Li gor daneyên rojane yên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran li Tirkiyeyê di 322 rojên navbera 1ê Kanûna Paşiyê û 18ê Çiriya Paşiya 2024an de herî kêm 344 jin kuştine.
Di 322 rojên navbera qonaxa 1ê Kanûna Paşiya 2024an- 18ê Çiriya Paşiya 2024an de çapemeniyê mirina herî kêm 263 jinan weke “biguman” nivîsiye.
Daneyên tundkariya mêran yên 2024an
Li gorî daneyên tundkariya mêran yên ku çapemeniyê di navbera 1ê Kanûna Paşiyê û 18ê Çiriya Paşiyê de nivîsiye, meran 344 jin kuştine, tecawiz li 13 jinan kirine, 201 zarok istismar kirine, tacîz li 110 jinan kirine û tundkarî li 558 jinan kirine. Her weha mêran herî kêm bi darê zorê 544 jin neçarî karkeriya seksê kirin. Di vê qonaxê de çapemeniyê mirina herî kêm 263 jinan weke “biguman” nivîsiye. Mêran herî kêm 40 zarok kuştin.
Kê jin kuştine?
Destgirtî û hevjîn hêrî kêm 242 jin kuştine. Endamên malbatê yên weke kur û bav 62 jin kuştine. 7 jin zavayê wan ew kuştin, 5 jin cîranê wan, jinekê xwediyê kar û 9 jin jî hevalê wan ew kuştin. Herî kêm 4 jin mêrên weke temîrker û kargovan ew kuştin. Jinekê mêrê ku tecawiz lê kiriye, ew kuştiye. Çapemeniyê nenivisiye bê ka mêrên ku 13 jin kuştine nas an ne nas e.
Mêran jin çawa/bi çi kuştine?
Mêran herî kêm 215 jin bi çekên gulexwar kuştine. 90 jin bi alavên weke kêr, balte û birrekê kuştine. Mêran 15 jin bi lêdanê, 12 jin bi fetisandinê kuştine. Her weha mêran 2 jin bi şewitandinê kuştine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka meran 10 jin çawa/bi çi kuştine.
Mêran jin li kîderê kuştin?
Mêran 184 jin li nava malan û 154 jin jî li qadên giştî yên weke park, wesayît, nexweşxane û kolanan kuştin. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran 6 jin li kîderê kuştiye.
Mêran jin bi çi “hêcetî” kuştine?
Mêran 153 jin ji ber ku “xwestine cihê bibe”, “nexwestine li hev were” kuştine. 17 jin ji ber “hesûdiyê”, 20 jin jî bi hêcetên weke xesp, mîrate û xwedîkirina pisîkan kuştine. Her weha çapemeniyê hêceta kuştina 154 jinan nenivîsiye.
Pêvajoya hiqûqî
356 faîlên mêr yên ku jin kuştine hene. Ji wan tene 187 faîl hatine girtin. Herî kêm 66 faîlan xwe kuştine. 59 faîl hatin desteserkirin. Derbarê 6 faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin. 11 faîl revîne. 3 faîl serbest bûn. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya herî kêm 27 faîlan nenivîsiye.
Ji xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokuyê ji 5ê Kanûna Paşiya 2020an ve agahî nayê stendin.
Li gorî çeteleya ku bianetê amade kiriye, hûrgiliyên derketine pêş ên kuştinên ku di encama tundkariya mêran de di navbera 1ê Kanûna Paşiya 2024an û 18ê Çiriya Paşiya 2024an de pêk hatine weha ne:
Kanûna Paşiyê
*Meran tevî biryara parastinê herî kêm 6 jin kuştin.
Sibat
*Meran tevî biryara parastinê herî kêm 6 jin kuştin. Du mêr ji girtîgehê bi destûr derketin û kuştin.
Adar
*Meran tevî biryara parastinê herî kêm 4 jin kuştin. Yek ji wan mêrên ku jin kuştine polîs û yê din jî astsûbay bû.
