Li Navenda Polîsan a Taksîmê îşkence û tacîz li jineke trans kirine

Fotograf: csgorselarsiv.org
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Navenda Polîsan a Taksîmê ya li Beyoglûya Stenbolê, fermandarakî polîsan, îşkence li jina trans a bi navê M.K.yê kiriye, ew tacîz kiriye û paşê jî erd pê daye alastin.
Li gorî gotinên M.K.yê, bûyer 4ê Gulana 2022yê roja Çarşemê, saet li derdora 2.30 deqîqeyan pêk hatiye. Dema ku M.K. û hevalên xwe li ber deriyê Sikaka Sadrî Alişikî bi hev re diaxivîn, notirvanek hatiye û gotinên transfobîk ji wan re kiriye. Notirvanî piştî dijûnên zayendperest, bang li polîsan kiriye.
Komîserekî porspî hatiye cihê bûyerê ku paşê pê zanîne ku ew fermandarê polîsan e. Notirvan û komîserî bi porê M.K.yê girtine û ew di erdê de xijikandine û bi lêdanê ew birine qereqolê.
Hevala wê şahida bûyerê ye
Li gorî gotinên M.K.yê, li qereqolê fermandar û notirvanî bi berdewamî li wê dane. Di dema derblêdanê de derbeyeke mezin li difna wê dane. M.K.yê diyar kir ku dest dane her derê laşê wê û ew tacîz kirine, bi porê wê girtine û ew avêtine erdê û bi darê zorê erd pê dane alastin. Hevala M.K.yê jî şahidiya van tiştan kiriye.
Piştî tundkarî lê hatiye kirin M.K. çûye Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Taksîmê û rapora tenduristiyê wergirtiye.
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan û parêzera jina trans, Eren Keskînê giliyê fermandar û polîsên Navenda Polîsan a Taksîmê û notirvanê li cihê bûyerê wezîfedar bûye kiriye. (EMK/FD)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - KANÛNA PAŞİYÊ 2025
Mêran di Kanûna Paşiyê de 28 jin kuştin

Ji bianetê heta Çiyayên Kaz: Xelatên 2024an ên SESê hatin dayîn

RAPORA TÛNDKARIYA MÊRAN–2024
Mêran di sala 2024an de herî kêm 378 jin kuştine

Metîn Goktepe li ser gora xwe hat bibîranîn

RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - KANÛNA PÊŞİYÊ 2024
Mêran di Kanûna Pêşiyê de 19 jin kuştin
