Baran Barış Korkmaz: Ma hûn hê diheyirin?

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji bo polîsan gilî hatibû kirin û tûpeka ku ji bo amadekirina bombeyan tê şixulandin li nêzîkî baxçeyê pansîyona malbata Baran Bariş Korkmazî hatibû dîtin.
Ji ber ku şahîdê nehênî jî îfade dabû ku ew tup Baran Barış Korkmaz daniye baxçê pansiyonê, polîsan li ser vê agahiyê avête ser mala wan.
Korkmaz û 3 kesên din hatibûn desteserkirin
Xwendevanê desteserkirî Korkmaz, bi îddia ya ‘‘endamtiya rêxistinê’’ hatibû girtin. Ev du sal in di girtîgehê da ye.
‘‘ Ez bi hesretê li benda rojên azad im ’’
Korkmazî ji bianet’ê re peyam şand û got ez hêvîdar im ku ev bêhiquqî dê biguhere:
‘’Ji ber êrîşa bêhiqûqî em li vê derê nikarin dengê xwe bigîhînin. Bi vê mebestê yê ku bûye dengê me ji dil û can spasiyên xwe dikin. Ji kerema xwe ji bîr nekin biryara cezayî hê nehatiye qebûlkirin hêza me heye ku em vê biryarê biguherînin pêdiviya min bi piştgiriya we ye. Mafê min ê jiyan û perwerdehiyê ku paşde bê dayîn heye ‘’
‘’Heke rojêkî ez bikarim ku ji nûv ve bi malbat û hezkirîyên xwe re li baxçeyê zanîngehê bim, ev yek dê bi saya piştgiriya we be’
Ez li benda bêrîkirina rojên azad hêviyên xwe zindî dihêlim.
(EMK/DD/MB)
*Dilek Durgunê ev nûçe wergerandiye.
Doza Saraçhaneyê: Dosyayên 12 kesên ku di nav wan de rojnameger jî hene hatin cûdakirin

"Lihevkirina bajarî îrade ye, krîmînalîzekirin wê nayê qebûlkirin"

RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - ADAR 2025
Mêran di Adarê de 24 jin kuştin

23EMÎN MEŞA ŞEVA FEMİNÎSTAN
Jin û LGBTI+ li Taksîmê ne: "Heta wekhevî pêk neyê ev serhildan wê bi dawî nebe"

RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - SİBAT 2025
Mêran di Sibatê de 17 jin kuştin
