* Infographic & photo: Yağmur Karagöz / bianet
ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Adarê de herî kêm 25 jin kuştine.
Medyayê mirina 14 jinan (Antalya 4, Mêrdîn, Mêrsîn, Amed, Çanakkale, Artvîn, Semsûr, Şirnex, Sêwas, Stenbol û Samsûn) wekî “mirinên gumanbar” destnîşan kiriye.
Medyayê nivîsiye ku mirina herî kêm du jinan (Sînop-Antalya) “biguman” nivîsandiye. Li Îzmîrê mirina jina bi navê Nûray V. di medyayê weke “kuştina failê wê nediyar” hatiye nivîsandin.
Mêran gefa mirinê herî hindik li 4 jinan (Stenbol, Trabzon, Mêrsîn û Bûrsa) xwarine.
Di meha Adarê de jinekê li Enqereyê mafê parastina xwe ya rewa bi kar aniye. Jinikê hevjînê xwe kuştiye ku 25 salan êrîşa cinsî û ya psikolojîk li wê dikir.
2019-2020
Di sê mehên pêşiyê yên 2020an de, mêran 66 jin kuştine, tecawiz li 31 jinan kiriye, 77 zarok istismar kirine, tecawiz li 20 jinan kiriye. Herî hindik bi darê zorê karê seksê li 338 jinan kiriye, mêran tundkarî li herî hindik 145 jinan kiriye.
Di sê mehên pêşiyê yên 2019an de, mêran herî hindik 68 jin kuştine, taciz li 20 jinan kirine, 33 zarok istismar kirine, tecawiz li 12 jinan kiriye. Li gorî zanyariyên ku di çapemeniyê de belav bûne, di her sê mehên pêşiyê yê heman salê de mêran 89 jin birîndar kirine, heri hindik bi darê zorê karê seksê li 72 jinan kiriye.
Kuştin
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Kanûna Pêşiyê de herî kêm 25 jin kuştine. Mêran di heman meha sala borî de 22 jin kuştibûn.
Mêrê ku jinek kuştiye, di heman demê de îşkenceya bi rêk û pêk jî li wê kiriye. Yek ji jinên ku hatiye kuştin, beriya bê kuştin serî li biryara parastinê dabû. Jinek jê hemwelatiya Ingilîstanê yek jî ya Azerbaycanê bûye. Polîsekî û binefser bûye.
Jinên di meha Adarê de hatine kuştin
Anastasiya M., Bahtiyar K., Dilek K., Gamze S., Gönül G., Günay Ş., Halime D., Hatice B., Hatice K., L.K., Lale B., Latife B., Maşide Y., Melek D., Münevver Ş., Neşe O., Özlem M., Pınar A., Pınar U.B., S.İ., Sultan A., Suriye Ö., Ulviye H., Vildan A.Y., Viviant B.
Bajarên ku mêran li wan deran jin kuştine
Enqere (1), Antalya (1), Dîlok (1), Aydin (2), Bûrsa (2), Denîzlî (1), Amed (2), Stenbol (3), Îzmîr (1), Karabuk (1), Qers (2), Konya (2), Mêrdîn (1), Mûgla (1), Ordû (1), Rîze (1), Samsûn (1), Tekîrdag (1),
Medyayê nenivîsiye bê ka mêran 18 jin ji ber çi kuştine. Di çapemeniyê de hatiye nivîsandin ku mêran sê jin ji ber “xwestine veqetin”, sê jin ji ber “hesûdiyê” kuştine. Jinek jî li gorî ku medyayê nivîsandiye ji ber “xespkirinê” kuştine.
Hevjîn/destgirtiyê ji sedî 68 jinan ew kuştine.
Mêr/destgirtî 12 jin kuştine. Mêr/destgirtiyê berê pênc jin kuştine. Bav, kur û xizmên din çar jin kuştine. Şaredarekî jinek kuştiye. Mêran nenivîsandiye bê ka mêran û sê jinên ku kuştine hev nas dikirin an na.
Mêran nêviyê jinan bi çeken gulexwar kuştine.
Mêran 13 jin bi çekên gulexwar, 10 jin jî bi alavên birrek kuştine. Mêran jinek bi ben fetisandine. Çapemeniyê şêweyê kuştina jinekê nenivîsandiye.
Mêran 10 jin li nava malê, 8 jin li kolan, kargehan û nexweşxaneyan ango li cihên civakî kuştine. Cihên ku mêran heft jin lê kuştine di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin.
