Hefteya Modeyê ya Kurdistanê dê dest pê bike
Amadekarên Kurdistan Fashion Week(KFW, Hefteya Modeyê ya Kurdistanê) dane zanîn ku “2-4ê Îlonê, KFW dê bê pêkanîn.”
*Mizgîn, modêla kurd
Cara yekem e
Li gor agahiyên li malpera KFWyê “Li Kurdistanê û heta ku li Iraqê cara yekem e ku hefteya modeyê tê pêkanîn.”
Çalakiyên ji bo KFWyê dê li Otêla Divanê ya Hewlêrê bê pêkanîn. KFW dê çalakiyeka navneteweyî be. Dîzayner û modêlên kurd û biyanî dê beşdar bibin.
*Muhemmed, modêlê kurd
Amadekaran diyar kiriye:
“Em dixwazin ji dinyayê re diyar bikin ku Kurdistan cihekê rengîn e. Em ew kes in ku ji delalîya jiyanê hez dikin. Em dixwazin bibêjin ciwanên me şiyan û xewnên şahane hene.
*Mahsa, Modêla kurd
Bi hezaran namzetên modêlîyê...
Ji 4 hezaran zêdetir kesan ji bo modêlîyê bikin navê xwe li lîsteya modêlan daye nivîsîn. 350 kesên bi dildarî ji bo hefteyê kar dikin hene.
*Sargul, modêla kurd
Amadekaran ji bianetê re diyar kirin ku xebatên wan didomin û ew ê di demekê nêzîk de dest bi belavkirina agahiyên berfirehtir bikin.
(MB)
Wêne: KFW
*Me ev nûçe ji agahiyên li http://kurdistanfashionweek.com berhev kirine û ji ingilîzîyê wergerandine.
VÎDEO - NÛÇEYA MURAT BAYRAMÎ
Îşev, don’t cry yadê!
.jpg)
NIVÎSA MURAT BAYRAMÎ
Şîreta li tûrîstan: "Kurdî zimanê terorîstan e"

NÛÇEYA MURAT BAYRAMÎ
Penaberên Efxanî û Pakistanî li Amedê asê mane
.jpg)
VÎDEO - NÛÇE
Kerên karker ên şaredarîyê rojeka xwe çawa diborînin?
.jpg)
MURAT BAYRAMÎ NIVÎSAND
Rapora Reutersî û tama tehl a gîyayê hewşê
.jpg)