Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Îlonê 2023an de herî kêm 42 jin kuştine.
Di meha Îlonê de mirina bi kêmanî 20 jinan di çapemeniyê de weke mirinên “bigûman” hatine nivîsîn
Li van bajaran mirinên jinan biguman in
Edene (1), Agirî (1), Antalya (2), Aydın (1), Amed (1), Stenbol (3), Kastamonu (1), Kayseri (2), Kocaeli (1), Nevşehir (1), Konya (1), Muğla (1), Niğde (1), Sakarya (2), Riha (1).
Mêran tundkarî li 66 jinan kirine, îstîsmar bi kêmanî li 9 zarokên keç û kur kirine, tacîz bi kêmanî li 11 jinan kirine. Mêran di meha Îlonê de herî kêm tecawiz li çar jinan kiriye.
Di Îlona 2023an de 66 jin neçarî karkeriya seksê kirine.
Di neh mehên destpêkê yên sala 2023ê de mêran, 247 jin kuştine, tacîz li 56 jinan kiriye, 97 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 578 jinan kiriye, tecawiz li 12 jinan kiriye. Bi kêmanî 254 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Di neh mehên destpêkê yên sala 2023yê de, çapemeniyê ji bo mirina 190 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran di van neh mehan de bi kêmanî 18 zarok kuştine. Di neh mehên destpêkê yên sala 2022ê de mêran, 248 jin kuştine, tacîz li 118 jinan kiriye, 187 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 605 jinan kiriye, tecawiz li 24 jinan kiriye. Bi kêmanî 372 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Di neh mehên destpêkê yên sala 2022yê de, çapemeniyê ji bo mirina 145 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran di van neh mehan de bi kêmanî 32 zarok kuştine. Di neh mehên destpêkê yên sala 2021ê de mêran, 234 jin kuştine, tacîz li 116 jinan kiriye, 111 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 617 jinan kiriye, tecawiz li 78 jinan kiriye. Bi kêmanî 507 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Di neh mehên destpêkê yên sala 2021ê de, çapemeniyê ji bo mirina 170 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran di van neh mehan de bi kêmanî 25 zarok kuştine. |
Kuştin
Mêran di meha Îlonê de bi kêmanî 42 jin kuştine; par di heman mehê de ev hejmar 26 bû. Digel biryara parastinê, meran bi kêmanî 8 jin kuştine. Ji jinên mêran kuştine jê yek welatiya Ozbekistanê, Rûsyayê û yek jî welatiya Azerbaycanê bûye. Hin faîl(2) ji girtîgehê derketine û jin kuştine. Ji mêrên ku jin kuştine jê yek “cerdevan”, du jî “polîs” bûne.
Navên jinên ku di Îlonê de mêran ew kuştine
Anastasia Emelianova, Ayfer Akbay, Ayşe A., Berno Adilova, Birsen T., Cansu Dönmez, Cemile G., Çiğdem Demir, Damla D., , Edanur Çoban, Emine Y., Ezgi Gülizar, Fatma Ö., Fatma Y., Fatoş Çetin, Gülseren G., Hatice Abdullah, Kızhanım D., Medine Y., Meliha Uludağ, Mislina Ölmez, Nadire G., Nazife Çetinkök, Nazik Bartan, Nazlı K., Nurgün Demir, Özlem K., Özlem Yürük, Peri D., Rebia Gül Arı, S.G., Saadet Ölmez, Sabriye B., Safiye Vardar, Semra Ö., Sıddıka A., Yeliz K., Zehra A., Zehra G., Zeliha A., Zeliha Ö., Zhala Baghırova.
Mêran li van bajaran jin kuştine
Afyon (1), Agirî (1), Enqere (4), Antalya (1), Dîlok(1), Bursa (3), Çorum (1), Amed (1), Duzce (1), Erzîrom (1), Hatay (1), Stenbol (5), İzmir (2), Karabuk (2), Kayseri (1), Kırklareli (2), Kocaeli (1), Konya (5), Manisa (2), Mereş (3), Mersin (1), Samsun (1), Riha (1).
Mêran 13 jin ji ber ku “xwestine cihê bibe”, sê jin jî ji ber “hesûdiyê” kuştiye. Mêran çar jin jî ji ber ku “daxwazên wî yên aborî pêk neaniye” kuştiye. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran bi çi "hêcetan" 22 jin kuştine.
Hevjîn, hevjînên berê an jî destgirtî 29 jin kuştine. jinekê hevalê wê, jinekê cerdevan, neh jin kur, zava, bira û kesên weke wan ew kuştine. Çapemeniyê nenivisiye mêrê ku du jin kuştiye nas e an ne nas e.
Mêran 30 jin li malan, neh jin li kolanê, jinekê li baxçe, jinekê li parke, jinekê jî li nava wesayîtê kuştiye..
Mêran 18 jin bi çekên guleber kuştine. 12 jî bi kêr û amûrên mîna kêrê kuştiye. du jin jî ji şaneşînê avêtine xwarê û ew kuştine.
Pêvajoya hiqûqî
37 faîl hebûn ku jin kuştine. Bi tenê 14 faîl hatine girtin. Şeş faîl hatine desteserkirin. 7 faîlan xwe kuştine. Çapemeniyê ji bo pêvajoya hiqûqî ya çar faîlan gotiye“reviye” ya şeş faîlan jî nenivîsandiye.
Kuştina zarokan
Mêran di meha Îlonê de zarokek kuştiye. Par di heman mehê de ev hejmar du bû. Zarokek bavê wê/wî ew kuştiye. Mêran zarokek bi amûrên weke kêr û birekê kuştiye.