Pêvajoya hiqûqî
25 failên kuştina jinan hebûn. Tenê pênc ji wan hatine girtin. 14 fail hatine desteserkirin.
Çar failan xwe kuştiye. Çapemeniyê ji bo failekî nivîsiye ku “lê digerin.” Rewşa hiqûqî ya failekî di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin.
Kuştinên ku di mehên borî de pêk hatine lê di meha Adarê de derketine holê
* Derketiye holê ku li Antalyayê Hatice B. (38) ya 8 sal berê winda bûye, hevjînê wê B. B. (38) ew kuştiye û bi alîkariya du kesan binax kiriye. B. B. Li xwe mikur hatiye. Hevjîna wî ya bere M. T. Û hevalê wî S. D. bi sedema alîkarî bi wî re kirine, hatine desteserkirin. Derketiye holê ku B. B. ji M. T. û S.D. re gotiye heke alîkariya wî nekin ew ê ziyanê bigihîne zarokên wan. Jina ku kuştine li ber çem veşartine.
* Derketiye holê ku jina cesedê wê 10ê Sibata 2019ê li Duzceyê li ber rê di nava baholekê de hatiye ditin û derketiye holê ku bi kêran hatiye kuştin, yê jineke temenê wê di navbera 30-50yî de ye. Ji bo nasnameya jinê diyar bikin û kesên kujer bibînin xebat dewam dikin.
* Derketiye holê ku kesê 4ê Sibatê jina sûriyeyî ya ducanî ya bi navê Manar A. (35) û kurê wê Muhammed C. (5) kuştiye, Y. A. (3) yê hemwelatiyê Sûriyeyê ye. Medyayê di meha Sibatê de ji bo kuştina her du kesan gotibû, “kuştinên failên wan nediyar”. Y.A. di jêpirsînê de li xwe mukir hatiye.
* Hatiye îdiakirin ku di Meha Kanûna Paşiyê de mêrê bi navê M. U. ji ber nexwestiye pê re bizewice, jinek kuştiye. Piştî ku malbata jinê bi malpereke nûçeyan a herêmî re axiviye, çapemeniyê di 19ê Sibatê de mijar kiriye nûçe.
Tecawiz
Li gorî nûçeyên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û yên berbelav, ji ajans û malperên nûçeyan berhev kirin, medyayê di meha Adarê de ti bûyereke tecawizê nenivîsandiye. Mêran di Adara 2019ê de herî hindik tecawiz li şeş jinan kiribûn.
Taciz
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Kanûna Paşiyê de herî kêm taciz li 10 jinan kiriye. Par di heman mehê de ev jimar heft bûye. Mêran jineke çînî, yek fasî yek jî azerî taciz kirine. Herî hindik di du bûyeran de mêran tundkarî li jinan kiriye.
Jinan neh mêrên taciz li wan kirîye nas nedikirin. Hevkarê jinekê taciz li wê kiriye.
Herî kêm heşt jin bi devkî/fizîkî hatine tacizkirin. Mêran hewl dane xwe ji hêla cinsî têr bikin tacîz li du jinan kiriye. Mêran di bas û yên weke wan de taciz li du jinan, li kolan, bexçe û yên weke wan ango li qadên civakî taciz li heşt jinan kirine.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
Edene (1), Denizli (1), Stenbol (7), Sakarya (1).
Pêvajoya hiqûqî
Pênc fail hatine desteserkirin. Lêpirsînname ji bo failekî hatiye destpêkirin. Failek serbest maye. Pêvajoya hiqûqî ya sê failan di çapemeniyê de nehatiye aşkerekirin.
Istismara li zarokan
Di meha Adarê de, mêran ya kêm taciz li 23 zarokan kirine, hin ji zarokên taciz lê hatîn kirin kur bûne. Sala borî, ev hejmar di heman mehê de heşt bû. Zarokek ji wan ducanî bûye û bûyer wiha derketiye holê.
Zarokan 10 tewanbar nas nedikirin. Dersdarên wan tacîz li du zarokan, ajokarê serwîsa xwendekaran taciz li du zarokan, sê melayan taciz li zorekekê/î, birayan tacîz li du zarokan, dersdarê rehabîlîtekirinê tacîz li zarokekî/ê, cîranekî tacîz li zorekekî/ê, dikandarekî tacîz li zarokekî/ê, dersdarê sporê tacîz li herî hindik çar zarokan kiriye. Zarokek kêmendam bûye.
