 11 mehên destpêkê yên salê de 359 jin kuştin.
Bajarên ku mirinên jinan ên bigûman lê pêk hatin
Adana (4), Ankara (3), Dîlok (3), Antalya (3), Aydin (1), Amed (1), Duzce (1), Edirne (1), Erzîrom (1), Stenbol (3), Karabuk (1), Kayseri (2), Kutahya (1), Meletî (1), Manisa (1), Mereş (1), Mersin (3), Mugla (1), Sakarya (4), Samsun (2), Tekirdag (3), Zonguldak (1).
Tundkariya Mêran a di salên 2024, 2023, 2022 û 2021ê de
Di 11 mehên destpêkê yên sala 2024an de mêran, 359 jin kuştine, tacîz li 120 jinan kiriye, 209 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 592 jinan kiriye, tecawiz li 14 jinan kiriye. Bi kêmanî 555 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 282 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 41 zarok kuştine.
Di 11 mehên destpêkê yên sala 2023an de mêran, 303 jin kuştine, tacîz li 350 jinan kiriye, 118 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 707 jinan kiriye, tecawiz li 17 jinan kiriye. Bi kêmanî 336 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 251 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 27 zarok kuştine.
Di 11 mehên destpêkê yên sala 2022an de mêran, 308 jin kuştine, tacîz li 140 jinan kiriye, 209 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 728 jinan kiriye, tecawiz li 26 jinan kiriye. Bi kêmanî 386 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 171 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 36 zarok kuştine.
Di 11 mehên destpêkê yên sala 2021an de mêran, 290 jin kuştine, tacîz li 412 jinan kiriye, 171 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 732 jinan kiriye, tecawiz li 89 jinan kiriye. Bi kêmanî 642 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 199 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 30 zarok kuştine.
Kuştin
Mêran di meha Mijdarê de bi kêmanî 32 jin kuştin; par di heman mehê de ev hejmar 35 bû.
Mêran her weha bi kêmanî ji mêrên li ba jinan bûn jê çar kuştin.
Digel biryara parastinê meran herî kêm 6 jin kuştine.
Jinên ku mêran ew di Mijdarê de kuştin
Asiye Y., Aslıhan G., Aybeniz Top, Aysel Ç., Ayşe, Ayşe G., Bahriye Kalaycı, Berna İ., Buket A., Elif B., Elif G., Esma S., Esra B., Fahriye Asena Eskikambur, Filiz A., G.Ö., Hale Akbaş P., Hülya U., Hüsniye Y., Leyla Üren, Negül A., Necmiye A., Nilay Ç., Özlem B., Reyhan Sağ, S.B., Seviç Alemdar, Sevim A., Ş.K., Şelale Mırzalı, Türkan Soylu, Yeşim T.
Bajarên ku mêran ew kuştin
Adana (1), Aksaray (1), Ankara (2), Antalya (2), Dîlok (2), Bolu (1), Bursa (1), Hatay (1), Idir (1), Kocaeli (1), Konya (1), Kırklareli (1), Mersin (2), Muş (1), Niğde (1), Sakarya (1), Tekirdağ (2), Riha (2), Uşak (1), Stenbol (6), İzmir (1).
Mêran ji bo ku “xwestine veqetin / nexwestine li hev bên” 20 jin kuştin. Mêran ji ber hesûdiyê jî jinekê kuştin. Çapemeniyê “hêcata” kuştina 11 jinan nenivîsiye.
Hevjîn û destgirtiyan bi kêmanî 23 jin, endamên malbatê yên weke kalik, kur û bav 5 jin kuştine. Jinekê zavayê wê, jinekê jî mêrê ku tecawiz lê kiriye ew kuştiye. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka 6 mêrên ku du jin kuştine nas an ne nas e.
Mêran bi çekên guleber 20 jin, bi amûrên birînê yên weke kêr û birekê 8 jin kuştine. Mêran, çar jin bi lêdan û fetisandinê kuştine.
Mêran herî kêm 11 jin li park, kolan, daristan ango qadên civakî, 21 jin jî li nava malan kuştin.
Pêvajoya hiqûqî
35 faîl hebûn ku jin kuştine. Bi tenê 14 faîl hatin girtin, 9 faîl hatin desteserkirin. 10 faîlan xwe kuştin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek weke “reviye” nivîsiye.
Kuştina zarokan
Mêran di meha Mijdarê de herî kêm du zarok kuştin. Ev hejmar par di heman mehê de 8 bû. Zarokêk bavê wê û zarokek jî mêrê ku ji bo îstismarê lê bike ew revand û kuşt.
Bajarên ku mêran zarok lê kuştine
Stenbol (2)
Zarokên ku mêran ew kuştine
Arsal A., Şirin Elmas.
Pêvajoya hiqûqî
2 faîl hebûn ku zarok kuştine. Faîlek xwe kuşt û yek jî hat girtin.
Tacîz
Mêran di meha Mijdara 2024an de herî kêm tacîz li 20 jinan kirine. Par di heman mehê de ev hijmar 3 bû.
Şeş bûyerên tacîzê sîstematîk bûn.
Mêran 18 jin bi devkî û bi rêyên fîzîkî tacîz kirine. Du jin dîmenê wan girtine û ew tacîz kirine. Her weha ji jinan yek ji Çînê hatibû.
Mêran li qadên derveyî mal yên weke kolan, mixaze, wesayîtê cemaweriyê û nexweşxaneyê tacîz li jinan kirine.
Du jin wezîfedarê paqijiyê, jinekê pizîşk, du jin cîranê wan, jinekê dersdêr, şeş jin heval û hevkarê wan, jinekê zabit û jinekê jî rêwiyek mêr ew tacîz kiriye.
Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrê ku tacîz li 6 jinan kirine nas e an ne nas e.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
Adana (1), Ankara (2), Duzce (1), Gümüşhane (5), Kilis (1), Kocaeli (1), Sakarya (4), Trabzon (2), Riha (2), Zonguldak (1)
Pêvajoya hiqûqî
16 faîl hebûn ku jin tacîz kirine. Jê 8 hatin girtin, du faîl hatin desteserkirin. Derbarê çar faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin. Faîlek revî. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek nenivîsiye.
Îstismara li zarokan
Mêran di meha Mijdarê de îstîsmar bi kêmanî li 34 zarokên keç û kur kirine. Par ev hejmar di heman mehê de 8 bû.
Mêran li qadên derveyî malê yên weke stargeha terîqetan, salona werzişê, otopark û bereqe îstismar li 32 zarokan kirine. Her weha mêran li nava malê îstismar li 2 zarokan kiriye.
Çapemeniyê nenivîsiye ku bê ka mêran li kîderê îstismar li çar zarokan kiriye.
Çapemeniyê nenivîsiye ku bê ka 26 mêrên ku îstismar li 13 zarokan kiriye nas e an ne nas e.
Herî kêm çar zarok dartaş ew îstismar kiriye. Sê zarok cîranê wan, sê zarok bavê wan, du zarok xebatkarê marketê, 9 zarok xebatkarê servîsê ew tacîz kiriye.
Bajarên ku mêran zarok lê îstîsmar kirine
Adana (4), Dîlok (1), Aydın (1), Bedlîs (1), Duzce (1), Kayseri (1), Kocaeli (3), Niğde (1), Ordu (1), Sakarya (6), Sêwas (1), Tekirdag (1), Zonguldak (9), Stenbol (2), İzmir (1)
Pêvajoya hiqûqî
38 faîl hebûn ku îstismar li zarokan kirine. Ji wan tene 11 faîl hatin girtin. 10 faîl hatin desteserkirin. 14 faîl serbest bûn. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya sê faîlan nenivîsiye.
Êrîşa zayendî/Tecawiz
Mêran di meha Mijdara 2024an de herî kêm tecawiz li jinekê kirine. Par di heman mehê de ev hejmar yek bû.
Siyasetmedarekî mêr tecawiz li jinekê kir.
Ji jinên ku mêran tecawiz lê kiriye jê yek astengdar bû.
Mêran li derveyî malan tecawiz li jinan kirin.
Bajarên ku mêran tecawiz li jinan kiriye
Zongûldak (1).
Pêvajoya hiqûqî
Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlan nenivîsiye.
Tundkarî/Birîndarkirin
Mêran di meha Mijdarê de bi kêmanî 71 jin birîndar kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 69 bû. Bi kêmanî 12 jin bi giranî birîndar bûn û ew birin nexweşxaneyan. Digel biryarên parastinê jî mêran herî kêm 8 jin birîndar kirin.
Bajarên ku mêran tundkarî li jinan kiriye
Adana (2), Afyon (1), Aksaray (1), Ankara (1), Antalya (1), Balıkesir (2), Bursa (4), Denizli (2), Edirne (24), Xarpêt (1), Isparta (1), Kayseri (2), Konya (1), Kırıkkale (1), Meletî (1), Manisa (1), Mereş (1), Muğla (1), Osmaniye (1), Samsun (2), Sêrt (1), Zonguldak (2), Stenbol (12), İzmir (5)
Bi kêmanî 46 jin destgirtî û mêrên wan ew birîndar kirin. Sê jin xwediyê mala wan ên mêr ew birîndar kirin, 12 jin endamên malbatê yên weke bav û bira ew birîndar kirin. Polîsan trans birîndar kirin. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrên ku 9 jin birîndar kirine nas e an ne nas e.
Mêran, ji ber ku “nexwestine li hev bên, xwestine veqetin” bi kêmanî 32 jin birîndar kirin. Mêran, 4 jin ji bo xesp bike ew birîndar kirine. Çapemeniyê hêceta birîndarkirina 35 jinan nenivîsiye.
Mêran derb li 60 jinan xistin û birîndar kirin. Bi kêr û yên mîna wan 7 jin û bi çekên guleber 4 jin birîndar kirin.
Mêran li nava malan 35 jin, li nava wesayitên guhastinê yên cemawerî, kolan ango li derveyî malan 18 jin birîndar kirin.
Çapemeniyê nenivisiye bê ka mêran 18 jin li kîderê birîndar kirine.
Pêvajoya hiqûqî
16 faîlên ku jin birîndar kirin hatin girtin. Derbarê 31 faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin. 8 faîl hatin desteserkirin. 2 faîl serbest bûn. Derbarê faîlek de biryara kontrola edlî hat dayîn. Çapemeniyê derbarê pêvajoya hiqûqî ya 13 faîlan de ti zanyarî neweşand.
Karkeriya seksê ya mecbûrî
Mêran di meha Mijdarê de bi kêmanî 179 jin neçarî karkeriya seksê kirin. Par di heman mehê de ev hejmar du bû. Hemû jin welatiyên Tirkiyeyê bûn.
Bajarên ku jin lê neçarî karkeriya seksê kirin
Ankara (51), Amed (9), Kutahya (24), Manisa (6), Samsun (1), İstanbul (87), İzmir (1) .
Pêvajoya Hiqûqî
Faîlek hebû ku jin neçarî karkeriya seksê kiriye. Ew jî hat girtin.