Nîsan
*Ji mêrên ku jin kuştine jê yek çawîşê pispor bû.
Gulan
*Ji mêrên ku jin kuştine jê yek polîs bû.
Hezîran
*Ji mêrên ku jin kuştine jê yek polîs bû.
Tîrmeh
*Mêran, herî kêm 5 mêrên ku li cem jinan bûne kuştin.
*Meran tevî biryara parastinê herî kêm 2 jin kuştin.
Tebax
Mêran tevî biryara parastinê herî kêm 4 jin kuştin.
Îlon
Mêran, herî kêm mêrek ku li cem jinan bûye kuştin.
Mêran tevî biryara parastinê herî kêm 6 jin kuştin.
Çiriya Pêşiyê
Mêran, herî kêm 2 mêrên ku li cem jinan bûne kuştin.
Mêran tevî biryara parastinê herî kêm 7 jin kuştin. Ji mêrên ku jin kuştin jê yek çawişê pispor bû.
Navên jinên ku mêran ew di navbera 1ê Kanûna Paşiyê-18 Çiriya Paşiya 2024an de kuştine:
Kanûna Paşiyê: Adile A., Arzu Çınar, Ayşegül Çınar, Ayşegül Oğuz, Bahar K., Bahar E.K., Burcu Gezersoy, Dilek U., Gökçe B., Gülseven D., Kader İrgören, Melike Akpınar, Muradiye A., Nazlı Elmas, Nesrin Ü., Özge Gülenyüz, Pervin B., Petek A., Safinaz Ayten, Seher A.K., Serap B., Shakhnoza Kurbonova, Şafiye B., Şengül Yeşilkaya, Şule Tokel, Tülay Dağaşan, Vatfa Behiye Ecevit, Yüksel Ç.
Sibat: Arzu Gül, Banu Uzun, Beste Ayşegül Y., Burcu Demir, Dilan Ö., Dilek Y., Dilan K. Eda Yiğit, Elif S., Emine Ülkü A., Gülhan K., Hacer T., Hatice A., Hatun Ekrem A., Katie Erorbay, Mine G., Muradiye Terzi, Nasım Gol K., İpek Akgül, Özlem Ç., Özlem Şımarık, Pınar B., Saliha Gizem, Sebahat G., Seda T., Selma A., Semra K., Sevda Kuş, Sevilay K., Suna G., Tuğba A., Tuna Ateşçi, Yasemin Ünlü, Zeliha G., Zeynep B., Zeynep Bilici P., Zozan Y.
Adar: Antika A., Asude Helen B., Ayşe İ., Canan K., Derya Ç., Duygu C., Emine Ö., Esra U., Esra Yılmaz, Feray Balkan, Gülhan Esen, Hüsna F., İlayda Alkan, İpek T., İrem Falay, Kadriye B. , Mervegül Bayer , Naile Y., Neşe G., Sabiha Ç., Serap Y., Sibel Kavıllı, Zahide Y., Zeynep B.
Nîsan: Asya C., Besra K., Buse Ateş S., Buse Demirkıran, Emine Boynueğri, Emine D., Esma İ., Esra Y., F.C., Gülcan G., Gülseren Y., H.T., İlknur Ç., Kübra K., Meltem Z., Melek Ç., Nazlı T., N.A., Nursel Y., Petek A., Sabiha F., Sahure Dudu Bahçeci, Selin Yalın, Selma Ç., Semanur Ç., Sevda M., Serpil K., Türkan A., Yıldız Y., Yonca Kazan.
Gulan: Ashfaq Ahmed Q, Aylin Pekin, Ayşe Ç., Bahar K., Başak Tekin, Buse Erkin, Büşra Sıla I., Dilara G., Duygu Ş., Edanur K., Fatma C., Fatma Nur Ş., Fidan Cantemir, Gülay Akça, Gözde Y., Hamgül C., Hanife Y., Hatice E., Hatice T., Hasret Öztürk, Hivda T., Kader Y., Meryem K., Merve K., Nagihan C., Nadya Zorlu, Nazegük Orhan, Nazime Ş., Saadet Ç., Sevilay Yılmaz, Sevim Duman, S.D., Vezire E., Zarın M., Zehra N., Zeliha Kapıaçtı, Zemzem Ö., Zeynep Ö., Rümeysa Meriç Ö., Media A.
