Li gor nûçeyên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û netewî, ji malperên nûçeyan û ajansan berhev kirin, mêran di meha Gulanê de bi kêmanî 40 jin û 5 zarok kuştin.
Saziyên çapemeniyê di meha Gulanê de ji bo mirinên 30 jinan gotine “mirinên bigûman”.
Mêran di çar mehên destpêkê yên salê de 159 jin kuştin. Li Enqereyê Çapemeniyê ji bo kuştina jinekê gotiye, “kuştina ku faîlê wê ne diyar e”.
Li Bûrsayê jinekê mafê xwe yê rewa bikaranî: Jina bi navê L.K.S.(18) destgirtiyê berê yê xwişka xwe M.K.yê, Mehmet Salîh B.(20) li kolanê kêr kir û kuşt.
Bajarên ku mirinên jinan ên bigûman lê pêk hatin
Enqere (1), Antalya (3), Bartın (2), Êlih (1), Burdur (1), Duzce (1), Edirne (1), Elezîz (1), Gumuşhane (1), Hatay (1), Stenbol (4), Kayseri (1), Kocaeli (3), Konya (1), Niğde (1), Rize (1), Sakarya (1), Samsun (2), Tekirdag (1), Yalova (1), Zonguldak (1).
Mêran tundkarî bi kêmanî li 56 jinan kirin, îstîsmar bi kêmanî li 29 zarokên keç û kur kiriye, bi kêmanî 4 jin tacîz kirine.
Mêran di meha Gulanê de 34 jin neçarî karkeriya sekse kirin.
Mêran bi kêmanî gefa kuştinê li 20 jinan xwarin.
Tundkariya mêran a di sala 2024, 2023 û 2022yê de
Di pênc mehên destpêkê yên sala 2024an de mêran, 159 jin kuştine, tacîz li 28 jinan kiriye, 71 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 214 jinan kiriye, tecawiz li 6 jinan kiriye. Bi kêmanî 178 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 120 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 18 zarok kuştine.
Di pênc mehên destpêkê yên sala 2023an de mêran, 127 jin kuştine, tacîz li 20 jinan kiriye, 47 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 295 jinan kiriye, tecawiz li 6 jinan kiriye. Bi kêmanî 132 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 95 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 13 zarok kuştine.
Di pênc mehên destpêkê yên sala 2021an de mêran, 131 jin kuştine, tacîz li 45 jinan kiriye, 105 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 302 jinan kiriye, tecawiz li 15 jinan kiriye. Bi kêmanî 327 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 91 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 15 zarok kuştine.
Kuştin
Mêran di meha Gulanê de bi kêmanî 40 jin kuştin; par di heman mehê de ev hejmar 38 bû.
Mêran her weha bi kêmanî ji mêrên li ba jinan bûn jê çar kuştin.
Ji mêrên ku jin kuştine jê yek polîs bûye.
Jinên ku mêran ew di Gulanê de kuştin
Ashfaq Ahmed Q, Aylin Pekin, Ayşe Ç., Bahar K., Başak Tekin, Buse Erkin, Büşra Sıla I., Dilara G., Duygu Ş., Edanur K., Fatma C., Fatma Nur Ş., Fidan Cantemir, Gülay Akça, Gözde Y., Hamgül C., Hanife Y., Hatice E., Hatice T., Hasret Öztürk, Hivda T., Kader Y., Meryem K., Merve K., Nagihan C., Nadya Zorlu, Nazegük Orhan, Nazime Ş., Saadet Ç., Sevilay Yılmaz, Sevim Duman, S.D., Vezire E., Zarın M., Zehra N., Zeliha Kapıaçtı, Zemzem Ö., Zeynep Ö., Rümeysa Meriç Ö., Media A.
Bajarên ku mêran ew kuştin
Enqere (5), Antalya (1), Dîlok (1), Aydın (1), Çorum (2), Amed (1), Elezîz (1), Erzîrom (1), Stenbol (9), İzmir (2), Kayseri (1), Kilis (1), Kırıkkale (1), Kocaeli (1), Manisa (4),Mêrdîn (1), Mersin (1), Muğla (1), Samsun (2), Şirnex (1), Tekirdağ (1), Riha (1).
Mêran ji bo ku “xwestine veqetin / nexwestine li hev bên” 18 jin û jinekê jî ji ber “mîras”ê kuşt. Çapemeniyê “hêcata” kuştina 21 jinan nenivîsiye.
Hevjîn û destgirtiyan bi kêmanî 23 jin, bavan, neviyan an jî endamên malbatê yên din 8 jin kuştine. Sê jin, hevalên wan yên kar û du jin jî zavayê wan ew kuştin. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka 5 mêrên ku herî kêm çar kuştine nas e an ne nas e.
Mêran bi çekên guleber 23 jin, bi amûrên birînê yên weke kêr û birekê 13 jin kuştine. Mêran jinek bi şewitandinê, jinek bi fetisandinê û jinek jî bi lêdanê kuştiye.
Mêran 12 jin li kolan, daristan ango qadên civakî, 28 jin jî li nava malan kuştin.
Pêvajoya hiqûqî
42 faîl hebûn ku jin kuştine. Bi tenê 18 faîl hatin girtin. 13 faîlan xwe kuştin. 5 faîl hatin desteserkirin. Derbarê faîlek de lêpirsîn hat destpêkirin û du faîl jî revîne. Sê faîl serbest bûne.
