Dadgehkirina 20 Dayikên/Mirovên Şemiyê yên di çalakiya hefteya 950yî de hatibûn desteserkirin, li Dadgeha 39an a Asliye Cezayî ya Stenbolê pêk hat.
Dayikên/Mirovên Şemiyê bi îdiaya ku li dijî Qanûna Civîn û Meşên Xwenîşandanê derketine, tên dadgehkirin.
Kî ne yên tên dadgehkirin?
Ali Ocak, Ali Tosun, Besna Tosun, Cüneyt Yılmaz, Hanife Yıldız, Hasan Karakoç, Hatice Korkmaz, Hünkar Hüdai Yurtsever, İkbal Yarıcı, İrfan Bilge, İsmail Yücel, Leman Yurtsever, Maside Ocak, Meryem Pars, Mikail Kırbayır, Mukaddes Şamiloğlu, Selvi Gülmez, Oya Meriç Eyüboğlu, Saime Sebla Ercan,Ümmügülsüm Aylin Tekiner.
Danişînê bi diyarkirina nasnameyên bersûcan dest pê kir.
Yek ji Dayikên/Mirovên Şemiyê Îkbal Eren axivî. Erenê wiha got:
“Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê doza me de got ku mafên wan hatine binpêkirin. Paşe em careke din derketin Qada Şemiyê. Lê polîsan em dorpêç kirin. Bêyî ku ji bo em belav bibin me hişyar bikin, em desteser kirin. Dema em desteser kirin, derb li me dan, me li cihekî ku hewa nedikete nava wê de girtin. 29 hefteyan her roja Şemiyê hem li nêzîkî Qada Galatasarayê me li ku bidîtana em desteser dikirin. Me biryara Dadgeha Destûrê nîşanî wan bida jî, me bigota tiştê hûn dikin sûc e jî her çend me li ber xwe nedaya jî, em desteser dikirin. Ji bo em belav bibin koridor venedikirin û em yekser desteser dikirin.”
Dayikên/Mirovên Şemiyê, gotin ku rojnameger, mafparêz û parêzer di salonê de bicih nabin û xwestin danişîn li saloneke mezintir pêk bê. Heyeta dadgehê ev daxwaz pejirand.
Ocak: Me mafê xwe yê demokratik bi kar anî
Piştî navberekê, danişîn bi axavtina yek ji Mirovên Şemiyê Alî Ocakî berdewam kir:
“Polîsan êrîşî çalakiya me ya hefteya 700î. Mafê me yê kombûnê hate astengkirin. Dadgeha Destûra Bingehîn got ku ev binpêkirina mafan e. Dadgeha Destûrê ev biryar ji rayedaran jî re şand. Me hewl da ku em mafê xwe yê demokratî yê Dadgeha Destêrê misoger kiriye bi kar bînin. Hemû hewldanên me asteng kirin. Em hatin desteserkirin. Ev rewş 29 hefteyan domiya. Her hefteyê xwestin dozê li me vekin, lê lêpirsîn bênecam man, sûc nebû. Me sûc nekiriye.”
Alî Tosûn, Hanîfe Yildiz, Hasan Karakoç, Masîde Ocak, mafparêz Leman Yurtsever, Meryem Bars, Hatîce Korkmaz û Aylîn Tekîner jî axivîn û diyar kirin ku wan mafên xwe yên demokratîk bi kar aniye.
Parêzeran diyar kir ku xalên sûcî nehatine diyarkirin û xwestin hemû bersûc beraet bikin. Parêzeran her weha biryarên Dadgeha Destûrî yên derbarê çalakiya Dayikên/Mirovên Şemiyê de dane, bibîr xistin û gotin, “Bila ev darizandin dişibe tacîza darazê bidawî bibe.”
Heyeta dadgehê biryar da ku dadgehkirin di 7ê Hezîranê de bi dawî bibe.
Kesên ku danişîn şopandin:
Endama Delegasyona Yekîtiya Ewropayê ya li Tirkiyeyê Sema Kılıçer, Parlamenterê berê yê HDP Musa Piroğlu, Federasyona Mafên Mirovan a Navnetewî û Rewangeha Parastina Mafparêzan, Ulviyya Hasanova, Rêxistina li dijî Îşkencekirinê û Rewangeha ji bo Mafparêzan, Gülşah Kurt, Benedetta Perego, Baroya Torînoyê (Îtalya) û Rewangeha Navnetewî ya Parêzerên di Xetereyê de ne Olivier Maricourt, Baroya Lille (Fransa).
Çi bûbû?
Doz li 46 kesan hatibû vekirin ku di 25ê Tebaxa 2018an de beşdarî çalakiya Hefteya 700an a Dayik/Mirovên Şemiyê bûbûn û di encama êrîşa polîsan de hatibûn desteserkirin. Dozgeriyê bi tohmeta ku "bi awayekî dijqanûnî û bêçek beşdarî civîn û meşan bûne û digel hişyariyan belav nebûne" doz li wan vekiribû.
Tekane delîla di îdianameyê de zabitnameya polîsan e ku roja bûyerê hatiye amadekirin.
Dozger Fatih Donmezî îdianame amade kiriye ku ji 7 rûpelan pêk hatiye. Di 5 rûpelên wê de navê kesên ku doz li wan hatiye vekirin, rûpelek zabitnameya polîsan e û rûpelek jî îdiayên dozgeriyê ye.
Midûriyeta Emnietê ya Beyoglûyê zabitname amade kiribû û hatiye îdiakirin ku li gel sendika û partiyên siyasî hin "komên marjînal jî" bangewaziya beşdariyê kirine.
(EMK/FD)