Heziran: Adile Aysu, Aylin E., Ayten Çağıran, Dibe Cevat, Esma Şimşek, Fatma K., Fatma M., Gülistan Avcı, Gülsüm M., Hatice Ç., Hatice U., Hediye K., Hilal K., Lale P., Leyla Erat, Malizer G., Meral Tınaztepe, Merve Karabaş, Merve Ş., N.A., Nur S., Nurtaç K., Nurset T., Saniye Arslan, Sedef G., Seher A., Selen Akpolat, Semiha K., Sibel Ç., Şükran E., Şule Özlem U., Ümmü Değer, Victoria Vera B., Yüsra Binnaz Çimtay.
Tîrmeh: Atiye B., Beyza Ç., Cansu Aslan, Cansu T., Elif A., Erva Raziye A., Esma B., Fatma Ö., Fikriye Silistereli, Filiz Ç., Hanife Y., Hüsne Topal, İklim Altınsoy, Leyla Çetiner, Merve K., Müge E.,Nurten Y., Safiye B., Saniye K., Seher İşler, Sevgi Koçer, Sidar Şimşek, Sıdıka K., Songül B., Sözcen Tutci.
Tebax: Arife Ö., Aslı P., Aynur Çili, Ayşe D., Derya Devrim Emir, Ebru Duvar, Elif D., Elif D., Emine S., Eylem S., Fatma Aydovan, Fatma D., Gülizar Ç., Hilmiye Tuğba, Kıymet Ç., Nakşiye D., Nuhbe Yılmaz, Pınar Bayram, Saliha K., Senem K., Serpil G., Sezen Sarısay, Sinem Ç., Sultan T., Z.B., Öznur A., İ.D.
Îlon: Ayşe K., Aysel Y., Berivan Ağbaba, Berrin Yılmaz, Çiğdem E., Döne B., Dursine C. Elif Ceren A., Ebru Öcal, Esin Karabıyık, Fatma K., Fadim T., Feriye Gözaüala, Fadimana O., Hamiyet Görmezer, Hatice Gül, Hatice R., Hazal G., Merve D., Maıa A., Naciye Y., Nebahat Yükçü, Nuran K., R.Z., Selda E., Sehle Gündüz, Satı Aktan, Sıla M., Sudenaz U., Şeyda Yılmaz, V.E., Yaren Küçük, Zeliha K.
Çiriya Pêşiyê: A.H., A.K., Aylin P., Ayşe K., Ayşegül S., Berivan Ö., B.I., Burcu Sevgi T., C.A., Canan Cerit, D.K., Dilek D., Duygu Şahin, E.D., E.K., Emine D., Evin Demirtaş, Fatma B., Fatma Ö., Gaye G., Gülcan U., Güler M., Gülçin K., Güldane G., Gülfer Ö., Gülsiye O., Hasibe T., Huriye Ö., İ.U., K.K., Kübra G., Manal K., Mintaha A., Mine Özcan, N.A., N.Ç., Nuran S., S.Ç., S.Ö.A., Semira A., Sevgi G., Sevgi G.Y., Sevim K., Sibel Aygan, Şaizer G., Şenay G., Tuba A., Ülfet Köse, Yasemin U.Ç., Yasemin Y.
Çiriya Paşiyê: Asiye Y., Aslıhan G., Aysel Ç., Ayşe, Ayşe G., Bahriye Kalaycı, Berna İ., Elif B., Elif G., Esma S., Fahriye Asena Eskikambur, G.Ö., Hülya U., Nilay Ç., Reyhan Sağ, Özlem B., Ş.K.
(EMK/AY)