Derhênera rêzefîlma Netflixê: Ez hêvî dikim ji bo nifşên nû yên kurdan bibim îlham

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Îsal rêzefîlmeka bi navê Skylines dê li Netflixê bê weşandin. Derhênera rêzefîlmê Soleen Yusef e. Me pirsên xwe ji Soleenê kirin.
Rêzefîl dê 27ê Îlonê bê weşandin.
Soleenê ji bianetê re got:
“Bêguman ez gelek serbilind im. Herweha bi rastî ji bo ez bigihim xewn û xeyalên xwe gelekê bixîret xebitîm.
“Ez hêvî dikim ku ji bo nifşên ciwan ê kurdan bibim îlham. Ez dixwazim welê bikim ku ew bikevin pey xeyalên xwe yên mezin û ji bo nêrîna xwe bixebitin.
“Ez ji hemî projeyên ku lê dixebitin hîn dibim. Ez hewil didim stîl û nêrîna xwe bi pêş ve bibim. Hêj li ser wê rêyê me. Skylines bi rastî jî projeyek e ku min gelek jê hez kiriye.”
Skylines
Rêzefîlmeka Netflixê ye. Zimanê wê Almanî ye. Mijara wê sûcdarî, rêxistinên sûcdarîyê û mûzîkjenên hip-hopbêj in.
Ji Dihokê ber bi Almanyayê ve
Soleen Yusef sala 1987ê li Dihokê hatiye dinê. Dema ew neh salî bûye malbata wê ji ber sedemên sîyasî mecbûr bûye ku bar bike Almanyayê. Wê derhênerîya çar fîlman kiriye. Herweha senaryonivîsa du fîlman e.
Filmografi |
2014-2016 2014 The NSU Process - The Protocol of the First Year 2011/2012 2010 |
Derhênerên jin ên kurd: Em pê serbilind in
Derhênera naskirî Bîna Qeredaxîyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kiriye ku:
“Ez hew dikarim pê serbilind bibim.”
Derhênera belgefîlman, Hatîce Kamerê jî ji bianetê re got:
“Ciwan pirtir ji înternetê li rêzefîlm û fîlman temaşe dikin. Netflix platformeka mezin e. Ji bilî ku ew (Soleen) kurd e gelek giring e ku jineka ciwan li van platforman be. Pê serbilind im. Keyfxweş im.”
Netflix
Sala 1997ê hatiye avakirin. Navenda wê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye. Avakerên wê Reed Hastings û Marc Randolph in. Li ser înternetê fîlm û belgefîlm û hwd diweşîne.
(MB)
VÎDEO - NÛÇEYA MURAT BAYRAMÎ
Îşev, don’t cry yadê!
.jpg)
NIVÎSA MURAT BAYRAMÎ
Şîreta li tûrîstan: "Kurdî zimanê terorîstan e"

NÛÇEYA MURAT BAYRAMÎ
Penaberên Efxanî û Pakistanî li Amedê asê mane
.jpg)
VÎDEO - NÛÇE
Kerên karker ên şaredarîyê rojeka xwe çawa diborînin?
.jpg)
MURAT BAYRAMÎ NIVÎSAND
Rapora Reutersî û tama tehl a gîyayê hewşê
.jpg)