Fotograf: Evrim Kepenek/bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgehkirina Mûtlû E. û 4 kesên din ên bi tohmeta karkeriya seksê ya mecbûrî bi Sîbel Y.yê dane kirin, dewam kiriye.
Danişîna 4an a dozê duh (26ê Çiriya Pêşiyê ya 2021an) li 1em Dadgeha Cezayê Giran a Bodrûmê pêk hatiye.
Sîbel Y., parêzerên Buroya Hiqûqê ya li Dijî Tecawiz û Tacîza Zayendî ya di Dema Desteserkirinê de û yên Piştevaniya Jinan a Bodrûmê beşdarî danişînê bûne. Her weha saziyên jinparêz jî doz şopandine.
Li navçeya Mîlasê ya Mûglayê Mûtlû E. û 4 kesên din, li ser navê şîrketeke taybet, jinên serî li kar didan asê dikirin û karkeriya seksê ya mecbûrî bi wan didan kirin. Piştî bûyer derket holê, Mûtlû E. û 4 kesên din hatibûn girtin.
Keskîn: Divê hemû bersûc ceza bibin
Di 3yê Tebaxê de danişîna 3yem pêk hatibû û li wir diyar rapora Saziya Tiba Edlî hatibû xwendin. Di wê raporê de hatibû diyarkirin ku di mînaka ji Sîbel Y.yê hatiye wergirtin de mînaka DNAya mêrekî derketiye. Heyeta dadgehê biryar dabû ku mînaka DNAyê ji mêrê faîl. Mûtlû E.yî werbigirin û her du mînakan bidin ber hev.
Di encama lêkolînê de diyar bûye ku mînaka DNAyê ya li ser Sîbel Y.yê hatiye dîtin û ya Mûtlû E.yî li hev derketine.
Dozgerî nêrîna xwe aşkere kiriye û xwestiye ku Mûtlû E. ji ber sûcê “êrîşa zayendî ya xurt” û “şantajkirinê” ceza bibe. Dadgehkirin wê di 30ê Kanûna Pêşiyê de dewam bike.
“Sîbelê bi xwe delîl kom kirin”
Parêzer Eren Keskîn, Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (IHD) ji bianetê re behsa dozê kir û wiha got:
“Bi xwe gelekî rast tevgeriyaye û mînak kom kirine û delîlên xwe bi xwe berhev kirine, ev tişt gelekî girîng bû ku ji dozê encamek derkeve.
“Dozgerî xwest ku ji ber sûcên şantajkirinê û êrîşa zayendî were cezakirin û ji ber sûcê destdanîna ser azadiyê gilî kiriye.
“Di vê dozê de hin bersûcên din jî hene. Dozgerî daxwaz kir ku ev bersûc beraet bike. Lê em dizanin ku van kesan bi awayekî birêxistî Sîbel birine wî cihê sûc lê hatiye kirin. Li gorî nêrîna me çeteyeke ku radeyadarên dewletê jî di nav de ye, heye, em dizanin ku ev çete bi darê zorê karkeriya seksê bi jinan didin kirin. Me her ev got. Divê daraz derbarê van kesan de jî bikeve liv û tevgerê.”
Çi bûbû?
Li gor zanyariyên ku di 17ê Çiriya Paşiya 2020an de di nûçeyên bîanetê de hatibû belavkirin, Mêrê bi navê Mûtlû E. li Mîlas, navçeya Mûglayê dijî 9 meh berê bi hinceta hevdîtina kar Sîbel Y. revandibû û îşkence pê kiribû. Her weha karkeriya sekse lê ferz kiribû û êrişa zayendî jî pêkanîbû. (EMK/FD)