Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Bertekên li beramberî êrîşa O. G.yî ya li ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê û kuştina Deniz Poyraz, xebatkara partiyê dewam dikin.
Bixwîne - Li Îzmîrê kesekî bi çekê êrîşî avahiya HDPyê kiriye
Serpîl Kemalbay, Parlamentera HDPyê ya Îzmîrê got, çawa ku li Amedê dayik dan rûniştin, dixwazin li Îzmîrê jî heman tiştî bikin û li gel polîsan jinan tînin ber partiyê:
“Ev êrîş dewama qirkirina siyasî ne. Dewama komploya siyasî ye ku li dijî HDPyê dane destpêkirin. Geleke têkiliyeke wê ya nêz bi doza girtina HDPyê re heye.
“Em bi gelê xwe re li bin dorpêça polîsan de sekinîne. Dê, bav û xizmên Denîzê, em li vir sekinîne. Dozger niha li hundir lêkolînê dike. Ez hin zanyariyan par ve bikim ku me ji hundir wergirtine.
“Zanyariyên ku hatine ber destê me wiha ne. Bûyer li derdora 11.50 deqîqeyan pêk tê. Heval Abdullah, Hevserokê me yê bajarê Îzmîrê tê ber partiyê. Lê dinêre ku 3 polîsên sivîl li ber derî ne. Li avahiyê dinêrin. Ew jî dibêje qey weke her gavê, karekî rûtîn e. Paşê dengê çekan ji hundir tê. Li ber çavên polîsan êrîşeke tirsnak dibe. Fail pêşiyê guleyan bera lingên xwişka me Denîzê dide, paşê bera laşê wê. Gule di laşê wê de hene.
“Paşê guleyan bera fotografê Sebahat Tuncelê dike ku li dîwarî daliqandiye. Paşê jî bi ketoberî guleyan bera dide.
“Heke li hundir zêdetir mirov hebûna, hatibû hemûyan bikuje. Dema polîs li ber derî disekinîn ew li hundir bûye. Hê kuştin pêk nehatibû polîs li ber derî bûn. Ji ber ku polîsan wezîfeya xwe pêk neanîn, Denîz hate kuştin. Êrîşeke bi zanyariya rayedaran e. Em gelekî xemgîn in.”
“Di TVyan de weke hedef nîşan dan”
Di vê navberê de li Navenda Giştî ya HDPyê “maseya krîzê” hatiye avakirin. Parlamenter û Alîkara Hevserokên HDPê Meral Daniş Beştaşê got ku desthilat berpirsê êrîşê ye:
“Di êrîşên beriya niha de me dît ku di dozan de cezayên weke xelatê dan failan. Li wî kesê ku êrîşî navenda partiya me kir, bifikirin, polîsên li ber partiyê disekinîn bi xwe jî nikarin bigirin. Aşkere ye ku çavên xwe ji van êrîşan re digirin.
“AKP, desthilat berpirsê van êrîşan e. Ew kesên li televizyonan partiya me dikin hedef, berpirsên vê êrîşê ne.”
(EMK/FD)