Li Kadikoyê meşa 1ê Gulanê dest pê kir: Bi hezaran karker bi daxwazên xwe li kolanan in

Li Stenbolê 1ê Gulanê Roja Ked û Hevgirtinê îsal bi pêşengiya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DİSK), Konfederasyona Sendîkayên Karmendên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) û Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) li Rihtima Kadikoyê bi dirûşmeya "Em ê ji bo ked, aştî, demokrasî û edaletê bi ser bikevin" tê pîrozkirin.
Bi hezaran karker ji saetên sibê ve ji bo pîrozbahiyan dest bi kombûnê kirin. Karker beriya meşa ber bi Kadikoy, li ber Nexweşxaneya Numuneyê û Sogutluçeşmeyê kom bûn û daxwazên xwe bi slogan û pankartan anîn ziman.
#1Mayıs2025
— bianet (@bianet_org) May 1, 2025
🔴 1 Mayıs'ı kutlamak için Kadıköy'de toplanan işçiler sloganlarla yürüyüşe başladı.
Video: @kepenekevrimm pic.twitter.com/4d3PYJ1NwL
Girse bi dirûşmeyên ber bi Qada Îskeleyê ve ku dê mîtîng lê were lidarxistin, meşiyan.
Li ser pankartên ku karker hildigirin, peyamên wekî "Dest nede tezmînata min", "Jiyaneke mirovî, karekî biewle", "Jin dê bi ser bikevin" derdikevin pêş.
Her weha li kolanên Kadikoyê gelek polîs hene û li kolanan barîkat danîne.
Odeyên pîşeyî û sendîkayên pêşengiyê ji mîtîngê re kirin, 'manîfestoya' hevpar xwendin.
Di metnê de hate gotin, "Tirkiyeyeke azad pêkan e. Em bibin yek, bi hev re têbikoşin ew têrê dike." Hate destnîşankirin ku sîstemeke bi edalet bi têkoşîneke rêxistinbûyî dikare bê avakirin.
Di manîfestoyê de hate ragihandin ku demokrasiyeke rasteqîn dikare pêk were ku ked neyê xwarin, mafên sendîkayî bên naskirin, jin û teqawît di ewlehiyê de bin û gel xwedî gotin û biryarê be.
"Em ji qadên 1'ê Gulanê careke din îlan dikin ku cîhaneke bi serweriya gel, karker û kedkaran pêkan e, ne bi serweriya zordaran."
"Sermayeya çavkaniyên welêt ne ji bo rantxur, şer, tasfiyekirina hevrikên siyasî lê ji bo me 86 milyon mirovî ji bo jiyaneke mirovahe dikare bê bikaranîn, cîhaneke bi vî rengî pêkane."
"Em bibin yek, têkoşîna hevpar bimeşînin ev têrê dike. Tenê em zanibin ku em bi tenê nînin, rizgariya me bi hev re dibe. Em bi hev re bimeşin, hêza têkoşînê ya yekbûyî nîşan bidin.
Li qadên 1'ê Gulana 2025'an bi milyonan mirov ji bo xwe, zarokên xwe û paşeroja welatê xwe soz didin: Piştî ku em ji vê qadê çûn, em li ku dixebitin, li ku dimînin, li ku têkoşînê dimeşînin em ê xwe bi rêxistin bikin.
Em ê zanibin ku hêza me ji yekîtiya me ye û em ê xwe bi rêxistin bikin. Em ê bi rêxistiniyê bi ser bikevin, bi yekbûnê bi ser bikevin, bi têkoşîna yekbûyî ya gel bi ser bikevin, em ê teqez bi ser bikevin.
Dema ku em bi ser ketin wê demokrasî bi ser bikeve, edalet bi ser bikeve, aştî bi ser bikeve, xwişk û biratî bi ser bikeve, ked bi ser bikeve, ev welat, ev gel wê bi ser bikevin. Rizgarî bi tenê nabe, ya bi hev re ya jî ti ji me."
(EMK/TY/AY)
Doza Saraçhaneyê: Dosyayên 12 kesên ku di nav wan de rojnameger jî hene hatin cûdakirin

"Lihevkirina bajarî îrade ye, krîmînalîzekirin wê nayê qebûlkirin"

RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - ADAR 2025
Mêran di Adarê de 24 jin kuştin

23EMÎN MEŞA ŞEVA FEMİNÎSTAN
Jin û LGBTI+ li Taksîmê ne: "Heta wekhevî pêk neyê ev serhildan wê bi dawî nebe"

RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - SİBAT 2025
Mêran di Sibatê de 17 jin kuştin
