İnfografik ve Fotoğraf: Yağmur Karagöz
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Nîsana 2020an de herî kêm 17 jin û sê mêrên di dema kuştinê de li bal jinan bûne kuştine. Mêran di heman mehê de du zarok jî kuştine. Jineke ku hatiye kuştin, trans û ji Moldovyayê bûye.
Medyayê mirina herî hindik 19 jinan (Aydın, Stenbol 4, Kocaeli, Amed, Semsûr, Antalya 2, Meletî, Çanakkale, Isparta 2, Dêrsim, Çewlig, Wan 2, Osmaniye) wekî “mirinên gumanbar” destnîşan kiriye.
Medyayê ji bo mirina mirina herî kêm sê jinan (Edene, Stenbol û Wan) nivîsiye ku “failê wan ne diyar” e. Mêran li Mêrdînê hewl dane ku jinekê bikujin.
Mêran gefa mirinê herî hindik li 3 jinan (Antalya, Kutahya, Aksaray) xwarine.
Di meha Adarê de jinekê li Enqereyê mafê parastina xwe ya rewa bi kar aniye. Jinikê hevjînê xwe kuştiye ku 25 salan êrîşa cinsî û ya psikolojîk li wê dikir.
2019-2020
Di çar mehên pêşiyê yên 2019an de, mêran herî hindik 99 jin kuştine, taciz li 42 jinan kiriye, 46 zarok istismar kirine, tecawiz li 14 jinan kiriye. Li gorî nûçeyên ku hatine weşandin di van çar mehan de mêran 95 jin birindar kirine û bi darê zorê karê seksê herî hindik li 338 jinan kiriye,
Di çar mehên pêşiyê yên 2020an de, mêran herî hindik 83 jin kuştine, taciz li 40 jinan kirine, 80 zarok istismar kirine, tecawiz li 23 jinan kiriye. Li gorî zanyariyên ku di çapemeniyê de belav bûne, di her sê mehên pêşiyê yê heman salê de mêran tundkarî li 184 jinan kiriye, heri hindik bi darê zorê karê seksê li 349 jinan kiriye.
Kuştin
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Nîsanê de herî kêm 17 jin kuştine. Mêran di heman meha sala borî de 31 jin kuştibûn.
Du jin beriya ku bên kuştin ji bo parastina xwe serî li dezgehên fermî dabû. Jineke ku hatiye kuştin trans bûye.
Jinên di meha Adarê de hatine kuştin
Aysim E., Eduard G., G.L, Gamze P., Gül Y., Gülcemal B., Gülten T., Halime M.,Nurgül B., Hatice G., Havva G., Huriye K., Kısmet D., Kiraz Y., Meral A., Sati İ., Sıdıkka K.
Bajarên ku mêran li wan deran jin kuştine
Agirî (1), Aydin (1), Stenbol (3), Îzmîr (2), Karabuk (1), Kastamonu (1), Kocaeli (1), Kocaeli (1), Manisa (1), Mersin (1), Ordu (1), Rize (1), Samsun (2).
Medyayê nenivîsiye bê ka mêran 11 jin ji ber çi kuştine. Di çapemeniyê de hatiye nivîsandin ku mêran jinek ji ber “daxwaza zewacê qebûl nekiriye”, jinek ji ber “hesûdiyê”, jinek ji ber “gelek hêrsokî ye”, jinek “bi qezayê”, du jin jî ji ber ku “dijminahiya bi mêrên wan re” kuştine.
Mêr/destgirtî şeş jin kuştine. Mêrê bi mehra melayî jinek, kuran sê jin, jîranan du jin, hevalên wan du jin, kuryeyekî hatiye mala wê jinek kuştine. Medyayê nenivîsandiye bê ka mêran û sê jinên ku kuştine hev nas dikirin an na.
Mêran neh jin bi çekên gulexwar, çar jin jî bi alavên birrek kuştine. Mêran jinek bi ben yek jî bi qayişê fetisandine. Derb li jinekê xistine û ew kuştine. Çapemeniyê şêweyê kuştina jinekê nenivîsandiye.
