“Bila Aliyî dersînor nekin û neşînin Afganistanê, dibe bê kuştin”
.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Alî Nazariyê afganistanî, li Navenda Dersînorkirinê ya Wanê tê girtin. Biryar hatiye dayîn ku wî dersînor bikin û bişînin Afganistanê. Destgirtiya wî Yagmûr Kûzû, li dijî vê biryarê derdikeve û ji raya giştî dixwaze ku dengê xwe tevlî dengê wê bike. Kûzûyê got ku, “Dengê Aliyî bibîhizin. Ger wî bi paş de bişînin, dibe bê kuştin. Destûrê nedin ku Aliyî bi paş de bişînin.”
Alî Nazarî ji ber zext û zordariya Talîbanê ji Afganistanê reviyaye û xwe sipartiye Tirkiyeyê. Ew li Sakaryayê li xwaringehekê li ber destê garsonan dixebitî.
Yagmûr Kûzûyê derbarê rewşa Alî Nazariyî de ji bianetê re got, hefteya borî, roja Çarşemê, li Sakaryayê dema nasnameya welatiyen tê kontrolkirin, ew tê girtin û wî dişînin Navenda Dersînorkirinê ya Îzmîtê.
Yagmûr Kûzû piştî pê hesiyaye ku Alî Nazarî şandine navenda dersînorkirinê, çûye wê derê. Lê rayedaran qebûl nekiriye ku Alî li wir e. Paşê bi alîkariya parêzerekî/ê ew roja Înê pê hesiyaye ku Alî Nazarî li wir e.
Dema parêzer çûye navenda dersînorkirinê, rayedaran jê re gotiye, Alî şandine Îdir an jî Wanê. Lê jê re bi zelalî negotine bê Alî şandine ku, ev jî ji ber “wekaletnameya” Aliyî li ba wî nîne.
Li gorî gotina Yagmûr Kûzûyê, Aliyî roja duşem an jî sêşemê telefonî malbata xwe ya li Afganistanê kiriye. Ji malbatê re dibêje, ew li navenda dersînorkirinê ye. Malbata wî telefonî destgirtiya wî kiriye. Wê jî jimara telefona xwe daye wan, da ku bidin Aliyî. Aliyî telefonî Yagmûr Kûzûyê kiriye û jê re gotiye, ew li Navenda Dersînorkirinê ya Wanê tê ragirtin.
“Ji ber deqên wî mabe dibe wî bikujin”
Sercan Cîhan, yek ji parêzerên Komîsyona Penaberî û Îltîcayê yê Baroya Wanê, ji bianetê re diyar kir ku ew “5 sal berê ji ber Talîbanê reviyaye. Hatiye Stenbolê. Tevî sê hevalên xwe li Stenbolê serî li Parastina Navnetewî dane lê di wê demê de şopên tiliyên wan baş nehatine wergirtin, ji ber wê nasname nedane wî. Yanî bê sanmaye ye. Ji ber wê li Sakaryayê hatiye desteserkirin.
“Li Afganistanê di nava komekê de bû ku li dijî Talîbanê derdiket û niha jî rayedarên Talîbanê, diçin cem malbata wî û li wî dipirsin. Rewşa wî ya tenduristiyê baş e. Di vê navberê de Walîtiya Wanê jî ji bo wî biryara çavdêriya fermî daye. Destpêkê armanca me ew e ku em biryara dersînorkirinê bidin sekinandin û biryara çavdêriya fermî bidin sekinandin. Ez bi zelalî ji we re bibêjim, bi tenê deqên li ser raşen wî wê bihêle Talîban jê acaz bibe û dema biçe wir metirsiya kuştinê heye.” (EMK/FD)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - KANÛNA PAŞİYÊ 2025
Mêran di Kanûna Paşiyê de 28 jin kuştin

Ji bianetê heta Çiyayên Kaz: Xelatên 2024an ên SESê hatin dayîn

RAPORA TÛNDKARIYA MÊRAN–2024
Mêran di sala 2024an de herî kêm 378 jin kuştine

Metîn Goktepe li ser gora xwe hat bibîranîn

RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - KANÛNA PÊŞİYÊ 2024
Mêran di Kanûna Pêşiyê de 19 jin kuştin