Kuştina zarokan
Mêran di meha Gulanê de 5 zarok kuştin. Par di mehan mehê de ev hejmar du bû.
Pênc zarok bavê wan ew kuştine.
Mêran zarokek bi çekên guleber û sê zarok jî bi amûra birînê kuştin.
Bajarên ku mêran zarok lê kuştine
Enqere (2), Bûrsa (3).
Zarokên ku mêran ew kuştine
Zeynep K., Aslı K., Ali K., Mustafa Ö., Nisa Nur Ö.
Pêvajoya hiqûqî
Du faîl hebûn ku zarok kuştine. Faîlek hat girtin, yekî jî xwe kuşt.
Tacîz
Mêran di meha Gulana 2024an de herî kêm tacîz li çar jinan kirine. Par di heman mehê de ev hijmar 5 bû.
Mêran du jin bi devkî û bi rêyên fîzîkî tacîz kirine. Her weha mêran dîmenê jinekê girtiye û ew tacîz kiriye.
Mêran li qadên derveyî mal yên weke kolan, wesayîtê cemaweriyê û nexweşxaneyê tacîz li jinan kirine.
Doktor tacîz li jinekê kiriye. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrê ku tacîz li sê jinan kirine nas e an ne nas e.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
Stenbol (3), Bûrsa(1).
Pêvajoya hiqûqî
Çar faîl hebûn ku jin tacîz kirine. Jê yek hat berdan. Derbarê du faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek nenivîsiye.
Îstîsmara li zarokan
Mêran di meha Gulanê de îstîsmar bi kêmanî li 29 zarokên keç û kur kirine. Par ev hejmar di heman mehê de 16 bû.
Mêran li qadên derveyî malê yên weke dibistan, kolan û mala zarokan îstismar li 21 zarokan kirine. Her weha mêran li nava malê îstismar li 8 zarokan kirine.
Hêrî kêm 14 zarok, dersdêrê wan, zarokek, wezîfedarê mala zarokan, zarokek, hîndekar, çar zarok du xizmên wan, pênc zarok jî bav/zirbavê wan ew îstismar kirine. Çapemeniyê nenivîsiye bê mêrê ku îstismar li çar zarokan kiriye nas e an ne nas e.
Bajarên ku mêran zarok lê îstîsmar kirine
Edene (1), Stenbol (18), Kastamonu (1), Mêrdîn (1), Muğla (3), Samsun (1), Uşak (1), Zonguldak (1). Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran li kîderê îstismar li du zarokan kirine.
Pêvajoya hiqûqî
12 faîl hebûn ku îstismar li zarokan kirine. Ji wan 8 faîl hatin girtin. Du faîl hatin desteserkirin. Derbarê du faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin.
Êrîşa zayendî/Tecawiz
Di Gulanê de çapemeniyê tu bûyerên tecawizê nenivîsiye lê ev nayê wê wateyê ku tu bûyerên tecawizê çênebûne.
Tundkarî/Birîndarkirin
Mêran di meha Gulanê de bi kêmanî 56 jin birîndar kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 61 bû. Bi kêmanî şeş jin bi giranî birîndar bûn û ew birin nexweşxaneyan. Digel biryarên parastinê jî mêran şeş jin birîndar kirin.
Bajarên ku mêran tundkarî li jinan kir
Edene (1), Aksaray (1), Antalya (2), Êlih (1), Bursa (1), Amed (2), Edirne (35), Eskişehir (1), Stenboll (5), Kayseri (1), Kırklareli (1), Kütahya (3), Mereş (1), Tekirdağ (1).
Mêran, ji ber “nexwestine li hev bên, xwestine veqetin” bi kêmanî 26 jin birîndar kirin. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran 30 jin ji ber çi birîndar kirin.
Mêran derb li 50 jinan xistin û birîndar kirin. Bi kêr û yên mîna wan sê jin û bi çekên guleber sê jin birîndar kirin. Mêran sê jin jî şewitand..
Mêran li nava malan 27 jin, li nava wesayitên guhastinê yên cemawerî, kolan ango li derveyî malan 26 jin birîndar kirin. Çapemeniyê nenivîsî bê ka mêran li ku sê jin birîndar kirin.
Pêvajoya hiqûqî
Bi kêmanî 62 mêrên faîl hebûn. Du faîl serbest bûn. Derbarê 8 faîlan de biryara girtinê hat dayîn. 12 faîl hatin desteserkirin. Derbarê 33 faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin. Çapemeniyê derbarê pêvajoya hiqûqî ya 7 faîlan de ti zanyarî neweşand.
Karkeriya seksê ya mecbûrî
Mêran di meha Gulanê de bi kêmanî 34 jin neçarî karkeriya seksê kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 17 bû. 23 ji wan ne welatiyên Tirkiyeyê bûn. Di nav wan de zarok jî hebûn.
Bajarên ku jin lê neçarî karkeriya seksê kirin
Kiriklarelî (6), Mûgla (18), Erzîrom (10),
Pêvajoya Hiqûqî
22 faîl hebûn ku jin neçarî karkeriya seksê kirine. Tenê jê 14 hatin girtin. Çar hatin desteserkirin, û çar jî serbest bûn.
(EMK/AY)