bianet Kurdî ket di rojeva medyayê de

Medyaya Tirkiyeyê û cîhanê li weşanên xwe cih da bianet-Kurdîyê, bi dehan malper, rojname û televizyonan nûçeyên vekirina bianet-Kurdîyê belav kirin.
Bernameya ‘’Medya Atlasiyê’’ ya televizyona IMCyê vebûna beşa bianet-Kurdîyê wek ‘’ yekem nûçeya dilxweşkera ji medyayê ya li van demên paşiyê’’ bi nav kir.
Berpirsê Weşana bianetê, Haluk Kalafat bû mêvanê bernameya Medya Atlasiyê û bersiva pirsên Suncem Koçerê da.
Haluk Kalafatî dîyar kiriye ev demek dirêj e ku wan plan kiribû beşa Kurdî li malpera xwe zêde bike. Ji van sê salên paşiyê ve wan dest bi xebatên ji bo zimanê kurdî bihêztir kirine û 6 kesên şêwirmendên Kurdîyê alîkariya wan kiriye ku hevkarên beşa Kurdî bêne hilbijartin.
15 pirtûkên bi zimanê Kurdî
Kalafatî got: ‘’Me li Roja Zimanê Dayikê, bi 25 zimanên li Tirkiyeyê tên axiftin nivîs belav kirine. Em ne bi tenê diparêzin ziman hebin em piştgirên wê yekê ne ku bi wan zimanan berhem bêne weşandin.’
Kalafatî dîyar kir ku ji 15an zêdetir pirtûkên wan ên ji bo pîvanên rojnamegeriyê bi zimanên Ingilîzî û Tirkî hene û Tevna Ragihandina Serbixwe dê wan berheman li Kurdîyê jî zêde bike.
bianet Kurdî bû mêvana SBSê
Edîtorê beşa bianet-Kurdîyê Yusuf Onal bû mêvanê radyoya SBSê ya Awûstiralyayê.
Onalî bersiva bêjera beşa Kurdî ya SBSê, Meyade Kurdî Xelil (Mayada Kordy Khalil) da.
Yusuf Onalî di axavtina xwe de bal kişan ser feraseta weşana bianetê û got: 'Weşana bianetê ku derbarê her mijarê de bi aştîxwazî û di bin siya mafê mirovan de pêk tê, ji vir pê ve dê bi Kurdî jî pêk were.'
Onal di axavtina xwe de ragihand ku ji Celadet Alî Bedirxan vir ve zêdetirî 100 sal in ligel hemû kuştin, girtin û sirgunkirinan jî weşana bi Kurdî berdewam kiriye û îro gihiştiye vê astê û wiha got: 'Ez dikarim bi ser navê rêveberiya saziyê û hevalên xebatkar jî bêjim ku weşana Kurdî dê her tim berdewam bike û çi bibe jî dê gavek paş ve neyê avêtin.''(MB)
VÎDEO - NÛÇEYA MURAT BAYRAMÎ
Îşev, don’t cry yadê!
.jpg)
NIVÎSA MURAT BAYRAMÎ
Şîreta li tûrîstan: "Kurdî zimanê terorîstan e"

NÛÇEYA MURAT BAYRAMÎ
Penaberên Efxanî û Pakistanî li Amedê asê mane
.jpg)
VÎDEO - NÛÇE
Kerên karker ên şaredarîyê rojeka xwe çawa diborînin?
.jpg)
MURAT BAYRAMÎ NIVÎSAND
Rapora Reutersî û tama tehl a gîyayê hewşê
.jpg)