Mêran li dikanan tacîz li heşt zarokan, li navenda dermankirinê tacîz li zarokekî/ê, li serwîsê tacîz li zarokekî/ê, di nava asansorê de tacîz li zarokekî/ê, li dibistanan tacîz li du zarokan, li malan tacîz li sê zarokan û li kolanan herî hindik tacîz li zarokekê/î kirine. Medyayê cihên istismara cinsî ya li heşt zarokan hatiye kirin nenivîsandiye.
Bajarên ku mêran istismara zayendî li zarokan kiriye
Edene (1), Adapazarı (1), Antalya (3), Amed (1), Isparta (1), Stenbol (1), Konya (4), Manisa (2), Sinop (2), Zonguldak (6), Çapemeniyê cihê bûyereke tacîzkirinê nenivîsandiye..
Pêvajoya Hiqûqî
17 fail hebûn. Tenê pênc fail hatine girtin. Failek hatiye desteserkirin. Sê fail bi şertê kontrola edlî serbest bûne her weha ji dezgehên xwe yên fermî hatine derxistin. Lêpirsînname ji bo heft failan hatiye destpêkirin. Pêvajoya hiqûqî ya failekî di çapemeniyê de nehatiye nivisandin.
Tûndkarî / birîndarkirin
Di meha Adarê de, mêran herî kêm tûndkarî li 46 jinan kiriye. Di heman meha sala borî de ev hejmar 20 bû.
Çapemeniyê ji bo rewşa herî hindik sê jinan gotiye “bi giranî birîndar bûne”. Mêran bi rêk û pêk tundkarî li ser sê jinan kirine.
Jineke ku mêran tundkarî lê kiriye afgan yek jî iraqî bûye. Biryara dûrxistinê ji mêrekî ku tundkarî dikir hatiye dayîn lê digel vê mêrî dîsa tundkarî li jinan kiriye.
Bajarên ku mêran lê tûndkarî li jinan kiriye
Adapazarı (1), Aksaray (1), Antalya (2),Denizli (1), Edirne (18), Elezîz (3), Hatay (1), İstanbul (9), İzmir (1), Kayseri (3), Kocaeli (1), Manisa (1), Samsun (1), Trabzon (1), Riha (1), Wan (1).
Jinan heft mêrên ku tundkarî li wan kiriye nas nedikir, mêr/destgirtiyê 27 jinan, mêr/destgirtiyê kevn ê pênc jinan; bav, kur ango xizmên din ên şeş jinan, tundkarî li wan kiriye. Xwediyê kare jinekê tundkarî li wê kiriye.
Çapemeniyê sedema tundkariya ku mêran li 34 jinan kiriye nenivîsandiye.
Herî kêm heşt jin ji ber xwestine veqetin/li hev neyên rastî tundkariya mêran hatine. Bi sedema hesûdîyê tûndkarî li sê jinan hatiye kirin. Mêran bi behaneya “xesbkirinê” tundkarî li jinekê kiriye.
Mêran derb li 35 jinan xistiye û ew birîndar kiriye. Du jin bi kêran, heşt jin jî bi çekên guleber birîndar kirine. Mêran jinek ji pencereye avêtine û ew birîndar kirine.
Pêvajoya hiqûqî
Herî hindik 45 fail hebûn.
Tenê sê fail hatine girtin. Failek bi şertê kontrola edlî serbest bûye. Heft fail hatine desteserkirin. Ji bo failekî biryara jûrdixistinê hatiye dayîn.
Çapemeniyê ji bo rewşa hiqûqî ya failekî gotiye, “lê digerin”, ji bo yekî jî gotiye “baz daye”.
Failekî xwe kuştiye. Lêpirsînname herî hindik ji bo 22 failan hatiye amadekirin.
Rewya hiqûqî ya heft failan di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin.
Karkerîya seksê ya mecbûrî
Mêran di meha Adarê de ya kêm li 83 jinan karê seksê daye kirin. Par di heman demê de ev jimar 22 bûye. Di meha Adarê de 53 jinên ku ji bo karê seksê hatine mecbûrkirin welatîyên Tirkiyeyê bûne. Herî hindik 30 jin welatiyên Tirkiyeyê bûne.
Pêvajoya hiqûqî
Herî hindik 94 fail hebûn ku karkeriya sekse ya mecbûrî bi jinan kirine. 74 fail hatine desteserkirin. Tenê 20 fail hatine girtin. (EMK/FD)