Mêran li van bajaran zarok kuştine
Mêrsîn(1)
Pêvajoya hiqûqî
Faîlek hebû. Ew jî hatiye girtin.
Tacîz
Mêran di meha Îlona 2023an de herî kêm tacîz li 11 jinan kiriye. Par di heman mehê de ev hijmar 16 bû. Du bûyerên tacîzê sistematik bûye.
Mêran heşt jin bi devkî û bi rêyên fîzîkî tacîz kirine. Mêran dîmen û fotografên du jinan girtine û ew tacîz kirine. Mêran endamê mêriniyê xwe nîşanî jinekê kiriye û ew tacîz kiriye.
Mêran 11 jin jî li cihê weke nexweşxane, market, konfeksiyon û wesayitê cemaweriyê tacîz kirine.
Sê jin pizîşk, du jin xebatkarê markete, du jin hevalê wan ew tacîz kirine. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrên ku çar jin tacîz kiriye nas e an ne nas e.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
Enqere (1), Bursa (2), Stenbol(2), Kocaeli (2), Muğla (2), Rize (2).
Pêvajoya hiqûqî
10 faîl hebûn ku jin tacîz kirine. Tene faîlek hatiye girtin. Sê faîl hatine desteserkirin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya çar faîlan nenivisiye.
Îstîsmara li zarokan
Mêran di meha Îlonê de îstîsmar bi kêmanî li neh zarokên keç û kur kirine. Par ev hejmar di heman mehê de 12 bû. Hin faîlan heman sûc berê jî kirine û hatine darizandin.
Mêran du zarok jî li malan û du zarok jî li kolanê îstismar kirine. Çapemeniyê nenivisiye bê ka mêran li kîderê pênc zarok îstismar kirine.
Du zarok zirbavê wan, zarokekê destgirtiyê dayika wê, zarokekê cîranê wê ew îstismar kiriye. Çapemeniyê nenivisiye bê ka mêrê ku îstismar li pênc zarokan kiriye nas e an ne nas e.
Bajarên ku mêran zarok lê îstîsmar kirine
Bursa (1), Duzce (1), Stenbol(2), İzmir (1), Tokat (1), Zonguldak (3).
Pêvajoya hiqûqî
Heft faîl hebûn ku zarok îstîsmar kirine. Du faîl hatine girtin. Du faîl hatin desteserkirin. Faîlek serbest bûye. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya du faîlan nenivisiye.
Êrîşa zayendî / Tecawiz
Di meha Îlonê de mêran tecawiz li çar jinan kir. Par heman mehê ev hejmar sê bû.
Jinekê hevalê wê û jinekê jî xizmê wê tecawiz li wê kiriye. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrê ku tecawiz li du jinan kiriye nas e an ne nas e.
Bajarên ku mêran lê tecawiz li jinan kir
Dîlok (1), Çanakkale (1), Çorûm(1), Mûgla(1)
Pêvajoya hiqûqî
Şeş faîl hebûn. Du hatin girtin. Sê faîl serbest bûn. Derbarê faîlek de lêpirsîn hat destpêkirin.
Tundkarî / Birîndarkirin
Di meha Îlonê de mêran 66 jin birîndar kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 71 bû. Heşt jin bi giranî birîndar bûne û ew birine nexweşxaneyan. Digel ku biryara parastinê hebû jî mêran bi kêmanî neh jin brîndar kirin.
Bajarên ku mêran tundkarî li jinan kir
Enqere (2), Antalya (1), Bûrsa (2), Çanakkale (1), Edîrne (34), Stenbol (13), Îzmît (2), Kayserî (1), Kocaelî (2), Samsûn (2), Trabzon (1), Riha (1), Yalova (1), Zongûldak (2). Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran jinek li kîjan bajarî birîndar kir.
Hevjîn an jî destgirtiyên bi kêmanî 48 jinan ew birîndar kir. Esnafekî jinek, birayan, kuran û ji malbatan yên din sê jin, xwediyê karî jinek birîndar kir. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka 15 mêr û 13 jinên birîndar kirine, çî hev in.
Mêran şeş jin ji ber “hesûdiyê, bi kêmanî 34 jin ji ber nexwestiye li hev bê an jî xwestiye veqete kuştin. Jinek ji ber ku dans kir, jinek jî bi îdiaya şeytan ji rihê wê derxist, kuşt. Çapemeniyê “mehneya” kuştina 24 jinan nevivîsiye.
Mêran derb li 59 jinan xistine, çar jin bi kêr û tiştên weke wê, sê jin jî bi çekên guleber birîndar kirine.
Mêran 37 jin di nava malan de, 22 jin li kolan, park, nexweşxane ango li cihên cemawerî birîndar kirin. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran heft jin li ku birîndar kirin.
Pêvajoya hiqûqî
Bi kêmanî 66 faîl hebûn ku jin birîndar kirin. Bi tenê şeş faîl hatin girtin. Ji bo 37 faîlan pêvajoya qanûnî hate destpêkirin an jî hatin desteserkirin. Du faîl reviyan. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka rewşa hiqûqê ya 21 faîlan çi bûye.
Karkeriya sekse ya mecbûrî
Mêran di meha Îlonê de bi darê zorê karkeriya sekse bi 68 jinan dane kirin. Par heman mehê ev hejmar du bû. Di nava van 68 jinan de welatiyên Tirkiyeyê nînin.
Bajarên ku jin lê neçarî karkeriya sekse hatin kirin
Aydin (66)
Pêvajoya hiqûqî
28 faîl hebûn ku jin neçarî karkeriya sekse kirin. Bi tenê 17 faîl hatin girtin.
(EMK/FD-AY)