Mêran neh jin li nava malê, du jin li kolan, jinek li wargeha dersdaran kuştine. Cihên ku mêran pênc jin lê kuştine di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin.
Pêvajoya hiqûqî
18 failên kuştina jinan hebûn. Tenê çar ji wan hatine girtin. Du fail ji ber “kêmbûna delîlan” serbest bûne.
Du failan xwe kuştiye. Pênc fail hatine desteserkirin. Çapemeniyê ji bo failekî nivîsiye ku “lê digerin.” Ji bo du failan hatiye nivîsandin ku “lêporsînname hatiye amadekirin”. Rewşa hiqûqî ya failekî di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin.
Kuştinên ku di mehên borî de pêk hatine lê di meha Adarê de derketine holê
Li Îzmîrê mêrê bi navê N. H. li xwe mikur hatiye ku di 25ê Adarê de jina bi navê Nuray V. (53) li mala wê herî hindik 20 caran kêr kiriye û kuştiye.
Çapemeniyê di meha Adarê de ji bo kuştina jinê gotibû “kuştina failê wê nediyar”. Hatiye diyarkirin ku N.E. gotiye qey jinikê pereyên wî dizîne û ew ji ber wê kuştiye. N. E. hatiye girtin.
Kuştina zarokan
Mêran di Nîsana 2020an de du zarok kuştine. Çapemeniyê ji bo mirina zarokek li Êlihê gotiye “biguman”. Çapemeniyê her weha ji bo mirina zarokek li Mêrdînê gotiye “kuştina failê wê nediyar.”
Bavekî zarokek xwe kuştiye. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka zarokek hatiye kuştin û kujer hev nas dikin an na.
Navê zarokên ku mêran ew kuştine
Berfîn Ç., Ceylan A.
Bajarên ku mêran zarok li wir ew kuştine
Dîlok (1), Mêrdîn (1)
Pêvajoya hiqûqî
Her du fail jî hatine girtin.
Tecawiz
Di meha Nîsanê de mêran tecawiz herî hindik li sê jinan kiriye. Par heman mehê mêran tecawiz li du jinan kiribû.
Failek ji wan hevalê dêya jinê, yek jî destgirtiyê jinekê bûye. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka failek kî ye.
Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran li ku tecawiz li du jinan kirine. Mêrekî li malê tecawiz li jinekê kiriye.
Jineke ku mêran tecawiz lê kiriye, ji hêla hiş ve kêmendam bûye. Jin dema ji ber êşên xwe çûye nexweşxaneyê derketiye holê ku ducanî ye û di encama vê de hatiye zanîn ku tecawiz lê hatiye kirin. Mêrekî him tecawiz li jinekê kiriye him jî ew birîndar kiriye.
Taciz
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Nîsanê de herî kêm taciz li neh jinan kiriye. Par di heman mehê de ev jimar 22 bûye. Herî hindik di bûyereke tacîzê de mêran tundkarî li jinan kiriye.
Jinan her neh mêrên taciz li wan kirîye nas nedikirin.
Mêran pênc jin bi devkî/fizîkî taciz kirine. Mêran endamên xwe yên cinsî nîşanî du jinan dane û ew taciz kirine. Mêran tacîza sîberê li du jinan kirine. Mêran bi rêya medyaya civakî du jin, li kolanan jî heft jin taciz kirine.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
Edene (1), Kütahya (2), Stenbol (4), Zonguldak (2).
Pêvajoya hiqûqî
Heft fail hebûn ku jin taciz kirine. Yek ji wan jî nehatine girtin. Tenê yek ji wan hatiye desteserkirin. Doz li du failan hatiye vekirin. Bi sedema ku “ne li gorî rêgezên mesafeya civakî tevgeriyaye” cezayê pereyan li failekî hatiye birîn. Pêvajoya hiqûqî ya sê failan di çapemeniyê de nehatiye aşkerekirin.
Istismara zarokan
Mêran di meha Nîsanê de herî hindik istismar li sê zarokan kirine. Par di heman mahê de ev hejmar 13 bûye. Bavê zarokekê/î ew istismar kiriye. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka kesên istismar kirine û zarokên hatine istismarkirin hev nas dikirin an na. Mêran li nava malê du zarok istismar kirine, yek jî li parkê.
Bajarên ku mêran istismar li zarokan kirine
Agirî (1), Stenbol (2).
Pêvajoya hiqûqî
Failek hatiye girtin. Yek hatiye desteserkirin. Çapemeniyê rewşa hiqûqî ya failekî nenivîsandiye.
Tûndkarî / birîndarkirin
Di meha Nîsanê de, mêran herî kêm tûndkarî li 39 jinan kiriye. Di heman meha sala borî de ev hejmar 23 bû.
Çapemeniyê ji bo rewşa herî hindik sê jinan gotiye “bi giranî birîndar bûne”. Mêran bi rêk û pêk tundkarî li ser çar jinan kirine.
Jineke ku mêran tundkarî lê kiriye gurcî, sê ji wan jî sûriyeyî bûne. Du mêrên ku tundkarî li jinan kirine, piştî guhertina yasaya înfazê, ji girtîgehê derketine.
Bajarên ku mêran lê tûndkarî li jinan kiriye
Edene (2), Enqere (4), Antalya (3), Aydın (1), Burdur (1), Bursa (3), Duzce (1), Edirne (4), Isparta (1), Stenbol (8), Kayseri (1), Konya (2), Meletî (2), Manisa (1), Mersin (1), Mugla (2), Nevşehir (1), Riha (1).
Jinan şeş mêrên ku tundkarî li wan kiriye nas nedikir, mêr/destgirtî, hezkiriyê 24 jinan; bira, kur ango xizmên din ên heşt jinan, tundkarî li wan kiriye. Hempîşeyê jinekê tundkarî lê kiriye.
Çapemeniyê sedema tundkariya ku mêran li 33 jinan kiriye nenivîsandiye.
Herî kêm sê jin ji ber xwestine veqetin/li hev neyên rastî tundkariya mêran hatine. Bi sedema hesûdîyê tûndkarî li jinekê hatiye kirin. Mêran bi behaneya “paqijiyê dike” tundkarî li jinekê kiriye. Bi behaneya “nîqaşa hempîşeyî” mêrekî tundkarî li jinekê kiriye.
Mêran derb li 25 jinan xistiye û ew birîndar kiriye. Pênc jin bi kêran, heft jin jî bi çekên guleber birîndar kirine. Mêran hewl dane jinekê birevînin û ew birîndar kirine, yek jî xwestine bi kabloyê wê bifetisînin û ew birîndar kirine.
Pêvajoya hiqûqî
Herî hindik 39 fail hebûn.
Tenê sê fail hatine girtin. 10 fail bi şertê kontrola edlî serbest bne. Biryara dûrxistinê ji bo do failan hatiye dayîn. Doz li failekî hatiye vekirin.
Çapemeniyê ji bo rewşa hiqûqî ya pênc failan gotiye, “lê digerin”, ji bi yekî gotiye “xwe kuştiye”. Lêpirsîn herî hindik li pênc failan hatiye vekirin. Giliyê du failan hatiye kirin. Çapemeniyê rewşa hiqûqî ya 10 failan nenivîsandiye.
Karkerîya seksê ya mecbûrî
Mêran di meha Nîsanê de ya kêm li 11 jinan karê seksê daye kirin. Par di heman demê de ev jimar 33 bûye. Di meha Nîsanê de 10 jin ne welatiyên Tirkiyeyê bûne.
Pêvajoya hiqûqî
Herî hindik 14 fail hebûn ku karkeriya sekse ya mecbûrî bi jinan kirine. Du fail hatine girtin. Herî hindik 12 fail hatine desteserkirin. (EMK/FD)